AdaletLêkolîn

Dada civakî ya ku xwe dispêre azadiya jin

Akademiya Jineolojî     

Digel ku “edalet” wek têgeh di gelek zimanan de navê jinê an jî têgeheke mê ye bi hezaran salan e ji herî kûr ve jiyandina jinan a bêedaletiyê dubendiyek mezin e û mijareke ku divê were çareserkirin e. Di rûpelên dîrokê de çîrokên bi hezaran jinên ku hatine şewitandin, ji îşkenceyê hatine derbaskirin, hatine recmkirin, bi fahîşetî û dînbûniyê hatine deximandin, dûçarê her cure heqaretê hatine hiştin û hatine girtin hene. Hejmara yên ku çîroka wan nayê zanîn jî qat bi qat vê derbas dike. Hela ger ev jin jinên ku ji bo mafên xwe şer kirine û têkoşiyayî bûne hiqûqa ku ji wan re hatiye fesilandin jî hiqûqa ku ji Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Şîrîn Elemhûlî, Roza Lûksembûrg û Olîmpîa de Gûegesê re hatiye sepandin bûye.

Edalet li fakulteyên hiqûqê, li dadgehan an jî li ber qonaxên edaletê, bi peykera xwedavendeke ku bi simbilên genim ên di serê wê de û di dest de şûr û mêzîn hatiye sembolîzekirin. Lê di biryarên ku di wan salonên dadgehê de tên dahin de, jinên ku ji wan peytandina dûçarmahina tecawizê tê xwestin dûçarê tecawiza bi şêweyên din a dadgeran, parêzeran, bijîşkan an jî ya mirovên ku ji xwe re dibêjin pêzan dibin û tên poşmankirin ku li edaletê geriyane. Li hinek welatan jî ji bo ku wan bi xwe edaletê  dabîn kirine jin tên darizandin, heta tên kuştin. Eynî wekî ku di sala 2014’yan de Rihanne Jabbar li Îranê hat îdamkirin. Lêgerîna jinan a mafan bi li hevanîna wan bi mêrên ku li wan dahine, heqaret kirine, firotine an jî kirîne tê bersivandin. Bi angaşta ku keçên bi temena xwe zarok mêr tehrîk kirine, bi tecawizê razî bûne dûçarmahina wan a êrîşan tê rewakirin û teşwîqkirin. Herçiqas tê gotin ku çavên xwedawenda ji peykera kevirî ji bo adilbûna wê hatine girêdan jî wekî ku çav ji bêedaletiyên ku jin dijîn re hatibin girtin dixuye. Tê gotin ku pergala edaletê gelek bi pêş ketiye, di hiqûqê de tu sûc, berpirsiyarî an jî mafekî civakî ku di hiqûqê de pênaseya wî nehatibe kirin tune ye. Li fakulteyên hiqûqê salê bi hezaran parêzer, dozger û dadger dighîjin. Lê kî dikare bibêje ku li çar hêla cîhanê bêdaletî her ku diçe zêde nabe?

Helbet bêedaletiyê tenê jin najîn. Çînên ku wek ên bindest tên binavkirin, gel û bawerî jî ji vê bêedaletiyê para xwe digrin. Makezagonên ku her têkiliya civakî bi kitekita xwe ya herî zirav hatiye pênasekirin, krîterên sûc û cezayê hatine destnîşankirin palpişta vê bêedaletiyê ne. Lewre di van zagonan de pênaseya mirov ji bo mêr, maf û azadî jî dîsa di lehiya mêran de hatiye pênasekirin. Bi hezaran salan e tek zagona ku bê ku were guhertin mahiye cihê jinê ya di malbatê de ye. Zagonên ku mêran wek serekê malê pênase dikin heta demên nêz jî di meriyetê de bûn. Niha li gelemperiya Ewropayê û li hinek welatên wek Tirkiyeyê di zagonan de cih negre jî ev welat jî tê de û welatên Rojhilata Navîn ku zêdetirê wan zagona xwe neguherandine ev sepan eynî wisa tê parastin.

Tevgerên azadiya jinê bi sedan salan bi wekheviya hiqûqî di nav vê pergala hiqûqê de têkoşîna gihîştina jinan a mafên xwe meşandin. Digel ku di rêya wê de berdêlên mezin hatine dayîn, digel peymanên ku tê gotin girêdariya wan di qada navneteweyî de heye û îdiayên wekheviyê yên li ser kaxiz; her roja ku diçe em bêhtir hest dikin û dijîn ku pergala hiqûqê ya heyî ne di wê xisletê de ye ku ji bo jinan û civakê edaletê dabîn bike. Wekî çawa ku ji bo goşt xera nebe tê xwêkirin, lê dema xwê xera bibe tiştê ku were kirin namîne; bi hişmendiya ku pergala hiqûqê ya heyî bi xwe bipirsgirêk e her ku diçe bêhtir ji kûr ve tê hestkirin ku lazim e pergala edaletê ya civakî ne li ser dewletê, li ser exlaqa jiyayî ya civakê were avakirin û ev tê rewşa pêdiviyeke lezgîn.

Di vê mijarê de wek tevgera jinê aşîkar e ku di pêkhatina pergaleke edaletê de ku exlaqê esas digre divê roleke bibandor bilîze. Exlaq, wek rêgezên ku civakê bi hev dide pêgirtin ji civakbûniya pêşîn a ku li dor jinê bipêş ketiye pê ve derbasdar e. Halbihal zagon û rêzikên pêşîn ên di dîrokê de, li bajardewletan û bi tewereya parastina dewletê ya hember civakê derketiye holê. Ev zagonên ku dispêrin mijarên wek bazirganî, hevberdan û mîrasê, bi giranî jî ne mafên civak û takekesan, li hember civakê dewlet û milkiyetê diparêzin. Ev zagonên ku li hember pergala dayîk jinê hatine bipêşxistin heta roja me ya îro jî xwe dispêre bingeha parastina mafên dewlemendan a hember xizanan, ya dewletê hember civakê û ya mêrî hember jinê. Ji hêla din ve pergalên exlaqî ku li gor exlaqa azadîxwaz a jinê bipêş ketine, bûne palpişta hemberderketina pergala dewletparêz a mêrê serdest jî. Ev jî di mijara palpiştiyên pergala edaletê yên sparteyê jinê de rê nîşanî me dide. Di gihîştina îfadeyê ya van nirx û mîrasên dîrokî de bi awayê ku pirsgirêkên rojane jî werbigre dikare pergaleke edaletê ku Peymana Civakî ya Jinê esas digre ji îro ve bike pratîkê.

Hewl hatiye dahin exlaqa ku ji destpêka şaristaniyê vir ve her tim hatiye mehandin, bi modernîteya kapîtalîst re bi tevahî ji holê were rakirin. Li hember vê pergala ku mirov û civaka xwe kirine wek morî û robotan parastina civakê tenê dikare bi etîkek (zanista exlaqî) ku jin bipêş bixîne bikeve jiyanê. Ji ber vê yekê Rêbertiya me etîkê wekî yek ji qadên bingehîn ên jineolojiyê pênase kiriye û ev anîne ziman “Jin wek hêmana hîmî ya civaka polîtîk û exlaqî di roniya azadî, wekhevî û demokratîkbûnê de di hêla estetîk û exlaqa jiyanê de jî rolek jiyanî dilîze. Zanista etîk û estetîkê parçeyek veneqetyayî ya zanista jinê ye. Ji ber berpirsiyariya wê ya giran a di jiyanê de bênîqaş e ku dê jin di hemû mijarên etîk û estetîkê de hem wek hêza fikrî hem ya sepandinê pêşketin û vebûnên mezin dabîn bike… Di hêla etîkê de jî berpirsiyariya jinê berfirehtir e. Di nirxandin, destnîşankirin û biryardahina pîvanên edalet û mafdariyê, xerabî û sawdariya şeran, pêwistiya jiyan û aştiyê, hêlên baş û xerabî ya perwerdehiya mirovan de, di hêla civaka polîtîk û exlaqî de bêhtir bi rasteqînî û bi berpirsiyarî tevgerîna jinê li gor xwezaya wê ye. Helbet ez ji jina ku kûkla û siya mêrî ye behs nakim. Ya ku mijara axaftinê ye, jina ku azadî, wekhevî û demokratîkbûnê xwemal kiriye.”

Dema di hêla dîrokî de jî were nihêrtin dê were dîtin ku rêgezên exlaqî ku civakîbûniyê dabîn dikin cara pêşîn ji hêla jinan ve hatine derpêşkirin. Ji hêla din ve mexdûrên pêşîn ên mehandina exlaqê û qurbanên herî giran jî di roja me de jin in. Di pergalên hiqûqê yên dewletan de, ji yên ku xwe herî demokrat nîşan didin heta bighîje herî despotan beşa ku herî zêde bi awayekî bêedaletî nêzîkahî li wan çê dibe jin in. Rêbertiya me di hevdîtinên ku bi heyetan re pêk anîne de ji bo buhrana giran ku tê jiyandin wiha destnîşan kiriye “Çareserî bi mafê jinê ya bi wekhevî û azadî re çê dibe, hiqûqa jinê, hiqûqa azadiyê ji bo min esas e” û berpirsiyariya me ya di vê mijarê de ji me jinan re ji nû ve dahiye bibîrxistin.

Bipêşxistina pergala edaleta civakî ya sparteya hiqûqa jinê ku wek exlaqa jiyandî ya civakê raboriyek wê ya bi hezaran salan heye peywirekî ku pêwistî pê heye bi qasî hêla xwe ya dîrokî di hêla pirsgirêkên rojane jî zûtir were bicihanîn. Em bawer dikin ku xebatek wisa ya di dabînkirina avakirinê ya sparteyî bingeheke edaleta civakî ku azadiya jinê esas digre û lêhûrbûneke pêşîn dabîn dike dê di têkoşîneke di vê hêlê de û ji hewldanên me re jî tevkariyê pêşkêş bike

EDALET JIN E

Di derbarê edaletê de ewqas zêde tişt hatine nivisîn û xêzkirin ku fêmkirin û sepandina wê ya di pratîkê de tam rewşeke nehêniyê girtiye. Mirov dikare bibêje ku li cîhanê têgihînên edaletê yên pircureyî hene. Her kes ji edaletê behs dike, her kes vî zimanî bikar tîne. Di vê wateyê de têgeheke ku pergala mêtinger herî zêde li ser tevliheviya têgehê çê kiriye û berevajî kiriye jî têgeha edaletê ye. Bi zagonan nasîna edaletê û tenê bi heq-hiqûqê re wekhevîkirina wê şaşiyeke mezin e. Ev nêzikahî dibe sedem ku têgeh di wateya teng û teşeyî de bimîne. Her tim bi bi dîroka nivîskî an jî tenê bi lêvegerandina civakê destpêkirina edaletê jî wate û nirxa têgehê dide qedandin. Guherandina me ya nêrîn û têgihîna xwe ya di derbarê edaletê de di hêla pêkanîna “Şoreşa Zîhniyet Û Wijdanê”de pêwist e. Dema em edaletê ji nû ve terîf dikin divê em di vê mijarê de potansiyela xwe ya fêmkirinê û asoya xwe fireh bigrin, em bikaribin edaletê di navenda jiyan, xweza-gerdûnê de bidin bicihkirin.

Edalet bi terîfî wek têgeheke ku rastiyê, duristiyê, teraz û wekheviya di navbera mafên kes û civakê de vedibêje tê teswîrkirin. Lê ev hêlkî wê ye. Rêber APO di terîfkirina ku derbarê edaletê de kiriye de dibêje “Edaleta rastîn dikare di nav feraseteke wekheviyê ku cihêrengiyan bingeh digre de pêk were”. Wekî ji vê pênaseya wî jî tê fêmkirin edalet, têgeheke ku cihêrengiyan diparêze, wekhevî û lihevkirinê dabîn dike destnîşan dike. Wisa be ji bo fêmkirina têgeha edaletê em dikarin jêderka wê wekî rastiyeke ku diçe heta çêbûna gerdûnê bigrin dest û binirxînin.

Edalet diyardeyeke ku hemû candaran -gerdûn jî tê de- werdigre, wateya gerdûnî dihewîne ye. Ger em ji felsefeya ‘fêmkirina gerdûnê fêmkirina edaletê ye’, bi rê bikevin, dema em seyra pêkhatina gerdûnê vekolînin em dikarin bibînin ku gerdûn jî pergaleke edaletê ye. Wekî ji encama ku mirovên zanist ji fizîka kûantûm a dawî der xistine jî tê fêmkirin, hemû cihêrengî, curbicurî û kirariyên(işleyiş) li gerdûnê, nîşan didin ku îro em bi gerdûn-xwezayek zindî re rû bi rû ne. Dema em mucîzeya mezin a -teqîna BîngBangê- ku ji enerjiya di nuqteyek bi qasê serê derziyê de kom bûye de derketiye holê raçav dikin em bi organîzasyoneke mithîş re rû bi rû dimînin. Ji perçeyên bin atomê bigre heta stêrkan, ji gerestêrk, ax, av û nebatan heta ajal û mirovan seyra pêkhatina cihêrengî û cur bi curiya bi milyoan candaran, tevgerên wan ên bi azadî hebûna têkiliyke sîmbîyotîkî derdixîne holê. Cihêrengiyên wek tevgera Heyv û rojê, leza roniyê ku di saniyeyê de 300.000 km. diçe, hebûna Hîdrojen û Helyûmê, wek sekna libeke qûmê ya herî biçûk a li cîhanê bi xwe jî bê ku hev bitepisînin, an tune bikin pêkhatina wê ya domdar nîşan dide ku li gerdûnê pergaleke edaletê li kar e. Ger edalet, li xwezayê di nav hemû candaran de terazek, di nav cihêrengî û pir rengiyê de aheng û wekheviyê îfade dike, wisa be ya ku herî baş edaletê dabîn dike û dixebitîne xweza-gerdûn bi xwe ye.

Tê dîtin ku xweza-gerdûn qet ji vê teraz û xebitîna navxweyî tawîzê nade. Her tişt di nav aheng û  terazê de dixebite. Lewre her çiqas cinawirê endustriyalîzmê xweza û pergala-eko rûxandibe, teraza wê xera kiribe jî gerdûn-xweza tu car ji pergala xwe tawîzê nade. Ger di gerdûnê de parçik-enerjî û tevger nebûna dê ewqas cihêrengî û curedarî pêk nehatana. Di koka her pêkhatinek candar a di gerdûnê de rêgezek edaletê heye. Mînaka herî şênber a vê yekê xweza bi xwe ye. Ji pêkhatina demsalan heta kevza deryayan, ji tek şaneyê heta bi milyonan şaneyan, bi zêdebûnê, bi cihêrengbûniyê her tim bi vê awayê domandina temena xwe ya herka gerdûnê tenê candarbûna xweza-gerdûnê nade xuyakirin di heman demê de nîşan dide ku ew di nav vê herkê de pergaleke edaletê ya bi xwezayî pêk tîne.

Di vê hêlê de çawa ku em nikarin têgeha Edaletê bi hêz û desthilatî, bi zîhniyeta mêrê serdest bigrin dest, dê nirxandina ji mîrasa dîrokî ya civakê dûr jî dîsa nêzikahiyeke çewt û şaş be. Edalet mîrasekî ye ku ji gerdûnê heta xwezayê, ji xwezayê heta mirovan, ji mirovan heta civakê tê. Edalet fazîletek ji taybetmendiyên herî pêwîst ên tevgera exlaqî ye ku di wijdana mirovan de bi cih bûye û aîdê civakbûniyê ye.

“Edalet”a ku beriya şaristaniya bi dewletî palpişta bextewariyê, azadiyê bû pergaleke li dor jinê îfade dikirin. Ji ber vê yekê di gelek ziman û çandan de edalet wek peyvek mê an jî bi jinan re, bi xwedawendan re hatiye hêmakirin. Peyva dad a di Kurdî û Sumerî de hem tê wateya dayê hem jî tê wateya edalet û darazê. Ev têgeh di Zerduştiyê de jî bi wateya hiqûqê hatiye bikaranîn. Ji vê hêlê ve peyva dadgehê ku wek warê edaletê hatiye têgehkirin her çiqas di Kurdî de tê wateya warê jinê jî di rewşa heyî de warên edaletê ku wek dadgeh hatine sazûmankirin heta tu bibêjî sar, bê rengê jinê û karaktereke nêrbûyî girtine. Peyva Edaletê ku di gelek zimanan de mê ye di Tirkî, Farisî û Erebî de wek navê jinan tê bikaranîn. Peyvên dîke ya ku bi Yewnanî tê wateya edaletê û jûstîce ya ku îro di Îngîlîzî, Fransizî û gelek zimanan de tê bikaranîn jî ji navên xwedawendên edaletê hatine. Di roja me de hê jî li dadgehan an jî li ber avahiyên Edaletê peykerên jinan ku di destê wan de terazî û şûr hatine hêmakirin jî Themîsa xwedawenda Yewnanî an jî Jûstîteyê û Astrea (Dîke) yên xwedawendên Edaletê yên Romayê nîşan didin.

Ji van peykeran re bi giştî navê Lady Jûstîte “Edalet Xanim” tê dayîn.

Dema em lêhûrbûna rastiya civakê ya dîrokî bikin pênasekirina edaletê, ya wek rêgezeke bingehîn a şêwaza jiyana civakî ku li dor jinê şêwe girtiye dê rast be. Hêza pêşeng ku herî baş pergala jiyanê ya civatên van mirovên pêşîn ku em dikarin bibêjin civaka Xwezayî û piştê wî jî bibêjin civaka Neolîlîtîk birêxistin kiriye û venihêrtiye jin e. Ev civatên mirovên pêşîn ku bi berhevkarî û nêçîrvanî re mijûl bûne nirxên exlaqî afirandine û jiyana xwe bi şêwazeke kolektîf û hevpar bipêş xistine. Şêwaza jiyanê û têkiliya civakî ku li dor jinê bipêş ketiye bi komunalî, wekhevî, parvekerî û exlaqê re tevahîbûyî pêk hatiye. Feraseta hêz-desthilatîbûnî û hikumkirina li civakê di vê pergala navend jinê de hêna bipêş neketiye. Rêze ezbeta ku ji dayîkê tê destpêkeke civakîbûniyê ye. Dayîk-jin di civakê de xwediyê otorîteyeke xwezayî ye. Ev cewhera di jinê de, cewhereke di derbarê bipêşxistina civakîbûniyê de ye û bi civaka wê re yek e. Hikumkirin, li civakê bikaranîna ‘Zor’ê di vê wateyê de ji cewhera jinê re nêzikahiyeke ters e.

Edalet, diyardeyek e ku ji destpêka dîroka civakan heta roja me hebûye. Divê baş bê zanîn ku di astên pêşveçûyîna civakî de nirxên ku jiyanê û civakîbûniyê bi awayekî herî baş dabîn dikin di pêşengtiya jinê de bipêş ketine û mirovahî îro hebûna xwe ji van nirxan re deyndar e.

Ev taybetmendiyên ku hê jî di jinan de dijîn, wergiriya wê ya li civakê, ked û berhemdariya wê, cewhera wê ya aştîxwaz û parveker ji pergala edaleta civakî ya dayîk xwedawendê tê. Dîsa nêzikbûna jinê ya ji xwezayê re, têkiliya wê ya bi xwezayê re wek têkiliya dê-zarokeke/î ye. Çawa ku li zarokan dinêre, wisa li axê, nebatan û li ajalan dinêre, bi wan re dibe dost. Bi awayê bîyolojîkî jî jin bi xweza-gerdûnê re xwediyê taybetmendiyên manend e. Herkokiya domdar a jiyanê û her tim xwe nûkirin di jinê de jî pêk tê. Jin, bi jiyanê re, bi xwezayê re tê wekhevîkirin, ji hêla civaka xwe ve tê pîrozwerkirin. Taybetmendiyên wek pêhisînîtî, pîrozwertî, edalet, azadî û aştî di xwezaya jinê de hene. Bi xwezayê re her tim di nav empatiyek de ye, bê ku cudatiyê bike ji hemû candarên ku di xwezayê de têkilî pê daniye bi astek adil û wekhev hezkirin belav dike. Ji ber vê yekê jin xwe bêhtir nêzê xwezayê dibîne, baş dizane ku perçeyek ji wê ye, kurteyek xwezayê ye.

Jina ku vê dizane, pergala xweza-gerdûnê li civakîbûniya xwe jî tîne, pergala jiyana komunal bi awayekî bi edalet, bi exlaq û azad pêk tîne. Di pergala civaka Neolîtîk de herkes şêwaza jiyaneke azad, wekhev û adil didomîne, rêzikên civakî bi exlaqê tên destnîşankirin. Şêwazeke jiyanê ku nakokiya çînî tune ye, herkes di asteke wekhev de tê girtin heye. Bi vê wateya xwe bingeha edaleta civakî ya pêşîn bi hewldan û keda jina dayîk xwedawend bi xwe hatiye avêtin û her ku çûye van nirxên komunal – ked, afirînerî, exlaq, wekhevî, azadî, demokrasî, egîdî, xweşikahî û edalet- şoreşa civakî ya mezin a dîrokî- Şoreşa Neolîtîkî- pêk aniye.

Ger were pirsîn em ji ku dizanin ku di jiyana sparteyî edaleta jinê de pirsgirêkên giran ên civakî ne di rojevê de ne; di pêvajoya ku heta derketina holê ya bajar dewletan derbas dibe de tunebûna gorên ku di encama şerekî de ji kuştina gelek hejmar mirovan çê dibin îspata herî pêwîst a vê awayê ye. Dibe ku di civakê de li teşeya kirina karekî an jî di navbera mirovan de pirsgirêk û pevçûnên takekesî çê bûne. Lê ji ber ku ev pirsgirêk di esasê rêkezên exlaqî de hatine çareserkirin nebûne sedema lêkdan, pevçûn û şerên mezin.

 

XWEDAWENDÊN EDALETÊ-EDALETA XWEDAWENDAN

 

Jiyana ku li dor jinê bipêş ketiye û edaleta wê di mîtolojiyan de wek Xwedawendên Edaletê tê îfadekirin. Di mîtolojiyên Sumer, Hîtît, Misir, Yewnan û Romayê de ên ku edaletê temsîl dikin xwedawend in. Bi pêşveçûyina pergala bêedalet a mêrê kone yê pêşberê pergala komunal, wekhevîparêz û biedalet a jin dayîkê re lêgerîn û pêdiviya ku ji edaletê re heye gelek zêde bûye. Ji bo parastina exlaqa di civakê de, zagonên pîroz neyên binpêkirin ev xwedawendên edaletê venihartina jiyan û tevgerên mirovan dikin. Ji metelokên pêşîn ku pişt re wek belênayên guneh-xêr, bihuşt-dojeh ketine olan di van vegotinên mîtolojîkî de em gelek dibînin.

Di Akadan de di kevaleke ku li ser Îştarê hatiye verastkirin de gotinên; “Ez ku Xwedawend Îştar im, Jiyana ku tê gotin im, Hûn ji min re bibêjin mirin jî. Zagona kut ê gotin im, hûn ji min re bibêjin dererêzik jî.  Ya ku hûn lê digerin û ya ku hûn dibînin ez im. We min li her çar hêlan reşand û niha hûn li parçeyên min digerin” wek feryadên dawî yên xwedawenda ku xwediya zagonê ye ku li hember xwedayên kone vegotine.

Navê Nazî (Nanşe) ku xwedawenda ji tevgerên exlaqî ya Sumeran berpirsiyar e li partiya faşîst a Elman ku berpirsiyara qirkirina bi milyonan mirovên ji gelên wek Çîngene, Cihûdî, ji beşên demokrat, sosyalîst-çep ku di nav wan de Roza Luksembûrg jî hebû lêkirina vî navî jî berevajîkirina mezin ku hatiye kirin destnîşan dike. Di Sumeran de xwedawend Nanşeya ku edaleta civakî diparastin salê careke mirovan ji ber tevgerên wan ên baş an nebaş dahine darizandin û xeraban ceza kirine. Ev bawerî di Îslamê de di pazdehê meha Şehbanê de wek Qendîla Beratê tê pejirandin. Tevgerên ku xwedawenda edaleta civakî Nanşe di mirovan de naecibîne jî di kevalan de bi van gotinan hatine îfadekirin:

Ya ku sêwiyan dizane, bî mahiyan dizane,

Zilma ku mirov bi mirovan dikin dizane,

Ew dayîka sêwiyan e.

Ya ku biyên Nanşeyê diparêze,

Ya ku ji xizanan re mafnas e.

Ji xwelêgirtiyan re hembêzê ve dike,

Keybanû ye ew ji bêhêzan re starê dibîne.

Tevgerên ku naecibîne;

Ên ku di rêyên bêqanûnî de digerin,

Ên ku li kevneşopiyên derbasdar nanêrin, peymanan xera dikin.

Ên ku li cihên nebaş bi awayekî ecibandî dinêrin,

Ên ku li şûna pîvaneya bi giraniya mezin biçûka wê dixînin,

Ên ku li şûna pîvaneya dirêj kina wê dixebitînin

Ên ku tiştekî e aîdê xwe dixwin lê nabêjin “min xwar”

Ên ku vedixwin û nabêjin “min vexwar”

Mirov kesên nebaş in ji bo xwedawend Nanşeyê.

 

Di civaka Sumeran de digel pêşveçûna desthilatiya mêrê çîndar û bi dewlet hebûna jinên dadger û ji hêla jinan ve dîtina dozên di derbarê jinan de jî hêza edaletê ya sparteyê jinan destnîşan dike. Di roja me ya îro bi xwe de jî di dozên derbarê jinan de peywirgirtina parêzer na jî dadgerên jin, darizandinên ku reseniya jinan hîmaye dikin nayên kirin.

Risteyên wek “Xwedawenda Roja Arînnayê! Tu mezin î! Di nav xwedayan de tu xwedayek wek te nehatiye bilindkirin û ne mezin e. Xwedawenda edaletê tu yî!” ku ji xwedawenda rojê ya Hîtîtê Arînnayê re hatine vegotin jî xwedawenda xwediya edaletê destnîşan dikin. Di fealiyetên sêrkirinê de ku tê zanîn di Hîtîtan de jin bêhtir bi bandor bûne ji hêla “jinên pîr” ve li hember şerên nav malbatî, kuştinan, ji xwarê girtina mêr an jî hevjîna wî, kesê/a ku li serê hevala/ê xwe dixîne û li hember gotina xerab di gelek cure mijaran de rîtuelan saz dikin. Li gor tê diyarkirina rîtuela ku jina pîr ji bo lihevanîna ferdên malbatê saz dikirin bi mebesta xelaskirina ji bandora neyînî ya gotinên “xerab, lenetkirî, tehl” ku di dema pevçûnê de ji hev re gotine û pevçûna wan a carek din asteng bike, van gotinên xerab ên lanetkirî bê ku careke din paş ve vegerin ji wan bide bidûrxistin dihatin sazkirin. Pîra sêrkar di vê rîtuelê de wiha dibêje;

 “Ger bav û kur, mêr û jin an jî xuşk û bira pev biçinin dema pevre bin ez dê wan li hev bînim.”

Belgeyên di derbarê dozên ku Pûdûhepaya keybanûya Hîtîtê ku bi eslê xwe Hûrrî ye li dadgehê dadger bûye hatine dîtin. Heta Pûdûhepa ew keybanû ye ku li hember dizî û bêrêtiya di serayên Hîtîtê de “operasyona destên paqij” ku derbasê rûpelên dîrokê bûye pêk aniye.

Beriya Mûsevîtiyê navê Îştarê ya di civakên Kenanê de Astarte bû. Astarte û tevî wê Anata ku xwedawenda bereketê ya Fenîkehiyan bû jî wek xwedawenda edaletê dihatin zanîn.

Li Misrê Maata ku xwedawenda Edalet û Rastiyê bû; keça Ra ye û hevjîna Thoth e. Maat wek jineke dirêj ku bi porê wê ve pûrta hêştirmeyê heye hatiye diyarkirin. Ev pûrt başiya saf, heqîqet û rastiyê temsîl dike. Di Pirtûka Miriyan de tê îfadekirin ku navê eywana ku kes piştî mirina xwe ji hêla xwedayan ve tê de tên lêpirsînkirin jî Maat e. Di vê salonê de dilê mirî di kefeya teraziyê de tê danîn, li kefeya din jî çavek an jî pûrta çûkê ku sembolên Maatê ne disekine. Pûrta Maatê ji bo biryarê bide ka mirî jiyanek saf û durist jiyaye an nejiyaye dilê mirî teraz dikirin. Ger dil bi pûrtê re di terazê de bimîne, li Dûata ku wek cîhana binerd a mirî tê zanîn ji bo jiyana bêmirin maf bidest dixîne. Lewre dilê bi qasî pûrtekî sivik tê wê wateyê ku barê gune û Îblîsî hil nagre. Ruhên ku ji ber guneyên xwe giran tên ji hêla cinawir Ammîtî ve tên xwarin.

 

Ji Demetera Yewnanî û Îsîsa Misrî re ku xwedawendên ku berdewamiya perestîşa Înannayê ne wek zanatiya dilpakî, belavkarên edalet û şîretê û sazkarên zagonê dihatin niyazkirin.

Di mîtîlojiya Yewnanê de ji gelek çîrok û xwedawendên ku ji parastina pergaleke adil berpirsiyar in tê behskirin. Yek ji vana Tehmîsa keça Ûranoz û Gaîayê ku wek tîtaneke mê tê pênasekirin e. Xwedawenda edaletê, nêrit û adetan e. Navê Themîs ji kokeke ku tê wateya têxistin, bicihkirin,  rûniştandinê çê bûye. Themîs, qanûn e, rêzik e, zagon bi xwe ye. Di cîhana xweda-xwedawendan de jî di ya mirovan de jî naguhere, ev zagona xwezaya nemir û gerdûnî ne. Zagona Xwedayî ye, dijberê wê zagona mirovî jî Nomos e. Zagonên ku dijberê “namûs”ê ku di roja me de hê jî dema mêr jinan qetil dikin xwe dispêrin temsîl dike. Ango nomos rêzikên mêrî ne, Themîs parêzgera zagonên xwedayî ya çanda xwedawend a hezaran salan e. Tê gotin Themîsa ku li Olymposê jiyaye seroktî ji civînên xwedawendan re kiriye, pergala li Olymposê parastiye. Themîsa ku bi Zeûsî re zewicî ye; Hora û Moîrayan anîne dinê. Hora sê xuşk (Eûnomîa, Dîke, Eîrene) in ku xwedawendên dem û demsalan in. Eûnomîa tê wateya dîsiplînê, Dîke tê wateya heq, rastî û edaletê û xwedawenda aştiyê Eîrene. Moîra jî xwedawendên qederê ne. Sê xuşkên ku paya jiyana bi bextewarî û bedbextiyê didin mirovan jî Klotho, Lakhesls û Atropos in. Dîke li hinek deran jî bi navê Astrea tê zanîn û heq û edaletê nîşan dike.

Astrea, hewl dide mirov di gotinên xwe û tevgerên xwe de ji rastiyê veneqetin. Tê gotin ku ev xwedawend tenê di dahina şîretan de dimîne û di xistina nav tevgerê de bêkêr bûye. Di civakek ku her ku çûye hêza dayîkxwedawendê hatiye lawazkirin, baviksalarî hatiye bisazîkirin de ev me zêde jî nade heyirandin. Astreaya ku fazîlet û edaletê îlham dike, di heyama ku mirov bextewar dijiyan de di nav wan de jiyaye. Dema bêexlaqî û xerabî zêde bûne der ketiye asîmanê û di nav stêrkan de bi cih bûye. Wek xwedawenda ku piştî ku mirov dimrin wan di nav stêrkan de didarizîne tê zanîn.

Nemesîs jî ku xwedwendeke din e xwedawenda exlaqê ye ku edaleta li cîhanê diparêze û heqiyê ji neheqiyê cuda dike. Wek heyîneke ku bêpîvaniya di mirovan de, pêbaweriya zêde ya ji xwe û bextê xwe re ceza dike tê nîşandan. Xwedawendeke din ku xwedawenda edaletê ye û ji kesên ku bi hêrsê dikevin re ranavtina sakînbûnê dike jî Praksîdîke ye. Tê rîwayetkirin ku ya wê jî du keçên wê yên bi navê Arete ku tê wateya fezîletê û Homonoe ku tê wateya yekîtiyê hene.

Li Romayê jî navê xwedawenda edaletê Îûstîtîa (Jûstîtîa) ye. Dişibe Dîke ya di mîtolojiya Yewnanê de. Îûstîtîaya ku di serdema zêrî de di nav mirovan de diman, piştî zêdetirîn sûckirina mirovan rê li ber xweranegirtina wê ya li rûerdê ve kiriye. Der ketiye asîmanê û di nav bircan de bûye birca bakîreyan.

Di civakê de vebeyna îstindakirina hem zagonên civakê hem jî yên xwezayê ya li xwedawendan heyameke ku ezbet, mîras û mafê derketina textê bi dayiksalarî tê diyarkirin destnîşan dike. Tê dîtin ku di hêla saziya zewacê de jî bijartina jinê û mafê girtina wê ya gelek hejmar hevjînan jî heye. Pişt re bi tevahî hatina rewşa baviksalarî û hêla bavî ya van zagon bi belavkirina civakîbûniya li derdora jinê pêk tê. Di heyama ku baviksalarîtî dest bi sazîbûniyê kiriye bi xwe de jî mirov bi zêdeyî rastî şopên vê awayê tê. Di dema ku xwedayên nêr û xweda-qral di rêveberiyê de bûne de jî em rastî hebûna jinên dadger tên. Di nivîsek de Îştar wiha dibêje “hebûna min a di danişînê de, hebûna jineke ku mijarê fêm kiriye ye”. Qeydên ku li Mezopotamyayê dadgerbûnî û peywirkarbûniya hikûmetê ya jinan nîşan didin hatine derxistin. Ev qeyd diçespînin ku di sedsala 8. a B.Î. jî jin di rewşeke rêzdar  pêwîst de bûne. Belgeyên zagonê yên di derbarê Elamê yên piştî salên nêzê 2000 yên B.Î. de nîşan didin ku jin tekane wêris in. Jineke zewicandî xwe ji hevkariya mîras a bi hevjînê xwe re bi dûr dahibû, sêwirîbû ku mîrasa xwe ji keça xwe re bihêle. Di kevalek din de, tê destnîşankirin ku divê mîrasa zarokên keç û kuran wekhev were parvekirin, navê zaroka keç pêşî dihatin bibîrxistin. Di çend tabletan de jî dihatin gotin ku mêrî her tiştê ku xwedî ye ji hevjîna xwe re hiştiye; zarok tenê dema ji dayîka xwe re rêzdar bin û lênêrîna wê bigrin ser xwe dikarin mîrasê bigrin.

 

ZAGONÊN MÊRÎ

Zihniyeta pergala baviksalarî ku piştî pêvajoyeke ku ji bedena jinê bigre heta hemû têkiliyên wê yên civakî her tiştên wê pîroz dihatin dîtin pê ve bi pêş ketiye û jinê bi dijminkirin û şeytankirinê, aniye rewşa çavkaniya xerabiyan vebeyna xwe dahiye zagonan jî ku mêrî şêwe dahiye pê. Heyameke ku wek çîrokên ku dayîkxwedawend her ku çûye lawaz bûne, hatine kuştin, pergala wan hatiye rûxandin, hemû hunera wan hatiye xespkirin vebeyna xwe dahine mîtolojiyan dest pê dike.

Di mîtolojiya Sumeran de Enkî, di Babîlê de Mardûk, di Asûran de Assûr, di Hîtîtiyan de Teşûp, di Fenîkeyê de Baal, di Yewnanan de Zeûs, di mîtolojiya Romayê de Mars, di Latîniyan de Jove di panteona xweda-xwedawendan de wek tek xweda bilind dibe. Ev xwedayên ku piranî bi bager, roj û birûskan tên bibîranîn derbasbûna olên tek xwedayî jî îfade dikin. Di gelek çîrokên mîtolojîkî de ev xweda bi sembolîzekirina pergala beriya xwe û bi kuştina xwedawendeke nîzamê tînin cîhanê. Xwe wek xwedayên ku li hember çêbûna tevlihevî û bêexlaqiya ji ber zagonên heyama dayîkxwedawendan ên ku pergalê danîne îlan dikin. Di çîrokên mîtolojîkî de ev rewş wek bi kuştina cinawirek, ejdehayek an jî marek bidawî hatina aloziyê hatiye vegotin. Êdî zagonên ku di xweza û civakên mirovan de derbas dibin tên rewşa zagonên xwedayek serwer û şervan. Kesên ku serî ji vê re daneynin jî ji hêla van xwedayan ve tên cezakirin. Bi demê re wekhevîbûna peyvên wek qanûn, rêzik û zagonê ya bi ol û xweda re jî bi vê re bi pêş diveke. Navê Jove yê xwedayê Romayê ku ji peyva ius tê û bi Latînî tê wateya qanûnê jî palpiştên îdeolojîk ên hiqûqa Romayê ku çavkaniya hiqûqa modern e nîşan dide.

Bi pêşketina îdeolojiya xanedanî û serweriya mêr re rastênhev parastina ezbetê, pêwistiya xwedîbûna lawên ku ezbeta mêran berdewam bikin her ku çûye zêde bûye; vê jî bi taybetî veybeyna xwe dahiye zagonên bi mijara zewac, hevberdan, zîna û mîrasê. Ev rewş heta roja me ya îro di hemû zagonan bi nivîskî, bê nivîskî de roleke diyarker dilîze. Di hêla jinan de ji ber ku di derbarê aîdbûna wan a zarokên ku tînin de ximamiyek tune ye ji bo mêran bi pêşketina zihniyeta baviksalarî re ev rewş pirsgirêkek bingehîn çê kiriye. Ji ber ku di bin venêrînê de girtina bedan jinan bêgavî didîtin vê vebeyna xwe dahiye ruhê hemû zagonan jî.

Her çiqas were gotin ku di perestgeha Mardûkî de ku bi kuştina Tîamata dayîka zagonên herî kevin bûye serekxweda li ser kevalên kevirî Qanûnên Hammûrabî hatibin nivîsandin hebin qanûnên niviskî ku ji wê jî bipêştir ketine dîrokê jî hatine dîtin. Di Reformên Ûrkagînayê (B.Î nêzê 2300) de tê behskirin ku jinan berê dikaribûn du mêran bikin; lê di dema rêveberiya vê qralî de ew jî hatiye qedexekirin. Li gor zagonên Eshnûnnayê mêrê ku digel zarokanîna hevjîna wî ya yekemîn jî ger jineke duyemîn bikirana bê mal û bê milk ji mal dihatin avêtin. Di Eshnûnnayê de ger jineke dema hevjînê wê di şer de bûye ji mêrekî din zarok anîbe ji hevjînê wê dihatin payîn ku hê jî wê jinê wek hevjîna xwe bihesibîne. Ji cezayeke ku ji ber têkiliya zayendî ya derzagonî hatibe dayîn nedihatin behskirin. Li gor zagonên Hammûrabî ger jineke bi mêreke din re bikeve têkiliya zayendî ji wê dihatin payîn ku biçe perestgehê sond bixwîne pişt re jî li mala xwe û hevjînê xwe vegere. Zagonên Asûr û Îbraniyan jî mafê kuştina jinê û yarê wê didan hevjînê wê. Zagonên ku hê jî di pergalên eşîr û baweriyan de kirine wek qilfa kuştina jinan jî çavkaniya xwe ji vê digrin. Bi birayê mêrî re zewicandina jina ku hevjînê wê miriye bi îdeolojiya xanedaniyê re der ketiye holê û bûye zagona gelek dewletan jî. Zagonên di derbarê mîras, zîna û recmê de jî sepanên ku di zagonên Tewrat, Babîl û Hîtîtan de cih digrin lê çavkaniya xwe ji zagonên gel ên exlaqî ku dijîn nagrin in.

Bi sazîbûniya serweriya mêrî ve girêdayî em ji xebitîna pêvajoyeke hêzdarbûna baviksalarîtî û bêhêzdarkirina jinê re dibin şahid. Ev rewş vebeyna xwe dide rêzik û zagonên dewlet an jî olan jî. Di zagonên 12 lewheyan de ku palpişta hiqûqa Romayê ne reysê malbatê bav e û bavê malbatê li ser hevjîn û zarokên xwe xwediyê hêza jiyan û mirinê ye. Li Tirkiyeyê hikma Qanûna Medenî ya di hêla ku reysê malbatê ya bav e ancax di demek nêz de bi têkoşîna ku jinan meşand karibûye were guhertin.

 

HIQÛQA JINÊ YA OLAN

Derketina pêşîn a olên Îbrahîmî derketineke exlaqî ya li hember qral xwedayan bûye. Lê ji sazîbûniya baviksalariyê re jî alîkariyên pêwîst kiriye. Di çîroka Adem û Hewayê de ku afirandina mirovan a wek mêr û jin û qewirandina wan a ji bihuştê vedibêje pênasekirina jinê ya wek gunehkar û ya duyemîn di sepanên arasteyî jinan a di olan de heta roja me ya îro jî faktoreke diyarker e.

Di Tewratê de afirandina jinê ya ji parsûya mêrî û ji ber xapandina wê ya ji hêla marî ve û qanîkirina wê ya Ademî cezakirina wê tê gotin. Jin bi welidandina di nav êşan de û qebûlkirina hevjînê xwe wek efendî hatiye mehkûmkirin, mêr tenê bi dabînkirina debara xwe ya bi rijandina xwêdana eniyê hatiye cezakirin. Di Încîlê de jî hatiye vegotin ku Hewa piştî Ademî hatiye afirandin û di mijara gunehê pêşîn de bi awayê “ewê ku hatibû xapandin jî ne Adem bû, jin hat xapandin û sûcê pêk anî” hatiye gotin û ji ber vê yekê tê xwestin ku “jin bêdeng û sernerm” be. Destûrnedahina jinê ya hînkirinê û serweriya wê ya li mêrî jî bi vê rewşa gunehkariyê ve tê girêdan. Tê diyarkirin ku jin kefareta vê gunehê xwe dê bi welidandinê bixerimîne. Di Quranê de bilêvkirinek di derbarê afirandina jinê ya wek duyemîn û ji parsûyê mêrî de tune. Lê rewşa duyemînî ya jinê hatiye îfadekirin. Di hinek hedîsan de jî wek ya Tewratê hatiye destnîşankirin ku jin ji hestiyê parsû hatiye afirandin. Di mijara qewirandina ji bihuştê û gunehkarbûnê de jî ne bi awayê ku jin bi marî an jî Îblîsî hatiye xapandin û mêrî xapandiye, bi awayê ku Adem û Hewa ji hêla Îblîsî ve hatine xapandin hatiye nivisandin.

Ji ber ku zagonên di derbarê zîna, hevberdan, mîras û zewacê yên di Tewratê de sazîbûna serweriya mêrî îfade dikin li gor Xiristiyanî û Îslamê hikmên hişktir vedihewînin. Ji zagonên wek bi keviran kuştina jin û mêrên ku zîna kirine, bi gelek hêsanî berdana jinê ya ji hêla mêrî ve, ji ber wek milkekî dîtina jinê piştî mirina hevjînê wê bi birayê hevjînê wê re zewacandina jinê re Tewrat çavkaniyê dike. Di Xiristiyanî û Îslamê de di van mijaran de bi dîmaneyî nêzîkahiyeke erînîtir heye.

Em dikarin nêzikahiya her sê olan a li zînayê ji vê re mînak bidin;

Di du ayetên Tewratê de ku nêzikahiya di vê mijarê de îfade dikin wiha tê gotin; “Nêzê sê mehan şûn ve ji Yahûdayî re agahî dan gotin “bûka te Tamarê zîna kiriye, niha ducanî ye”. Yahûdayî got, “Wê derînin derve û bişewitînin”. (Pirtûka Afirandinê 38: 24) , “Kesekî bi hevjîna kesekî din re, ango bi hevjîna cîranê xwe re zînayê bike, hem ew, hem jî jina ku pê re zînayê kiriye teqez dê bên kuştin.(Levîyên 20: 10).

Di Încîlê de cih ji bûyereke mînak re di derbarê divêtiya nermkirina helwesta hişk a Mûsewîtiyê de hatiye dayîn; “Zanayên olê û Ferîsiyan, jineke ku di dema zînakirinê de hatibû qefaltin anîn. Jinê derxistin naverastê û ji Îsayî re gotin, “Mamoste, ev jin tam dema zînayê dikirin hat qefaltin”. “Mûsayî di Zagonê de ji me re ferman kir ku em jinên wiha ricim bikin, tu çi dibêjî?” Vê yekê bi armanca cerbandina Îsayî digotin; ji bo bikaribin wî sûcdar bikin li sedemek digeriyan. Îsa xwar bûbû, bi tiliya xwe li ser axê nivîs dinivisandin. Piştî ku wan bê navber heman pirsê kirin rabû ser xwe û got, “di nav we de kî bê guneh e, bila kevira pêşî ew biavêje!”. Pişt re dîsa xwar bû, li ser axê dest bi nivîsê kir. Dema vê bihstin, di serî de yên extiyar, yek bi yek der ketin derve û Îsayî bi tenê hiştin. Jinik jî di naverastê disekinî. Îsa rabû ser xwe û jê pirsî, “Jinik, ew li ku ne? Tu kesek ji wan te nedarizandin?”. Jinikê got, “Tu kesek ji wan Ezbenî”. Îsayî got, “Ez jî te nadarizînim”. “Biçe, ji vir û pê ve êdî gunehan neke!” (Yûhanna – 8)

Cezakirina jinan a bi recimkirinê zêdetir bi Îslamê re hatiye wekhevîkirin. Her çiqas li welatên ku bi Şerîetê tên birêvebirin ev ceza timî were sepandin jî di Quranê de ayetek wisa tune. Di Îslamê de di ayetên derbarê zînayê de hebûna şahidan hatiye xwestin û di derbarê kesên ku di vê mijarê de îftira kirine de jî ji cezayan hatiye behsikirin. Di sûreya Nûrê de li jin an jî mêrê ku zînayê kirine lêdana sed çovan, “ji bo her kesên ku li jinan zînayê îsnat kiribin û pişt re (ji bo îspantkirina vê) çar şahid neanîbin” jî lêdana heştê çovan û qebûlnekirina şahidiya wan hatiye destnîşankirin. Lê çavkaniya ku sepanên recmê dispêrin pê zêdetir hedîs in. Di yek ji van hedîsan de wiha tê gotin: “Xwedê Teâlayî Muhemmed (bi ola) heq şand û jê re pirtûk daxist. Di nav van daxistiyan de ayeta recmê jî hebû! Me vê ayetê xwend û jiber kir. Her wiha, Resûlullahî li kesên ku zînayê kirin cezaya recmê tetbîq kir, pişt re jî me tetbîq kir. Ez vê fikarê radigrim: Gava ji navberê demek dirêj derbas bibe, hinek der bikevin bibêjin: “Em di Kitêbullah de cezaya recmê nabînin (û dikarin averêya înkarê bin û) ferzek ji pirtûka ku Xwedê daxistiye biterikînin û bikevin delaletê. Divê hûn bizanibin recm, ger zînaya mêr û jinên ku muhsan in, -bi rêya delîl an jî ducanîbûnî an jî bi rêya mikurhatinê- sub-t (bûyera ku der ketiye holê) bibe, ya ku divê li wan were sepandin heqekî ku di Kitêbullahî de mewcûd e. Ez bi sonda ji Xwedê re dibêjim, ger mirov nebêjin: “Omerî li pirtûka Xwedê Teâla zêde kir” min dê ayeta recmê (di Kitêbullahê de) binivîsandana.” (Kutub-u Sîtte)

Mijareke ku di derbarê recmê de di vê û hedîsên din de balê dikşîne ji ber ku di Quranê de ayetek wisa nayê dîtin pêkanîna hinek nîqaşan destnîşan dike.

Her çiqas hikmên di hêla edaleta civakî ya olan di pirtûkên pîroz de cih digrin jî serî li çavkaniyên ku wan tîne awayê bikitekitî jî hatiye dayîn. Ji metnên olî ku qanûna medenî, rêzikên merasîmê û efsaneyên Cihûdî werdigrin re navê Talmûd hatiye danîn. Pirtûka Talmût pirtûka bingehîn e ku li dibistanên ku hahaman dighînin di perwerdehiyan de tê bikaranîn. Ji du beşên wek Mîşna û Gemara pêk tên. Mîşna wek hiqûqa Ceza ya Mûsewî tê pênasekirin. Beşa ku daxuyaniyên kûrtir ên Mîşna yên ji hêla hahaman ve vedihewînin jî wek Gemara hatiye pênasekirin. Di Mîşnaya ku ji 63 jêrbeşan pêk tê Beşa Sêyemîn: Naşim ango beşa “jinan” e. ji 7 jêrbeşan pêk tê. Hikmên di derbarê zewac, hevberdan, têkiliyên jin û mêran û Nazîrtî (wekhevtî-hevjîntî) de ne. Di Talmûtê de versiyonên cihêreng ên hinek efsaneyên di Tewratê de jî cih digrin. Talmût sedema ji hêla Xwedê ve afirandina Hewayê ya ji parsûya Ademî bi van gotinan radighîne: “Min jinê ji bo dilsivik nebe û ji quretiyê serê xwe li berzahiyê negre ew ji serê Ademî neafirand. Ji bo zêde lêkolîn neke jî min ew ji çavên wî neafirand. Ji bo bi dizîka guh nede û gotinan negerîne jî min ew ji devê wî neafirand. Ji bo dexesiyê neke jî mine w ji dilê wî neafirand. Ji bo destê wê dirêjî tiştên vala nebe jî min ew ji destê wî neafirand. Ji bo cihê beredayî negere jî min ew ji lingê wî neafirand. Min jinê ji parçeyek bedena Ademî ku her tim niximandî û veşartî ye afirand ku her tim niximandî û biîfet bimîne.”

Di hatina Xiristiyaniyê de hinek sererastkirinên ku dijminiya arasteyî jinan a pergala baviksalariyê qismen nerm dikirin cih girtine. Ji ber vê yekê di nav kesên ku pêşî ji Îsayî bawer kirin de hejmara jinan gelek zêde ye. Lig elek herêman baweriya dayîk xwedawendî bi awayê perestiya Dayîk Meryemê hatiye jiyandin, bi vê re têkildar hinek terîqet û civatên rahîbeyan hatine avakirin. Gelek sifatên dayîk xwedawendê li Dayîk Meryem hatine dahin. Di îlahiya Loreto ya Dêra Katolîk a Romayê de Meryem wek; Dayîka Pîroz a Xwedayî, Dayîka Rehmeta Îlahî, Dayîka Hizra Baş, Bakîreya Herî Rêzdar, Bakîreya Herî Hêzdar, Bakîreya Herî Birehm, Bakîreya Herî Bawermend tê binavkirin. Wek Neynika Edaletê, Şûna Zanatiyê, Sedema Kêfê, Deriyê Bihuştê, Stêrka Sibehê, Tenduristiya Nexweşan, Stargeha Gunehkaran, Dermana Biderdan, Qralîçeya Aştiyê, Nêrîngeha Dawûd, Nêrîngeha Dranfîl û Mala Zêrrî tê pesinkirin. Di Încîlê de tê gotin “zewicandina keça xwe baş e, lê nezewicandina wê jê baştir e” û li jinan şîret hatiye kirin ku wek destgirtiyên Îsayî ji Xwedê re xizmetê bikin. Saziya Rahîbetiyê di vê wateyê de ji bo jinan di mercên serdema hatina Xiristiyaniyê de wek vebijêrkeke jiyanê ya derveyî zewacê hatiye pêşkêşkirin. Dîsa di baweriya Katolîkî de hevberdan hatiye qedexekirin. Tekhevjînî esas hatiye girtin. Hatiye îfadekirin ku armanca esasî ya zewac û zayendîtiyê anîna zarokan e. Di Xiristiyaniyê de sê fîgurên jinê bi pêş dikevin ev;

1- Jina ji rê derxistî ya amûra şeytan

2- Jina ku hevjîn e amûra mêrî parêzgera malbatê

3-Jina ku wek dayîk amûra afirîneriya Xwedê ye

Şîrovekirinên arasteyî van nasnameyan di nêzikahiyên hêla jinan de diyarker bûne. Di heyamên hatina Xiristiyaniyê de di kesayetiya Dayîk Meryemê de teqdîskirin û bilindkirin li pêş e di pêvajoyên piştî we de gunehkarî, sûcdariya Hewaya ku webala gunehê pêşîn hildigre li pêş hatiye derxistin. Em dibin şahid ku Xiristiyanî çiqas dikeve rewşa oleke dewletê guherîneke di esasê dîtina jinan a wek gunehkar, jirêderxistî, çavkaniya xerabiyê ya ku bi îblîsî re hevkariyê dike de çê dibe. Di dîtina jinê ya wek gunehkar bi taybetî şîroveyên Ezîz Aûgûstînî jî gelek bi bandor bûne. Aûgûstîn şertên ku rê li ber xerabbûna jinê ve dikin rêz kirine û gotiye: “(jina ku) mexlûqeke ji xerabiyê dagirtî, dexes û ne bibiryar ne jî hevgirtî ye, çavkaniya hemû nîqaş, pevçûn û neheqiyan e.” Bi taybetî di serdema navîn de “nêçîra cazû” jî ku wek qirkirinên li ser jinên şîfakar, pîrik û zana ku bermahiyên dawî yên baweriya dayîk xwedawend bûn vê rewşê şênbertir bi pêş çavan xistiye. Papayê 8. Înnocentî di 1458’an de belavokek papatiyê weşandiye û destnîşan kiriye ku dêr cazûtiyê wek gefeke nû dibîne. Di nêçîrên cazûyan de ku wek qirkirinek jinê pêk hatiye ne tenê dêra Katolîk, mezhebên din jî helwestek hevpar nîşan dahine. Avakarê Protestaniyê Martîn Lûtherî bi gotina “ez dê wan cazûyan tev bişewitînim” danî ber çavan ku hevparê helwesta di vê mijarê de ye. Pirtûka Çakûça Cazûyan (Malleûs Malefîcarûm) ku rola daxuyandina îdianameya cazû çawa dikarin werin tespîtkirin lîstiye di 1486’an de weşandiye, gelek darizandin sparteya vê pirtûkê pêk hatine. Ji ber sûcdariyên cazûtiyê jin bi hêsanî dihatin girtin. Di hinek bûyeran de bê ku agahî an jî îfadeya wan hebe dikaribûn werin darizandin, sûcdar werin dîtin, pişt re jî dihatin şewitandin. Girtin dihatin wateya mirinê. Sepanên herî sadîst û hovane ku dikare were aqil û xeyalan li ser van jinan hatine ceribandin. Dema jineke bigotana ez pîriktiyê, şîfakariyê dikim piştî îşkenceyên ku lê dihatin kirin di kêliya ku “sûcê xwe” îtiraf dikirin digotin bi şeytên re yekbûniyê kiriye, zarok kuştine jî bi şewitandinê dihatin îdamkirin. Di ss 16. û 17. de li Îngilîstanê, Fransayê, Almanyayê, Bohemyayê, Polonyayê, Fînlandiyayê heta Îtalyayê, ji Îskoçyayê heta Rûsyayê li erdnîgariyeke fireh bi milyonan jin, wek qurbaniyên nêçîra cazûyan bi îşkence hatine kuştin.

Di Îslamê de mijarên aîdê hiqûqê bi têgeha şerîetê xistine rewşeke dîsiplînê. Şerîet bi Erebî tê wateya “rê, mezheb, metod, rêya ku mirovan dighîne rûbareke, dighîne çavkaniyeke ku av were vexwarin”. Şerîet ku tevahiya ayetên Quranê, (sunet/hedîsên) ku wek fiîl û gotinên Hz Mehemmedî tên fêmkirin û zagonên olî ku bi nêrîn û şîroveyên zanayên Îslamê pêk hatine îfade dike tê wateya “hemû hikmên olê yên di derbarê çalakiyên mirovan de”, “tevahiya hikmên di derbarê cîhanê de” û “Hiqûqa Îslamê”. Çavkaniya şerîetê Qurana ku tê bawerkirin gotina Xwedê ye, gotinên pêxemberî ku Quranê ragihandiye wek Hedîs û ji gotinên ango têgihiştina (Îçtihat) fikihnasan ku wan şîrove dikin pêk tê. Kesên ku Têgihiştinê dikin xwe bi Quran û sunetê sînordar dikin û hewl didin nekevin derveyê wê. Hewl tê dayîn her cure meseleyên hiqûqî û medenî ya civakê ji hêla vê mekanîzmayê ve werin çareserkirin. Du çavkaniyên bingehîn ku hiqûqnasên Îslamê hevpar qebûl dikin Quran û Sunet e. Îcma jî tevî şîroveyên cihê wek çavkaniya sêyemîn a hevpar tê qebûlkirin. Hanefî û Şafiî hevberiyê, mezheba Şiî Caferî jî eqlê, wek çavkaniya çaremîn qebûl dikin. Hanbelî piştî sê esasan qebûl nakin.

Rêbaza hiqûqa Hanefî dispêre çar delîlan. Ev çavkaniyên ku wek delîlên şer’î jî tên bibîranîn ev in:

  1. Quran
  2. Sunet (Bi rêya Hedîsan)
  3. Îcmâ (Mijarên ku nêrîna zanayên Îslamê di wan de wek hev e)
  4. Hevberî (Hikmên nû ku bi fikra divê di hikmên meseleyên ku dişibin hev de jî manendîtî hebe hatine pêkanîn; mînak ji qedexebûna vexurikê(alkolê) li gor olê qedexekirin û heramdîtina bikaranîna hişbirê jî û hwd.)

Ji bo hikmek çawaniya Îslamî rabigre divê herî kêm li van çavkaniyan yekê were spartin. Pisporên hiqûqa Îslamî di derpêşkirina hikêmên şerîetê de ji bilî pirtûk, sunet, îcma û hevberiyê delîlên wek meslehet (berjewendiya civakê), dab û nêrît, şerîetên beriya Îslamê (Şer’u men qablen), nêrînên Sehabeyan (Sehabî Qewlî) ku wek delîlên fer’î tên binavkirin jî xebitandine, bi vê awayê çavkaniyên ku dispêrin dewlemend kirine. Bi pergalkirina rêbazên ku Cafer-î Sadiq (m. 765), Ebû Hanîfe (m. 767), Şâfiî (m. 819), Mâlîk b. Enes (m.795) û Ehmed b. Hanbel (m. 855)î ku di Îslamê de zanayên hiqûqê yên herî pêwîst in temsîl dikin re mezheb hatine çêkirin.

Her çiqas hinek hikmên Quranê ku bi taybetî di hîma baviksalariya civaka li nîvgirava Ereban de guherîn dahiye çêkirin hebin jî di civakên ku Îslam lê belav bûye de zewaca bi çar jinan re, lêdana jinê û rewşa wê ya çîna duyemînî dispêrin hedîs û ayetên Quranê an jî wek hikmên şerîetê tên sepandin. Di hikmên derbarê jinê yên di van ayet û hedîsan de baviksalariya civak û heyama ku Hz. Muhemmed tê de jiyaye jî bibandor e. Lê di tefsîrên van ayet û hedîsan de şîroveyên zayendparêz ên dijberê jinê jî gelek diyarker in. Di cîhana Îslamê de bi girtina deriyê têgihiştinê û esasgirtina zagonên şerîetê re derketiya pêşiya şîrovekirinêl bûye sedem ku ev nêzkahiyê baviksalarî bêhtir giran bibin. Wekî Rêbertiya me jî îfade dike di heyama Hz. Muhemmedî de mizgeft wek cihên ku pergala edaletê ya civakê lê tê bikaranîn rê li biryargirtina wek civakî û nîqaşên di vê mijarê de ve dikirin û bi demê re ev rewş ji holê ra bûye. Qadî û şêxan jî bi rêjeyek mezin bi şîrovekirinên dijberê jinê biryar girtine û ev rewş hê jî didome.

Di roja me de li hember şîroveyên zayendîparêz ên di Quran û hedîsan de hinek hewldan tên kirin, bi taybetî xebatên tefsîr û lêkolînên ku jinan kirine tên dîtin. Lê wekî kesên ku van xebatan kirine jî diyar kirine di mijara fiqha Îslamê de xebat û şîroveyên di lehiya jinan de ne bes in. Li Rojhilata Navîn bi qasî zagonên dewletê hiqûqa şerîetê jî gelek hakim e. Fikra dê bi wekheviya ku di makezagonan de were kirin cihêkariyên li ser jinan ji holê rabin dê xwexapandin be. Ji ber vê yekê birêxistinkirina xebatên ku şîrovekirina hikmên Îslamî ya ji hêla jinan ve dide dabînkirin jî pêwîst e. Di serî de Rojhilata Navîn mezin a qanûnên ku tên derxistin, şîroveyên olî û fetwayên ku di bin navê Îslama radîkal de tên dayîn ne hikmên Îslamê ne. Ji firotina jinan a di bazaran de, heta sinetkirina wan, ji qedexekirina çûna wan dibistanê heta xebitandina wan a maşîneyan gelek sepanên ku ji aqil re ziyan in wek hikmên şerîetê tên bilêvkirin. Parastina nirxên exlaqî yê jiyayî yên Îslama çandî û têkoşîna bi şîroveyên olî yên baviksalarî bi hêzdarkirina zanîn û danheviyên jinan ên di vê qadê de pêkan e

 

HIQÛQA JINÊ YA MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST

Bi pêşketina serweriya mêrî re di mîtolojiyan de, pişt re bi sazîbûniyeke zêdetir di rêzikên olî û serdema modern de bi pênasekirinên xwezaya mirov û tiştê ku di ruhê zagonan de bandor kiriye rewşa duyemînbûnî ya jinê ye. Bê ku statuya jinê ku kevneşopiya baviksalarî afirandiye biguhere, di zagonên modernîteya kapîtalîst de sazîbûniyeke nû jiyaye. Pênaseya “mirov” ku zagonan de hatiye kirin zêdetir mêran terîf dike. Ji xwe wek têgeh jî li gelek deran peyva “mêr” tê bikaranîn. Li Tirkiyeyê kesên ku ji kuştinên jinê tên darizandin hê jî ji sûca “kuştina mêrî” cezayê digrin. J. J. Roûsseaûyê ku Peymana Civakî ya Civaka Modern nivisiye jinan wek ‘çavkaniyeke bêpergalî ya potanisyel ku divê ji hêla aqilî ve were kedîkirin’ pênase kiriye. Gotiye ku ‘Tu gelekî tu demek ji şeraba rapirî mehf nebûne, ên ku mehf bûne tev ji rêziknezaniya jinan mef bûne’, Fîlozofê netewe dewletê Hegel jî bi gotina, “Ji ber ku jinê tebîeta xwe nekiriye derveyî û yekîtiya malbatê derbas nekiriye û xwe nekişandiye civaka sivîl, lewma nekişandiye dewletê li derveyî herka dîrokê dimîne. Dîrok biguhere jî, bi destê mêran merhaleyên dîrokî yên nû bin û werin afirandin jî jin li qada taybet, ango li mal karê malê dike, zarok tîne û lê dinêre û pêdiviyên mêrî yên zayendî û hestî ipergîne. Ev jî jinê dehfa derveyî dîrokê dide” rewşa duyemînbûnî ya jinê rewa dike.

Di derketina holê ya tevgera azadî ya jinê de têkoşîna li hember van pênasekirinên di zagonê de diyarker bûye. Bi pêşketina kapîtalîzmê re têkoşîna ku li hember zagonên dewletan ku jinan di rewşa duyemînbûniyê de girtine an jî li hember qanûnên ku wek şênber neyê îfadekirin jî li gor pêdiviyên mêrî hatine sererastkirin hatiye meşandin bingehên tevgera femînîst jî pêk aniye. Li hember newergirtina jinan a mafên mirovî, xuşk û biratî, azadî û wekheviyê derketina jinên ku di şoreşa Fransizî de têkoşiyan wateyek dîrokî bidest xistiye. Îdama Olîmpîa de Goûgesê jî ku ji bo bidestxistina mafên bijartin-hilbijartin û perderdehiyê gotiye, “ger mafê jinan a çûndina giyotînê hebe mafê wan ê derketina ser kursiyê jî heye” helwesta modernîst û netewe dewletparêziya di mijara mafên jinan de daniye rastê.

Têkoşîneke zêde li hember hiştina derveyî qada gelemperî li malê, anîna zarok ango li qada taybet hepiskirina jinan a li gor xwezaya wan hatiye meşandin. Bidestxistina mafên wek li jinan naskirina mafên siyaset û xwendinê, hevberdan, mîras girtina welayeta zarokan û kurtajê, bergirtina tundî, tacîz û tecawiza ser jinan daxwazên bingehîn ên vê têkoşînê bûne. Ji ber jinên ku di têkoşînên rizgariya neteweyî û şoreşên sosyalîst de aktîf cih giritne piştî biserketina şoreşan têra xwe negihiştine mafên xwe neçar mahine ku têkoşîna xwe bidomînin. Hinek mafên ku ji jinan re hatine dahin bi nihêrtina berjewendiyên mêr, dewlet an jî çînan ên cihêreng karibûye zûtir ji wan paş ve werin girtin. Her çiqas di arenaya navneteweyî de ji bo pêşîlêgirtina helwestên cihêkar ên arasteyî jinê di serî de peymanên wek CEDAW (Pêşîlêgirtina Her Cure Cihêkariya Arasteyî Jinê), Protokola Pekînê hatibin îmzekirin jî diyar e ku ev zêde tiştek îfade nakin. Heta derketiye holê ku NY’yê di gelek projeyan de parastina mafên jinan li hêlek bihêlin têkoşîna tevgerên jinan aniye rewşa amûra polîtîkayên neolîberal. Di serî de welatên Efrîqa, Rojhilata Navîn, Asya rahijmendiyên ku NY di bin navê alîkariyê an jî bi navê parastina jinan-zarokan ketiye pê bûye sedem ku jin di derawaya xwe de bêhtir paş ve bimînin, bêhtir xizan bibin û bêhtir dûçarê tundiyê bibin. Hêzên leşkerî ku di bin navê parastina saziyên NY’yê de ji herêmên şer re hatine şandin di nav gelek sepanên wek tecawiz, fihûş û bazirganiya zarokên li van welatan de cih girtine. Divê jin di vê hêlê de jî lêgerîna xwe ya edaletê ya di qada navneteweyî de ji însafa saziyên wek NY’yê re nehêlin.

 

EXLAQA CIVAKÊ YA KU DIJÎ

Her çiqas were parastin ku ji ber têrînekirina exlaqê hiqûq neçar dimîne ku bikeve dewreyê jî ev ne rast e. Beriya rêzikên hiqûqê jî rêzikên exlaqê yên pêşîn ku wek çavkaniya şixulîna xwezayê û li piyan mahina civakê dihatin dîtin bi awa û navên cihêreng bi hezaran salan derbasdar bûye. Karesatên xwezayî, her xerabiya ku civak an jî şexsek rû bi rû mahine bi binpêkirina van rêzikan ve hatine girêdan. Ji totemên ku jinan diyar dikirin dest pê dike, heta hatina rewşa rêzik û zagona baweriya dayîk-xwedawend û pişt re bi pêşketina dewlet û serweriya mêrî re pêxember û fîlozofên exlaqê ku li hember zagonên qral an jî qralxwedayan dixwestin biparêzin jî ev rêzik in. Bi desthilatbûniya olan re jî ev rêzikên exlaqî ji hêla mezheb, bawerî û terîqetên ku wek averêbûyî tên nirxandin ve hatine temslîkirin.

Di Sumeran de zagonên pîroz di bin navê Me yê de ku rêzik, huner û rîtuelên aîdê xwedawend Înannayê vedihewandin hatiye îfadekirin. Me tê wateya huner, zanîn, rêzik û sererastkirinên ku hem başbûna cîhanê hem jî ya civaka mirovan dabîn dikin. Tevî gelek pîşe û rîtuelan Me rêgezên exlaqî jî werdigrin. Hinek ji vana wek; rastî, hunera gotina rast, hunera avêtina îftirayê, hunera vegotina gotina xemilandî, hunera lehengî û qudretbûniyê, hunera durûtiyê, hunera rastbûniyê, hunera başbûniyê, hîleyê, guhê fehmbar, hêza baldariyê, ayînên weşîna pîroz, tirs, şaşwazî, bêhêvîtî, biyekkirina malbatê, çêjikanîn, pêtgirtina qayîşkêşiyê, kêfxweşiya serkeftinê, şîretkirin, aştkirina dilî, hikimdan û biryargirtinê hatiye wergerandin. Taybetiyên ku hem başiyê hem xerabiyê vedihewînin pirsgirêkên exlaqî ku di nav civakê de ketine holê jî destnîşan dikin.

Li Misrê ji van zagonan re navê Maat hatiye danîn. Fîrewnan welatê xwe li gor rêzikên ku vê xwedawendê diyar kirine birêve dibirin û bawer dikirin ku bi vê awayê “pergala gerdûnî” bi vê were bidestxistin. Li gor baweriyê, aloziya ku di dema afirandina cîhanê ku destpêka demê de der ketiye holê bi rêzikên ku Maatê danîne ji holê ra bûye. Ji ber vê yekê tê bawerkirin ku dema Fîrewn ji van rêzikan bidûr bikevin dê alozî paş ve were û Misrê û Cîhanê tune bike.

Li Hindistanê jî navê Dharma ku tê wateya “pergaleke civakî ku dispêre tevgerên bifezîlet” li wan hatiye dayîn. Di Bûdîzmê de gelek wateyên cihêreng ên wek; zagonên xweza yên kozmîk ku pergala gerdûnê û geşebûyîna ruhî pêk tînin, pergala gewre, xwezaya heqîqî, heqîqet, wezîfe, rastî, fezîlet, exlaq, zanatî, dîtane(doktrîn), rêya ku dibe heqîqetên bilind vedihewîne. Dharma wek rêberiya pergala civakê ya ji bo pêkanîna xwezaya ku ji afiriniya kesan tê dibîne.

Li Çînê Taoya ku tê wateya “rê” û tê fikirîn ku rêgeza bingehîn a gerdûnê ye wateyek manend vedihewîne. Bi taybetî Te wek hêz û fezîlet tê wergerandin. Tao; ya ku nêr û mê ye an rêjeya guncan ku wek yang û yîng tên îfadekirin diyar dike. Her tiştê ku vê rêjeya xwezayî diguherîne wek nebaş tê dîtin. Tê bawerkiri ku dê jiyîna rastî, bi temaşekirina Tao ya bi baldarî pêk were. Ji bo şopandina Taoyî hinek pêşmerc hene. Şêwaza jiyanek xwerû, bi xwezayê re yekparebûnî, ji xwebîniyê guhertina berê xwe û bi rêgeza dawînî di asta mistîkê de yekparebûnî. Ev pêşemerc tovên sê taybetiyên bingehîn ên kesatiyê diavêjin. Dolovanî, xwerûtî û nefsbiçûkî.

Ên ku di gathayên Zerduştî de, di olan de wek rêzik û qedexeyên Xwedê, di felsefeya fîlozofên exlaqê de wek nirxên etîkê û fezîlete dighîjin derbirînê ev zagon in. Zagonên ku nequrebûniyê, derewnekirinê, dizînekirinê, tecawiznekirina mafê kesekî/ê şîret dikin in. Di hêla sînordarkirina ajoyan ku çawaniyên herî bingehîn in ku civakbûniyê bipêş dixînin û mirovan ji ajalan vediqetînin û ji bo hakimbûna ji dest, navteng û zimanê xwe re şîretan dikin. Ji mirovan dixwazin ku baş fikirînê, rast gotinê û xweşik kirinê ji xwe re wek rêgez bigrin. Bang li mirovan dikin ku guh bidin dengê wijdana xwe. Hemû ji teraziyên ku dê başî û xerabî tê de werin wezinandin behs dikin. Em teraziyên ku di bawriya Misir, Hînd û Zerdutî de dê guneh û sewab bên wezinandin di baweriyan de jî dibînin. Di Zerduştiyê de ji “teraziya zêrê zer” tê behskirin. Di vê teraziyê de giraniya guneh û sewaban a li hember hev tê pîvandin. Di kefeyek vê teraziyê de guneh, di kefeyek de jî sewab tên danîn û li terazê tê nihêrtin. Ger başî mûfirkek giran were ew kes diçe bihuştê, berevajiyê wê be diçe dojehê. Di vê weznê de ji tu kesî/ê re alîkarî nayê kirin. Dixwazî bila ew kes adil be, an gunehkar be; mêr be an jin be; esîl be an ji rêzê be; xizan be an dewlemend. Herkes; ji ber fikir, gotin û çalakiya xwe tê darizandin.

Manî jî rêgezên ku exlaqa jiyayî ya civakê temsîl dikin derpêş kirine. Li gor Manî kesên ku gihîştina raza xwedê ‘Bijarte’ an jî ’Gihiştî’ ne. Ên ‘Guhdar’ jî yên ku ji rêzê ne. Di Manîtiyê de jin jî di nav ‘Bijarteyan’ de tên qebûlkirin. Rêgezeke jiyanê ye li hember xistina asta metayeke zayendî ya jinê, bi çavê xerab nenihêrtina li jinê û wek heybereke zayendî nedîtina wê. Îfadeyeke herî bandorker e ku mêrekî nikaribe bi jinê re têkiliya rast û bi hevaltî deyne, gihîştina wî ya cewhera xwe ya mirovî, bidestxistina wî ya îradeyê û azadbûna wî ne pêkan e.

Li Rojhilata Navîn tevgerên Babek, Hurrem, Mazdek, Şêx Bedreddînî, di kevneşopiya tesewifê de ku di nav de gelek jinên alim û sofî jî cih girtine ji bo rêgezên sparteyî parastina exlaqa civakê ya hember desthilatiyê têkoşîn hatiye dayîn. Li Ewropayê jî di nav Xiristiyaniyê de Heretîkî, Gnostîkî û jinên ku bi tawanbariya cazûtiyê hatine şewitandin, di tevgerên gundiyan de dîsa ev têkoşîna exlaqî hatiye meşandin. Di van tevger û baweriyan de li hember dewleta biserwerîtî, ola ku buye desthilat nêzikahiyeke di hêla bilindkirina rewşa civakî ya jinê û ji mafên jinê re rêzdarbûyî hakim e.

 

ÇIMA PERGALA EDALETA CIVAKÎ YA JINÊ?

Divê bersiva pirsa, civakan çima edaletê wek jinê dîtine di beriya pêkhatina dewleta çînî ya sparteya serweriya mêrî de were lêgerîn. Hatiye vegotin ku edaletê û çareseriya pirsgirêkên di navbera mirovan de xweda, ol û dewletan bi sparteya hêzên qralan dabîn kirine. Hal bi hal di derbarê jiyandina pergaleke adiltir a gelek beriya derketina dewlet, zagon, qral, ol û xwedayan de mêjerek zêde daneyên ku erkeolojî û antropolojî pêşkêş kirine hene. Civak bi hezaran salan ne bi hiqûq û dewletê re; li gor rêgezên exlaqî jiyane û vê bi têgehên mêtî û xwedawendan îfade kirine. Li gor tê zanîn rêgezên exlaqî yên pêşîn jî zayendiya ku jinan bipêş xistiye û tabûyên sparteyê parastina zarokan in. Van tabûyan wek pîroziyên ku civakê li piyan dihêlin bingehên exlaqê avêtine. Civak bi rîtuelan, teqdîskirinan û cezakirinan bi azmûnên cihêreng van rêzikan hînê zarokên xwe dikin, ji parastina wan hemû civak xwe berpirsiyar dibîne. Kesên ku li gor van rêzikan tev geriyane wek endamê/a civatê hatine hesibandin ên ku binpê kirine dûçarê cezayên giran bûne. Civat di ferqa çawaniya jiyanî ya van rêzikan ku jiyîna digel hev dabîn dike de ye. Çîrok, destan, efsane, stranên dengbêjan, qesîde, dua, gotinên pêşiyan ku wek kevneşopiya devkî tên îfadekirin wek dibistanên ku civak ji endamên xwe re başiyê, xerabiyê, exlaqê hîndikirin rolê lîstine. Di van civakan de merasîmên ku ji zaroktiyê derbasbûna heyama gihaniyê û amadebûna wan a beşdariya civakê pêk dianiyan hatine kirin. Civakan bi van merasîmên ku wek têgihandinê dihatin binavkirin re ji zarokên xwe re biryardahinî, wêrekbûnî û adilbûniyê hîn kirine. Di pêvajoya beriya bipêşketina serweriya mêrî de di pîrozkirin, cejin û rîtuelên civatên jinê de pergala civakî ku zagonên jinê û xwezayê di civakê de derbasdar bû bi sparteya van sepanan teşeyê girtiye.

Ji ber ku beriya civaka bidewlet dabînkirina edaletê, parastina exlaqê wek berpirsiyariya hemû civakê hatiye dîtin darizandin jî ji hêla civakê ve pêk hatiye. Di meclisên eşîret ên wek bermayî de, di pergala darazê ya hinek komên baweriyan de ev pergala edaletê ya civakî hê jî derbasdar e. Lê di rêgezên ku vê pergala edaletê di çareseriya pirsgirêkên civakî de esas girtine de bi bandorên zayendparêzî, çînatî, malbatîtiyê hinek deman ji sepanên dewletan bêhtir encamên neheq, bialî an jî nikarin werin qebûlkirin jî dikarin derkevin. Ji ber vê yekê divê neyê jibîrkirin ku tore û kevneşopiyên ku divê werin veguherandin, demokratîkkirin û ji nû ve werin şîrovekirin jî hene. Di civakên Rojhilata Navîn de hê jî hewalekirina pirsgirêkek a li dewlet û dadgehan, xala herî zêde zerardîtî ya têkiliyên mirovan îfade dike. Wek xala qedîna têkiliya navbera du mirovan têgîna “ketine dadgehan” ji bo vê yekê tê bikaranîn. Beriya ku bi bandorên wek çînîbûnî, dewletbûnî û baviksalarî xera bibe cezayên ku di darizandinên li gor çand û baweriya civakê de dihatin dahin sepanên bi awayê avêtina kesan a derveyî civatê, sirgûnkirina wan an jî girtina wan a bin tecrîda civakî ne. Di ser de jî ev bi giştî wek cezaya herî giran tê pêşbînîkirin. Îro di salonên dadgehên girtî de, pergala darizandinê ya sparteyê mewzûatan ku ne kesê/a ku wek sûcdar tê dîtin ne jî sûcdar fêm nakin; derfetên darizîn û darizandina civakê ji destê wê girtiye. Li şûna dabînkirina edale û cihêbûna di navbera rast, şaş, baş û xerab de, rêzikên sparteyî dîtina qilfa karî zêdetir asteke diyarker de ye. Ji ber vê yekê mirovekî ku ji ber birçîbûnê nanekî diziye bi salan di girtîgehê de radize, kesên ku milyon dolaran didizin li dadgehan bi pakkirinê tên xelatkirin.

Ji ber têgihiştina ku exlaq ne ya civakê ya rêzikên hiqûqê ya dewlet an jî olê ye di mehandina exlaqê de diyarker bûye. Di roja me de mijara bingehîn ku mirov herî zêde gilî dikin ev tengaviya exlaqî ye. Rewşa pergala edalet û hiqûqê ku tê fikirîn dê exlaqê biparêzin jî vê tengavê kûr dikin. Ji ber vê yekê di wan dadgehan de sûcdar wek bêsûcan tên pakkirin, mirovên ku li mafê xwe digerin dikarin wek sûcdar werin hesibandin. Pirsgirêka hiqûqnasên ku ji dem û cihê bûyera ku wek sûc tê qebûlkirin, ji çand û kevneşopiya civata ku sûc pêk hatiye dûr in pirsgirêk çiqas çereser kirine û edaletê dabînkirine, her ku diçe zêdetir dibe mijara nîqaşê û rewşeke ku pêewletî nayê kirin de ye. Wekî gelek fîlozofan jî tespît kiriye di civaka modern de girtîgeh, tîmarxane û dibistan wek cihên ku civak tê de tên terbiyekirin rol dilîzin. Hal bi hal di heyma ku avaniya civakî bi qasî îro cur bi cur û cihêreng nebû de civak di tewereya çand û baweriyên xwe de bi zagon û pergalên edaletê yên pircure jiyane.

Em pêwistbûna pergala edaleta civakî ya jinê jî dispêrin vê paşplana dîrokî. Yek ji lingên bingehîn ku divê avaniyeke nû ya civakî ya bi paradîgmaya civaka azadiya jinê û edkolojîk-demokratîk dispêrin jî pergala edaleta civakî ya jinê ye. Di avakirina vê civaka nû de ku em dikarin bibêjin civaka exlaqî û polîtîk jî pêdivî bi polîtîkayek çareseriyê, siyaseta demokratîk, mafên mirovan, mafên jin û zarokan heye. Ji bo edalet, başî, etîk û bedewkarî bipêş bikeve, ji bo çareseriya esasî di hêla pirsgirêkên civakî pêdivî bi pergala edaletê ya jinê heye. Rêya herî bingehîn a xelasbûna ji pergala heyî ku her ku diçe dirize û pençeşêrî dibe birêxistinkirina pergala edaletê ya jinê û anîna wê ya rewşeke çalak e. Di cîhaneke ku neheqiyên hember jinê, zilm, xizaniya di civakê de, hê jî serdest û bindest bi awayê xwe herî trajîk tê jiyandin de rêgeza edaletê behskirin ne pêkan e.

Pergala hiqûqê ku di roja me de hakim e, hêzeke danekirinê ya dewletê ye. Pergaleke bi rêzik û zagonan ve hatiye girêdan, bi serweriya mêrî û ji edalet û exlaqê dûr e. Dibe pergaleke hiqûqê ku bi birêvebirina hiqûqê ya civakê nikare ji pirsgirêkên wan re bibe bersiv, her ku diçe di nav civakê de perçebûniyê, bêdealetiyê, înkarê û newekhevîtiyê lê ferz dike ya herî pêwîst di civakê de tundiya arasteyî jinê bêhtir ber bi kûriyê ve dibe.

Jin li gor xwezaya xwe, xwediyê teybetiyeke ku civakîbûnê bêhtir girîng dibîne û di jiyanê de ji mêrî zêdetir xwediyê taybetiyeke berpirsiyar e. Ji bo civakîbûnî ji nû ve zindî bibe û bikaribe hebûna xwe bidomîne pêdivî bi baweriya ji edaleta jinê re, bi baweriya ku civak dikare bi edaletê were birêvebirin re heye. Di vê rewşê de jin, divê ji edaleta xwe pêbawer be û pêşî têkoşîneke cidî li hember vê pergala despot bide, bikaribe terza jiyaneke ku bi alternatîfî berjewendiyên civakê, heq û edaletê esas digre bipêş bixîne. Ger li şênberiyê vegerandina pergala edaleta civakî ya jinê hewce bike, divê di her qada jiyanê de ji jinê re maf bê naskirin. Pergala mêrê serwer ne tenê di qada hiqûqê de, di qadên wek aborî, sosyalî, siyasî û çandî de jî mafên wan nas nekirine. Pergala edaleta civakî ya jinê di serî de jin divê di hemû beşên civakê de pergaleke ku mafên wê yên aborî, sosyalî, siyasî û çandî nas dike û vê dighîne statuya zagonî bipêş bixîne. Ji avakirina pergaleke edaletê ya jinê ku edalet tê çavnêrîkirin, civak qedera xwe bi azadî destnîşan dike dev nayê berdan.

 

Pergala Edaletê Ya Bi Tewereya Jinê Ji Siyasetê Neqetiyayî Ye

Pergala edaletê ya jinê di heman demê de bi çalakiya di siyaseta demokratîk de wateyê dibîne. Pergala mêrê serwer ji jinê re mafê siyasetkirina di jiyanê de nas nekiriye û timî wek diyardeyeke ku ji mêrî re hatiye malkirin, derveyî civak û jinê hatiye meşandin û aîdê mêrî lê hatiye nihêrtin. Mêrê serwer di vê mijarê de jî ne adil bûye û zihniyeta “civak siyasetê nake, jin ji siyasetê çi fêm dike” hatiye perpûnkirin û hem civak hem jî jin ji siyasetê bi dûr hatinye hiştin.

Siyaset, hunerek wisa ye ku civakê pêk tîne, pêdiviyên jiyanî yên civakê dipergîne, pirsgirêkên civakî tevî civakê çareser dike. A ku cara pêşî ji vê hunerê re pêşengtiyê kiriye jî dîsa jin-dayîk xwedawend bûye. Pêvajoya civaka neolîtîk ku bi berpirsiyariya dayik-jinê hatiye meşandin pêvajoyeke ku terza siyaseta demokratîk bi wateya rast derketiye holê ye. Terza jiyana komunal-wekhevîxwaz, adil û kolektîf, di encama têkoşîna ku jinê meşandiye de wek terzeke siyasetê der dikeve holê û civak bi vê awayê birêxistin dibe. Lê berevajîkirina ku şaristaniya dewletparêz di mijara siyasetê de jî pêk aniye, rastiya siyasetê ji nav wê der xistiye û ji civakîbûniyê dûr, li şûna tevheviyê (kolektîfiyê), ferdparêziyê, çînatiyê û di civakê de perçebûniyê bipêş xistiye. Siyaset, di civakê de di serî de ji bo dabînkirina edaleta jinê û parastina wê heye. Di civakê de ji cihêrengiyan re di bingeha cihêrengiyê de wekhevî û edalet, nêzikahiya bi rêzdarî rêgezeke bingehîn a siyaseta demokratîk e. Bi edaletek bê siyaset an jî bi siyasetek bêedalet pergala edaleta civakî ya jinê nayê bipêşxistin.

Çawa ku ked û hewldana ku Rêber APO bi salan e ji bo têkoşîna azadiya jinê dimeşîne ji jinê re hişmendiya îrade, azadî û edaletê dahiye bidestxistin, di qada siyasetê de jî ji jinê re roleke pêwîst dahiye fesilandin. Bi siyaseteke ku îrade û aqilê jinê têde tune ye, dabînkirina edalet, azadî û îradeya civakê ne pêkan e. Siyasetkirina jinê tê wateya çareserkirina pirsgirêka jinê ya herî hişkegirê û bi vê re girêdayî çareserkirina pirsgirêkên civakê. Ji bo pirsgirêkên wek tundî, tecawiz, kuştinên namûsê yên li ser jinê, zewacên bi temen biçûkî, pirsgirêka wek nifûs û malbatê, pirsgirêkên wek aborî, sosyal, siyasî û perwerdeyê lêgerîna çareseriyê tenê bi aktîfî beşdariya jinê ya li siyaseta demokratîk dê bipêş bikeve. Terza li ser pirsgirêkan sekinîna pergala serweriya mêrî û feraseta wî ya siyasetê her dem terzeke bêteşe, dogmatîk e û pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Lê divê terza jinê ya siyaseta demokratîk terzeke ku feraseta etîk û estetîkê bi pêş dixîne û li gor vê pratîkbûyî be. Gihîştina civakan a pergaleke adil, wekhev û azad tenê bi bidestxistina jinê ya mafê xwe yê siyasetkirina demokratîk pêkan e.

Têkoşîna ku Rêber APO ji bo tevgera jina azad bi salan e dimeşîne îro asta ku gihîştiye rêyên pêwîst kudandine û pergaleke nû ya ji siyaseta zayendparêz re alternatîf, wek pergala hevserokatiyê bipêş xistiye. Îro, li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di qada siyasetê de temsîliyeta jinê ya wekhev û azad li şaredarî û partiyan dîsa li saziyên civakî bi awayê hevserokatî tê sepandin. Pergala hevserokatiyê pergaleke wisa ye ku jin di qada siyaseta demokratîk de dispêre îradeya wê bi xwe, di mekanîzmayên rêveberî û biryarê de bi mêrî re bi awayekî wekhev feraseta kolektîf û hevpar diparêze, xwediyê gotin û biryarê ye. Bi vê pergalê dê edaleta jinê mohra xwe li siyaseta demokratîk jî bide û nêzikahiya neadil û zayendparêz a di pergala serweriya mêrî ya pênc hezar salan a di siyasetê de dê hilweşe. Pergala hevserokatiyê yek ji rêgeza pergala edaleta civakî ya jinê ye jî. Ji ber vê yekê Rêber APO, bi pergala hevserokatiyê ku bi pêş xistiye ji jinê re derfeta parastina edaletê ya di qada siyasetê de ve kiriye, rol û misyon dahiye pê.

 

Birêxistinbûna Hêla Aborî Ya Pergala Edaletê Ya Jinê Jî Şert E

Pergala mêrê serwer di qada aboriyê de jî ji jinê re adil tev negeriyaye û jinê derveyî vê qadê hiştiye. Ji aboriyê bidûrxistina jina ku xwediya rastîn a aboriyê ye polîtîkayeke qirkirinê ye ku li hember jinan tê meşandin. Ji ber cihêkariya ku jin di mercên xebat û jiyanê de dûçar dimînin di karên herî zehmet de, bi mûçeya herî kêm xebata wê dabaşa axaftinê ye. Bi giranî îstihdama jinê ya di sektorên xizmet û şahiyan de qadên ku jinan bi awayê fizîkî û manewî diqedînin in. Parastina mafên jiyan û xebatê ya jinan jî di hêla pergala edaletê de mijareke ku divê bi pêwistî li ser were sekinandin e.

Mijareke din jî ji ber xizaniyê stûxwarkirina jinan a li tundiyê, zorlêkirina fuhûşê, stûxwarkirina awayên tacîzê kul i cihên kar pêk tên û wek “mobîng” ketiye lîteratûrê jî dabaşên ku divê di hêla pergala me ya edaletê ve bi resenî li ser were sekinîn in. Ji ber nebûna jinan a derfetên debar û hewînê di gelek dozên hevberdanê de rê li ber negirtina welîtiya zarokan bi xwe ve dike. Mêr hêza pereyan di pergala edaletê bi xwe de jî li pêşberî jinan bi kar tînin. Parêzerên herî baş digrin, bi bertîl û şantajan derfetên xweparastinê ji destê jinan digrin.

Tevî li ber çavan girtina mercên ku jin di nav de ne, di mijarên ku mexdûr dibin de pêdivî bi piştevaniya civakî, bi tezmînatên fizîkî û ruhî an jî bi berpirisiyariya saziyên jinê û razemendiyên ku pêkhatina bêedaletiyên di qada aboriyê de ji holê ra dikin re jî heye.

 

 

Di Qada Ekolojiyê De Jî Pêdivî Bi Edaleta Jinê Heye

Hişmendiya ekolojîk û jiyana ekolojîk, di hêla pergala edaleta civakî ya jinê de pêwîst e. Pergala edaletê ya jinê bi bingeha nirxên mirovî de li xwe vegerînê, ango vegera li xwezayê jî îfade dike. Bi taybetî ji nû ve ketina meriyetê ya têkiliya jin-xweza, civak-xweza û mirov-mirovî/ê hem di hêla guherîna bergeha me ya zihniyetê, hem feraset û hem jî di ya ekolojiyê de pêwîst dike. Lewre hebûna gelek xetereyên potansiyel ên wek -şer, tundî, karesatên xwezayî, zêdebûna nifûsê- ku gefan li pêşeroja mirovahiyê dixwînin, ji bo pêşêlêgirtina vê jî peywira bingehîn a pergala edaletê ya jinê ye ku divê di hêla felsefî, îdeolojîkî, çandî, ekolojîkî û zanistî de hemû têkiliyên civakî ji nû ve werin vesazkirin. Ji bo were fêmkirin ku mirov perçeyek ji xwezayê ye, ji xwezayê hatiye li hemû candarên li xwezayê, nebat û ajalan nihêrtin bes e. Bi taybetî jin, teqez dê perçeyek xwe di wan de bibîne. Ger ji dirûviya bîyolojîkî jî were fêmkirin, xwezayîtiya jinê bêhtir nêzê xwezayê ye. Taybetiya wê ya welidînê, xwenûkirina wê-herikokiya wê ya jiyanê nêzîktir têkiliya jinê ya bi xwezayê re derdixîne holê. Di xwezayê de hêmana mêbûniyê zêdetir e. Biwêja dayîk ax-dayîk xweza ji vê awayê tê û jin herî zêde bi axê re wekehevî dibe.

Civatên pêşîn ên mirovan ku em dibêjin civaka xwezayî, bi xwezayê re tim di nav hev de jiyane, zanibûne bi xwezayê re bibin dost. Têkiliya wan bi axê, nebat û ajalan re wek têkliya dê-zarok, wek têkiliya dostekê/î ye. Jiyîna bi xwezayê re, hîskirina wê, rêzdahina wê dibe helwesteke wijdanî û exlaqî. Di nav hev de bûyîna girêdana diyalektîkî ya perçeyên di xweza-gerdûnê de di seyra pêkhatina gerdûnê de bi taybetî di jinê de jî dîtina wê pêkan e. Lê hêrsa stemkar û bêkontrol a desthilatiya mêrê serwer ku vê seyra xwezayî, teraza ekolojîkî xera kiriye û kişkişandiye karesatê her ku diçe xweza-gerdûnê dikişkişîne kaosê, ber bi tunebûnê ve dibe.

Di destpêka şaristaniyê de gerîna li koka qeyrana ekolojîkî ku bi qeyrana civakî re çiqas diçe kûrtir dibe rêya herî rastîbîn e. Bi sepandina li ser jinê ya pêkutî û tehakûma pêşîn, bi jinê re xweza û civak jî di bin tehakûmê de hatine pêgirtin. Pergal, qat bi qatê herifandina ku li mirovahiyê kiriye li xwezayê dike. Em bi xezeba pergaleke bi serweriya mêrê ku bi pêşxistina berhemên bi hormon, qirkirina daristanan, bi demê re tunebûna cureyên ajalan, qirêjkirina av, ax û hewayê û bi şandina fezayê ya bi milyonan amûrên peykê re hemû gerdûnê qirêj kiriye, rûxandiye, ya herî pêwîst jî cudahiyeke mezin xistiye navbera civak û xwezayê re rû bi rû ne

Di roja me de pirsgirêka ekolojîkî bi qasî pirsgirêka azadiya jinê pêwîst e. Lewre bi qasî hebûna pirsgirêka edaleta civakî ya jinê pirsgirêka ekolojîkbûnê jî heye. Bi qasî pêdiviya jinê ya bi azadiyê pêdiviya azadiya ekolojiyê jî dabaşa axaftinê ye. Di vê rewşê de ger pirsgirêk ji kokê ve çareser bike, dê pergaleke edaletê ya bi teweray jinê bike. Di hêla ekolojiyê de hişmendîbûnî, birêxistinî û avakirina civaka vê jî yek ji fealiyetên bingehîn ên pergala edaletê ya jinê ye.

Divê veguheriya hişmendiya ekolojîk a li zihniyetê wisa tenê bi wateya teorîkî nebe. Ya ku pêwîst e vê bide ziman, tevger, wijdan, exlaq û xwezayê. Ji bo avakirina civakeke bitendurist divê şixulîna ekolojîk bighîşe xwezaya xwe, bi wateyek din bighîşe tenduristiyê. Ji ber vê yekê, divê ji mafên ajalan bigrin heta parastina daristanan, ji têkoşîna hember endustrîyalîzmê bigre heta ji nû ve pêkanîna xwezayê peywireke bingehîn ev be û were rewşa perçeyek jêneger a çalakîtiya civakî. Bi awayekî adilî, exlaqî û wijdanî nêzikbûna li ekolojiyê dê bi xwezayê re yekparebûna ji nû ve ya civakê û hînbûna wê jiyanek di nav ahengekî de bi pêş bikeve. Çawa ku ji biwêje Rêber APO, “Hesteweriya kesên ku hesteweriya wan a biyolojîkî nîne seqet e” jî tê fêmkirin divê bi qasî ku pergala edaletê ya jinê ji jiyana civakî berpirsiyar e ji jiyana ekolojîkî jî xwe berpirsiyar bibîne. Divê di serî de bi candarek herî biçûk a xwezayê nihêrtina li edaletê û têkilîdanîn rêgeza bingehîn be.

 

Divê Têkiliyên Jin û Mêr Xwe Bispêrin Rêgezên Jiyana Hevjîniya Azad

Dê yek ji rojevên bingehîn ên pergala edaleta civakî ya sparteya azadiya jinê jî ji têkiliyên jin û mêrî û pirsgirêkên ku di dorhêla van têkiliyan de tên jiyandin pêk were. Rêbertiya me bi destnîşankirina “Heta têkiliya di navbera jin û mêrî de neyê têgihîştin, tu pirsgirêka civakî ne dikare têra xwe were têgihîştin ne jî were çareserkirin. Di bingeha pirsgirêkên civakî de gelşeyîtî heye” dertîne holê ku li ser têkiliyên jin û mêrî wek têkiliyên yekejimar û takekesî nayê sekinandin. Têkiliyên jin û mêrî ku ji mîtolojiyan heta olan, ji qanûnên medenî heta dad û nêrînan her kesekî pênase û rêzikek lê aniye heyama herî bi qeyran a dîroka xwe dijî. Di têkiliyên malbatê yên kevneşopî de û di têkiliyên sparteyê tetmînbûna zayendî ya bi rojkî ya kapîtalîzmê de qirkirina evînê tê jiyandin, her têkiliya jin-mêrî hema hema rewşeke dînoyîbûnê digre. Berdêla van dînoyîbûniyan jî bi fizîkî an jî bi ruhî dibe bi awayekî herî xedar jin dijîn. Saziya malbatê ku kapîtalîzmê wek qada taybet ji însafa mêrî re hiştiye dibe qadeke ku jin û zarok tê de wek rojane dûçarê tundî, pêkutî û tacîz-tecawizê dimînin. Saziyên kevneşop jî li ser jinê wek diyardeya mal-milk û namûsê disekinin, rayeya firotin û kuştina wê jî digrin ser xwe..

Pênaseya mijarên wek namûs, bekaret, zîna, tacîz, tecawiz, têkiliyên jin-mêrî ya di pergalên hiqûqê de bi tevahî bi nêrîna baviksalarî ya hezaran salan hatiye şêwandin. A ku derbasdar e hiqûqa pergaleke ku ji jinan re derveyî milkbûna teqez a bavekî û mêrekî pê ve mafê jiyanê nas nake. Zayendparêziya di zagonan de herî zêde di van mijaran de xuya ye. Dabaşên ku di zagonan de di leha jinan de ne jî bi pêkutiya civakî û zayendparêziya pergala darazê ji holê tên rakirin.

Di pirsgirêkên ku di mijara têkiliyên jin-mêrî de dikevin rojevê de di leha mêrî de dabînkirina lihevkirinê rewşeke ku her tim der tê holê ye. Hal bi hal di rewşên wiha de tê zenkirin ku bi îknakirina jinê ya di statuya koledariyê de pirsgirêk çareser dibin. Gelek deman di encama bûyerên bi van awayan de jin berdêlên gelek giran didin. Divê bi esasgirtina daxwaz û beyanên jinan, pergala baviksalarî ya li derdora jinê li ber çav were girtin pê ve ji pirsgirêkan re mudaxîlî were kirin. Ger derfetên ku jin bê ku di bin pêkutiyê de bin tercîhên xwe bi azadî bikaribin bikin tunebin ji bo jinan dabînkirina edaletê ne pêkan e.

Ji ber vê yekê pergalek edaletê ku azadiya jinê esas digre divê pêşî bi krîterên ku di têkiliyên jin-mêrî de rêgezên jiyana hevjîniya azad diyarker in biryarê bigre. Divê bi modelgirtina têkiliyên jin-mêrî yên civaka kevneşop an jî modernîteya kapîtalîst, bi krîterên ku wan pêk anîne biryar neyên girtin. Bi hişmendiya ku modernîteya kapîtalîst û pergala baviksalarî îflasa herî mezin di vê qadê de jiyane nêzê mijarê bibin û bi qasê perwerdekirina civakê ya di van mijaran de derfetên ku jin bikaribin bibin xwediyê tercîhan, derfetên parastin û perwerdekirinê werin çêkirin. Divê jiyana hevjîniya azad wek utopîkî û têkiliyeke ku dê pêk neyê li ser neyê sekinandin. Dê teşeya têkiliya bingehîn a jiyana sosyalîst, neteweya demokratîk di bingeha jiyana hevjîniya azad de pêk were.

 

Di Avakirina Neteweya Demokratîk De Pergala Hiqûqê Ya Jinê Pergala Wê Ya Jiyana Azad e

 

Di avakirina neteweya demokratîk de di hêla tevgera me de dabaşeke bingehîn mijara dê sazîbûniya pergala me ya edaleta civakî çawa pêk bê ye. Di jiyana civakî de tecrûbeyên ku li qadên ku em çalak in der ketine derve pêdiviya kûrkirina nîqaşên me yên di vê mijarê de der dixîne holê. Lewre destpêka pratîkên ku serkeftina pergalên civakî bi şênberî li ber çavan radixînin hêza dabînkirina edaletê tê. Di hêla pergala me ya edaleta civakî de jî pêdivî bi bipêşxistina sazîbûniyeke ku hiqûq û zagon ne esas in, di bingeha wê de exlaq hatiye rûniştandin heye.

Di avakirina neteweya demokratîk de wek partiyên pêşeng Rêbertiya me ji bo PKK û PAJK’ê misyona prototîpbûna civaka demokratîk daniye rastê. Ji ber vê yekê divê partiyên pêşeng bi pergala edaletê ya nav xwe re temsîliya pergala edaleta civakî pêk bînin. Dema ji vê hêlê were nihêrtin PKK bi tecrûbeya xwe ya rêxistinî ya çil salan ji bername, rêzikname û hiqûqê zêdetir pergaleke sparteyê exlaqê bi pêş xistiye û ev pergal di nav civakê de jî wek pîvanek hatiye pejirandin. Hem di civaka Kurdan de hem jî di her kesê ku PKK’ê ji nêz ve nas dikin de rêzdarî û pêewletiyeke mezin a ji edaleta PKK’ê re pêk hatiye. Saziyên me an jî kadroyên me bi qasî ku van nirxan temsîl kirine hatine qebûlkirin, dema di tewereya van rêgezan de xwediyê nêzikahiyeke têr nebûne jî hatine rexnekirin, hatiye derpêşkirin ku nikarin temsîliya PKK’ê bikin. Di vê hêlê de partiyên îdeolojîk û kadroyên wan mukelefên temsîlkirina exlaqa civakan a ku dijî ne. Têkoşîna me ya çil salan nîşan dahiye ku dema di hizûra civaka ku bi hev re tê jiyandin de, di dema wê û di cihê wê de li ser nebesatî an jî sûcên şexsan were sekinandin di çareserkirina pirsgirêkan de û di civakê de jiyanîkiriniya rêgezên exlaqî dibe rêbazeke ku baştir encamê digre. Di van zemînên ku wek platform û dahûranê tên binavkirin de analîzên psîkolojîk û sosyolojîk a şexsan tên kirin, ji çanda ku tê de xwedî bûye heta xebatên ku di nav de şêweyê girtiye gelek dane tên nirxandin û di derbarê wî/ê de biryar tên dahin. Dema rewşa ku bûye mijara pirsgirêkê jinê eleqedar bike jî mekanîzmayên resen dikevin dewreyê û bandorên civaka zayendparêz ên li ser heqîqetê tên berterefkirin. Mekanîzmaya ku dê şopandina biryara ku hatiye girtin û veguherîna ku wê/î şexsê/î bi xwe li ser xwe çê kiriye dabîn bike jî civata ku darizandinê pêk aniye bi xwe ye. Bi perwerdekirinê, bi piştgirîdahinê carna bi hişyariyê carna bi rênîşandanê jî be wekî Rêbertiya me di Kongreya 3. a PKK’ê de aniye ziman gihîştina “dahûrana ne ya kesî ya civakê, ne ya kêliyê, ya dîrokî” pêk tê.

Hedefa dawînî ya pergala me ya edaletê ku em di qada civakî de bipêş bixînin jî di nav civakê de ne bi rêzik û qaydeyên hiqûqî, çêkirina asteke ku exlaqîbûnê esas digre ye. Ji ber ku partiyek, eşîret an jî komeke baweriyê xwediyê nirxên hevpar e dê di avakirina pergaleke exlaqî ya di nav xwe de zêde tengasiyê nekşîne. Kevneşopiyên exlaqî yên bi xasiya xwe ya her civakê, her koma baweriyê heta her birêxistîbûniyê, çiqas berevajîbûnê jiyabe jî di rêjeyeke diyarkirî de hatine parastin. Ancax li qadên civakî hela dema metropolên kozmopolît ên roja me ya îro were fikirîn zêdebûna nirxên cihêreng di pêşxistina pergaleke tenê sparteyî exlaqê tengasiyan dertîne holê. Herifandinên ji ber êrîşên ku modernîteya kapîtalîst ji bo ji holê rakirina exlaqê bi domdar kirine jî lazim e li van tengasiyan werin zêdekirin. Hevparîbûna nirxên exlaqî, bê ku hişmendiya vê were çêkirin bendêmahina çareserbûna pirsgirêkên civakî tenê di bingeha rêgezên exlaqî yên diyarkirî de hêvîkirin dê ne rastîbîn be. Ancax ev rewş ne ya exlaqê, encama bêgavîbûna pergaleke edaletê ya sparteya hiqûqê jî dernaxîne holê. Yek ji lêferzkirinên zihniyeta serweriya mêrî jî ev mijar e. Nefikirîna jê wêdetir a pergala hiqûqa dewletan di vê nêzikahiyê de diyarker e. Hal bi hal divê jin wek mexdûrên pêşîn û dawî yên pergala hiqûqa bidewletî bikaribe di nav avakirina pergaleke sparteya exlaqê de roleke çalak bilîze

Ji vê hêlê ve yek ji rêgeza pergala edaleta civakî divê jin, di qada hiqûqa zayendparêz de li hember zihniyeta mêrê serwer têbikoşe û bikaribe edaletê di nav hiqûqê de bi cih bike. Hiqûqa dewletparêz ji cewhera xwe pê ve nîşaneyeke hêz û otorîteyê ye, pergaleke ji edalet, exlaq û demokrasiyê dûr e. Li gor vê, hiqûqa jinê, pergaleke ku dispêre exlaq û edaletê, pergaleke ku vê jiyanî dike û ya ku pêwîst e bikaribe di çarçoveya edaleta civakî de bi pêş bixîne. Hiqûqa jinê di aliyên dîrokî, felsefî, îdeolojîkî û gerdûnî de pergaleke tevahîtiyê îfade dike. A ku mafên civakê bi taybetî jî mafên jinan hîmaye dike û di van mijaran de xebatên ku civakê ronî dikin dimeşîne ye. Di hêla pelişîna pergala nêr a roja me ya îro de pêdivî heye ku edalet, exlaq, wekhevî, demokrasî û îradeya civakî li navenda hiqûqê were bicihkirin. Rastiya ku ji hêla pergala hiqûqa heyî ve ku bi zihniyeta serweriya mêrî hatiye çêkirin pêşî hatiye înkarkirin cihê jinê ya di hiqîqê de bûye. Ji jinê re ne di hiqûqê de ne di edaletê de ne jî di qadeke din a jiyanê de cih hatiye dahin, nikaribûye bibe xwediyê gotinek. Di dozên tundî yên pergala hiqûq-dewletparêz ên wek tepisandin, tecawiz, îşkence û kuştinê yên li ser jinê de nêzikahiyên zayendparêz bi rastiyeke ku her dem li rûyê me dide der dikeve holê.

Di roja me ya îro de yek ji sedemên bingehîn a di civakê de zêdebûna bûyerên tundiyê yên li ser jinê bê şik nêzikahiya cihêkar a pergala hiqûqa zayendparêz a zihniyeta dewlet-desthilatî ye. Obejkirina zayendî herî pêşî di normên hiqûqê de normal tê dîtin. Jina ku zêdeyî pênc hezar salan e her tim bi neheqiyê, bêedaletiyê û koletiyê hatiye mehkûmkirin, di civakê de bi statuya wek “bêîfet”, “gunehkar” tê naskirin ev jî xwe di şexs û saziyên dewletê heta pergala wan a darazê xwe dide der. Li cîhanê hema hema tek jineke ku dûçarê tundiyê nebûye nemaye. Tundiya arasteyî jinê di civakê de rewa tê dîtin û ya ku herî berbelav e jî tecawiz e.

Tecawiza ku bûye wekî çandê, di zagonên hiqûqa dewletê de êdî wekî bûyereke ji rojê, hatiye negirîngkirin, wekî dozeke ji rêzê li ser tê sekinîn. Mînak, di dozeke tecawizê de hewceye ewê ku were darizandin mêrê tecawizkar be, berevajiyê wê jina mexdûr ku dûçarê tecawizê bûye tê darizandin û di dadgehê an jî di nav civakê de dikeve rewşa sûcdariyê. Sûcdarî her tim di elehiya jinê de tê kirin. Bi vê zihniyet û darazê ya ku tê xwestin were kirin bê şik îstismarkirin û marastina bedena jinê ye. Dîsa kuştinçn namûsê ku li Kurdistanê bi taybetî li gelek herêmên Rojhilata Navîn berbelav in jî bi heman awayî bi mebesta ku mêrî namûsa xwe parastiye daxistina cezayê tê sepandin, kuştin, tecawiz û tundiy pêşberî jinê di rêzikên hiqûqa dewletparêz de tê rewakirin. Bi kinasî pergala hiqûqa zayendparêz a pergala dewlet-desthilatiyê ku van biryaran destnîşan dike, zihniyeteke ji edalet û demokrasiyê dûr e. Di vê rewşê de çawa ku bi adilî nêzbûna li jinê pêk nayê di qanûnên sûc-cezayê de yên ku mexdûr dibin her tim jin in.

Ji ber vê yekê pêdivî bi hiqûqeke jinê heye ku li jinên ku di civak û hiqûqê de mexdûr bûne xwedî der bikeve, bistrîne û wan biparêze. Yek ji rêgeza bingehîn a sazîbûniya li ser esasê pergala edaleta civakî rêgeza edaletê ku di serî de îradeya civak û jinê esas digre bivênevê ye. Lewre kîjan sazî, rêxistina ku îradeya gel esas nagre dibe bila bibe di encamê de dibe ku ji desthilatîvanî û burokratîzmê xelas nebe û bişibe pergala despotîk a hiqûqa dewletparêz. Bi vê awayê pêwistiya sazîbûniya di avakirina civaka polîtîk û exlaqî de bê şik pergandina pêdiviyên ferd û civakê yên di her mijarê de ye. Pergala edaleta jinê ji xwecihiyê dest pê bike heta li hemû bajar û navçeyan dikare biçe rêxistinbûniyê.

Hiqûqa jinê pêşî ji birêxistinkirina pergala xwe ya edaletê û bicihkirina hişmendiya dadê ya nav civakê berpirsiyar e. Divê girîngî ji xebatên perwerdehî-zihniyetê re were dahin û hawîrdoreke ku jin di her qadê de xwedî maf û gotinê ye were avakirin. Di nav gund-bajêr, tax û meclisan de dikare yekîne û qomîsyonên edaleta civakî ya jinê werin bipêşxistin. Ev yekîne bi awayekî serbixwe, wekî mînak bi reseniya jinê, dikare bi awayê dezgeheke temyîzê werin birêxistinkirin. Pirsgirêkên têkildarê jinê di van dezgehên temyîzê de -em dikarin ji vê re platform jî bibêjin- dikarin li ser were sekinandin û ber bi çareserî ve biçin. Bi vî awayî pirsgirêkên civakê û jinan bixwe ne di dadgehên zayendgira dewletê, li hereman de, li platformên gelên azad an jî platformên temyîza jina azad li ser were sekinandin û çareserkirin. Bi vê awayê pirsgirêkên civak û jinan bi xwe ne li dadgehên zayendparêz ên dewletê, li xwecihiyê, di platformên gel ên azad an jî di platformên temyîz ên jinê de dikare li serwere sekinîn û were çareserkirin.

Di her cure pirsgirêkên tundî yên li ser jinê de bi raçavkirina edaletê, bê ku di bin siha mêrî de bin di platforma azad de, divê nêzîkahiya bi fikra parastina adilî, wekhevî û çareseriyê werin esas girtin. Divê bi terzeke ku mantiqa sûc-ceza derbas dike, pirsgirêkan zêdetir bi feraseta exlaqî çareser dike bi pêş bikeve. Pergala edaletê ya jinê pêşikî ji dozên di derbarê jinê  de berpirsiyar e. Lewre  ji ber ku nêzikahiya zayendparêz a hiqûqa nêr a li pirsgirêkan jinan ji derawaya sûc wêdetir nabe, nîşan dide ku dozên di derbarê jinê de pêdivî bi raçavkirina pergala edaletê ya jinê heye. Her wiha peywireke bigehîn a vê pergalê jî bê ku bibêje extiyar, ciwan an jinên ku di civakê de mexdûr bûne ji wan re îstihdamê dabîn bike, pêdivî bi qadên wek mekanên akademî perwerde û atolye, navendên lêkolînê yên jinan, malên jiyanê yên jinan ku rewşa wan a ruhî, sosoyolojîkî û psîkolojîkî baş bike jî heye. Ev mekan bi qasî ku dê jinan di hêla fizîkî, psîkolojîkî û ruhî de biparêze, dê bi derfetên kar û pîşe ku li van deran tên pêşkêşkirin jin, pergalên xwe yên jiyana azad ava bikin û hem dê hêza xwe ya cewherî derxînin derve û hem jî dê bibin xwediyê qabiliyeta pir hêlî û çalak bibin.

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button