AborîLêkolîn

Aboriya jin

Sifata Xwedê ku di zaroktiya me de ji me re hatibû hînkirin; ji tunebûnê hebûn, ji hebûnê tunebûn afirandin bû ku pêk dianiyan. Her ku em mezin bûn me heta hestiyên xwe hîs kir ku ev taybetiya “Xwedahî” di her qada jiyanê de bandor kiriye. Ev hikm di esasê xwe de ji ser hebûn û afirînekên jinê hatibûn  ezmûnkirin û li hemû qada civakî hatibû guncandin. Ango em gelek pişt re hîn bûn ku em jin xelekên “pêşî û dawî yên mêtingehiyê bûn”.

 

DERKETINA JI KAOSA ROJHILATA NAVÎN; ABORIYA JINÊ YA KOMUNAL, DEMOKRATÎK

Rehên kaos û tengaviya li Rojhilata Navîna ku dayîkniştîmana pêşîn a mirovahiyê ku bi pergala nirxan û civakîtiyê di derdora jinê de bi pêş ketiye , qet guman tune ku xwe dispêre demên pir berê. Ger em bi awayê herî fehmbar îfade bikin belkî destpêka vê heta îxaneta pêşîn a li nirxên ku jinê afirandine û mêtiniya pêşîn a li ser ked û bedena jinê dê dirêj bibe. Ji ber vê yekê dema qeyrana li Rojhilata Navîn tê analîzkirin, tenê bi modernîteya kapîtalîst a pêncsed sala dawî ravekirin têr nake. Dê ev me, ji tespîtkirina rast a pirsgirêkê bi dûr bixîne. Daketina rehên pirsgirêkê, tespîtkirina xelekên ku veqetîn lê hatiye jiyandin, merca bingehîn a tespîtkirina bi rastî ya pirsgirêkê ye. Ji bo fêmkirina îro pêdivî bi danandina rastê ya pêvajoyên pêşveçûyîna dîrokî û averêbûnên ku di domahiya van pêvajoyan de hatine jiyandin heye. Tevî vê yekê em dê hewl bidin pêşniyarên çareserî yên derketina Rojhilata Navîn a ji kaosa ku îro dijî, lêgerînên di qada aboriyê de û tecrûbeyan bidin. Bi vê re têkildar di beşa yekemîn a nivîsa me de pêşveçûyîn û pirsgirêkên aboriya li Rojhilata Navîn, beşa duyemîn de jî em dê rewşa ku di sedsala dawî de hatiye jiyandin û rê û rêbazên çareserî ya jêderbasbûna vê rewşê esas bigrin.

Hilhatina Aboriyê

Rojhilata Navîn, ( di taybetiyê de Mezopotamya) dayîkniştîmana pêşîn a fealiyeta ku em dikarin bibêjin aborî ye. Ên pêşîn her tim ên li dû xwe diyar dikin. Ango rêgezên pêkhatina pêşîn; bi demê re bi mudaxileyan dûçarê xerabûnê hatibe jî şopên rewşa wekbûna şanekokê hil digre. Ji ber vê yekê di pêşvebirina çareseriyê de her tim rênîşanerên pêwist in.

Tespîta bingehîn a ku di lêkolînên dîrokî yên hatine kirin de der ketiye holê; fealiyeta pêşîn a ku em dikarin bibêjin aborî ye di pêvajoya civakîtiyê ku li hawirdora jinê bipêş ketiye de hilbûye. (1) Bi derbaseya jiyana dêmanî, pêkanîna hilberîna têkildarê çandîniyê û kedîkirina garan û keriyên ajalan re civak bi “hilberîna zêdek” re hevnas dibe. Bê şik ev ji bo mirovên ku heta wê rojê pêgirtiyê xwezayê dijiyan pîroz e, di çawaniya şoreşê de ye. Ger em aboriyê, wek tevahiya pêvajo û karên derbarê strîn, parastin û xwedîbûnê ku ji bo berdewamkirina jiyanê pêwist in terîf bikin bi jinê re bûyîna pêşnegtiya vê fealiyetê fehmbar e. Hesta berpirsiyarî û têkiliya ku jinê bi zarokên xwe re daniye çawa ku di teşegirtina têkiliyên civakî de rênîşaner e, pêşveçûna aboriyê ku yek ji parçeya pêwist a jiyana civakî ye jî diyar dike. Exlaq, heqaniyet wek rêgeza jiyanê ya herî bingehîn di vê heyamê de pêş dikeve û teşeyê digre. Jiyana civakî li dor nirxên diyar de bi rêxistin dibe, mahina di civakê de qebûlkirina jiyîna di çarçoveya van nirxan de pêwist dike. Merca kêmtirîn a bi hev re bûnê dibe qebûlkirina jiyîna li gor pîvana exlaqî ku pergala hevpar a ku civakê qebûl kiriye ye. Exlaq di esasê xwe de xûxweşikbûniyê, rêzdariya ji mafê hev û din re, başiyê û fazîletiyê îfade dike. Ji ber vê yekê di teşegirtina pêşîn a aboriyê de exlaqa ku rêgeza bingehîn a civakîtiyê ye, nirxa diyarker a bingehîn e. Mînak, li berhevkirina bera zêdek bi çavê baş nayê nihêrtin; wek çavkaniya xerabiyê tê dîtin, bi merasîmên cur bi cur, bi diyariyan pêşî li berhevkirinê tê girtin. Aboriya diyarî ku fealiyeta aborî ya pêşîn e jî di vê pêvajoyê de pêş dikeve. Tevî ku di vê mijarê de nêrînên cuda hene jî li gor min derketina holê ya bera-zêdek û belavkirina vê ya bi rêya diyariyê wek fealiyeta pêşîn a aboriyê qebûlkirin tespîtek bêhtir di cih de ye.(2) Lewre aborî tevahiya pêvajo û kirariyan ku hilberîn, mezaxtin û ji hilberînê dirêjî mezaxtinê dibe îfade dike. Di vê heyamê de mirov hilberînên xwe bi şertê mezaxtina di nav hevbandoriya bigerew de didin hev û distînin. Ev dahina malên bigerew ne bi rêbaza pevguhartinê ye, rêbaza diyariyê ye. Ango ya ku nirxa bikaranînê tekane pîvana nirxê ye; wek nîşandereke nirxdahina ya/ê hember xwe bi rêya diyariyê kirariyeke guhertina dest ku ji hilberîner derbasê mezaxker dibe heye. Çima bila ev heyam nebe destpêka aboriyê? Aboriyê tenê di pêvajoya ku nirxa guherînê dest pê kiriye de destpêkirin, tê wateya tunehesibandina vê pêvajoya ku li dorhêla jinê bi pêş ketiye.(3) lê vegerandina aboriyê ya bi tenê li bazarê, wek tevahiya pêvajo û kirariyan ku hev temam dikin negirtina dest rewşeke şelipîner e.

Bê şik geşebûna bazaran ji bo fealiyetên aboriyê bêhtir rê li ber birêxistinî, bipergal û zindîbûniyê ve dike. Têkiliyên civakê derawayeke nû bi dest dixîne. Bi birin û anîna mal a cihên dûr re hevbandoriya çandan tê jiyandin. Bazirganiya ku qadeke nû ya kar e, ji ber vê yekê bazirgantiya ku çîneke nû ye bipêş dikeve. Ev di heman demê de heyama pergala bavikaniyê ku her ku çûye bipêş ketiye-dest bi sazîbûniyê kiriye ye. Ji ber faktorên wek birina mal a derveyî cihê cihnişînê, mecbûrîtiya dûrmahina heyamek dirêj a ji cihê cihnişînê di şêwegirtina bazarê de jin zêde rolê nagrin. Di diyarkirina xisleta bingehîn a bazarî de çanda nêçîrvan-mêrî bêhtir diyarker dibe. Ger jinê di geşebûyînî heta dawiya vê pêvajoyê de cih bigirtana, bê şik şekilgirtina bazarê ji ber vê yekê jî ya aboriyê dê seyreke din bigirtana.

Em dikarin bibêjin ku di pêvajoya ku heta roja me ya îro hatiye de jî qada ku jin li derveyî fealiyeta aboriyê mahiye, diyarker nebûye qada bazarê ye. Bê şik bazar tenê ne di taybetiya cihên ku mal lê tên girtin û firotin de ne; taybetiya cihê ku nirxa kedê lê tê diyarkirin jî digre. Ango dikeve rewşa cihê biryardahina ser kedê û derxistina rastê ya îradeya azad. Di bazarê de negirtina jinê ya rola karîger dibe sedema encamê ya wendakirina hêza biryargirtinê û wendakirina melekeya vegotinê ya li ser keda wê. Bi îfadeyek din pêvajoya biyanîbûna keda wê li ser vê qadê bi pêş dikeve û kûr dibe.

Her çiqas bazar, di destpêkê de di diyarbûniya bingehîn a pîvana exlaqa civakî de bi pêş ketibe jî ji pêşveçûnên ku hatin jiyandin de pêkan e were dîtin ku her ku çûye çanda mêrê-nêçîrvan di diyarkirina zagonên bingehîn ên bazarê de bandorker bûye. Bi taybetî bi heyama kapîtalîst bavkanî re bazar, hema hema tê asta ku ji sedemên bûyîna xwe re ters bikeve, cihê vê zagonên talana ked-xwezayê, dizîkirin û xespkirin digre. Qet şik nîne ku sedema tekane diyarkeriya çanda bavkanî ku pişta xwe dahiye çanda jinê rê li ber çêbûna vê encamê ve kiriye. F. Braûdel vê rewşa kapîtalîmê wek, “dijberiya bazar”(4) datîne ber çav.

Ancax divê were destnîşankirin ku, çanda nêçîrvan-mêrî di teşegirtina bazarê de serdest be jî, nirxên civakî ku heyameke dirêj bi çanda jinê teşe girtine, di têkiliyên bazarê de dibin diyarker. Mînak, rêgeza exlaqî wek nirxeke bingehîn salên dirêj di vê qadê de rola dabînkeriya edaletê dilîze. Di hewldanên wek dizî, xeso û talanê de pêşî li pêşketina rapiriyan digre. Qet nebe wek mekanîzmayeke çewisînerî û frenkiriyiyê kargîniyê dibîne.

Tespîta A.Ocalanî ya “Pirsgirêka aboriyê wek esasî bi vederkirina jinê ya ji aboriyê dest pê dike”(5) xala bingehîn a pirsgirêkên ku di qada aboriyê de tên jiyandin îşaret dike. A rast jin ne ji hemû pêvajoyên aboriyê, ji bazara ku di rewşa diyarkera bingehîn a fealiyeta aboriyê de ye hatiye vederkirin. Ango jin ji qada biryargitina bingehîn ku nirxa kedê tê tespîtkirin hatiye vederkirin. Melekeya vegotinê ya li ser keda xwe wenda kiriye.

Ji hêla mêrê nêçîrvan ve xesp û talankirina aboriya bi tewereya jinê

Derketina bera zêdek di heman demê de bi xwe re bûyerên talan û xespê yên pêşîn, sepanên kolekirin û kedxwariyê aniye. Encamên ku ji xebatên ku hatine kirin der ketine; di nijdên talanê ku ji bo bera-zêdek li ser gundên cîran pêk dihatin de mêr dihatin kuştin, jin bi mebesta zewacê hatine revandin. (6) Çawa ku mêrê nêçîrvan tecrûbeya xwe ya ‘zorê’ bi armanca xespkirina bera zêdek bi dest bixîne dixebitîne, bi armanca dest dahina ser hêza ked û zêdebûna jinê jî dixebitîne. Tecrûbeya xwe ya kemîn danîn, hîlekirin, êrîşkirin, kuştin û dest dahina ser berê ya ji bo nêçîrkirinê, di bidestxistina bera zêdek û ji nû ve avakirina têkiliyên civakî de jî dixebitîne. Di vê wateyê de ya ku cara pêşî hatiye kolekirin û rewşa “kedxwartiyê” lê hatiye jin e. Em ji seyra pêşveçûyîna dîrokê dibînin ku piştî vê astê pê ve her roja ku diçe nirxên civakî ku jinê bi pêş xistine hinek dîtir ji cewhera xwe tên valakirin û di kûrkirina pergala kedxwarî ya bavkaniyê de tê bikaranîn. Pergala bavkanî nirxên jinê li hember jinê wek çekeke berepaşkî tê bikaranîn. Mînak; aborî di cewhera xwe de tevahiya fealiyetên ku rîtûelên kirina bi hev re ya piştgirî, parvekirin, nirxên komunal, kolektîf ên civakê vedihewînin wer digre, pergala kapîtalîst-bavkanî talan, desteserkirin, kedxwarî, pawankirin û dawiyê tevî asta modernîteya kapîtalîst hatiye asteke ku nirxên civakê ji holê ra dike û her tiştî bi takekesiyê rave dike. Divê were destnîşankirin ku, Karl Marx bi xwe jî di analîza kedxwariyê de pergala bavkaniyê nabîne û terîfkirina ked-nirxê bi ‘kêlî’ û takekesî/ê re sînordar digre û bi wê awayê dikeve heman kemînê.(7) Ev rewş dibe sedema biştguhkirina taybetiya civakî ya aboriyê ji ber vê yekê kedxwariya kedê tenê tîne ser têkiliya karker-patronî û rê li ber veşartina wê ve dike.

Pergala bavkaniyê, pêşî bi desteserkirina bedena jinê pişt re jî bi desteserkirina keda  wê bipêş ketiye. Dema tevahiya van sepanan pêk aniye jî jinê, ji nirxên wê yên ku çavkaniyên bingehîn ên hêzgirtina wê ne îzole kiriye û pêkanîna bi wê awayê esas girtiye. Hêza herî mezin a jinê bê şik nirxên civakbûniyê û yên ku ji civakê re dahine bi destxistin e. Di malê de girtina jinê ya bi rêya zewacê rêbaza herî encamgirtî û bandorker e ku hêza ku ji civakbûniyê dihatin ji dest wê girtiye. Her mal di heman demê de wateya jinê ji jineke din îzolekirin û ji ber vê yekê pêşî lêgirtina veguhastinê ya li hev a tecrûbeyan hil girtiye. Ev rewş rê li ber lewazî û bêparêziya jinê ya hember pergala bavkanî ku bi her cure rêbaz û sazîbûnên “zor”ê birêxistin bûye ve dike.

Wekî gelek lêkolînan jî derxistiye holê pergala bavkaniyê pergala kedxwarî û serweriya ku li ser jinê bi pêş ve xistiye wek rêbazeke girtina bin serweriyê ya beşên cuda yên civakê şopandiye. (8) bi berterefkirin û destdahina ser keda çêker û berdewamkerên rastîn ên aboriyê, pergaleke kedxwariyê ya spartiya talan û xespê hatiye bipêşxistin. “Piştî jinê di serî de cotkar şivan, pîşekar û bazirganên biçûk ku bi aboriya rastîn re eleqedar dibûn jî ji hêla amûrên pawana sermiyan û desthilatiyê ve gav bi gav ji aboriyê hatine vederkirin û tam derdoreke xenîmetê hatiye çêkirin”.(9)

Hemû vesazbûnên saziyî û têkiliyên bi naveroka kedxwarî, desthilatiyî û hiyerarşîkî ku li ser civakê tê bipêşxistin ji tecrûbeya mêtingehkirinê ku ji ser xweza û jinê hat

hatiye pêşxistin hatiye lêanîn. Çawa ku mêrî xwe wek efendiyê jinê dîtiye û jinê bi her hêlî ve aniye rewşa mêtingehiya xwe desthilatiya-bidewletê jî civakê bi heman awayê girtiye dest û nêzîkahîtiya xwe ya serwerîkariyê lê ferz kiriye. Ji têkiliya efendî-kole, axa-mêreba heta têkiliya patron-karkeran ev têkiliya serwerîkar berdewam dike. Bi modernîteya kapîtalîst re neteweya  serwer, li neteweyên derveyî xwe heman têkiliyê ferz dike. Dema desthilatî, têkilî û qada xwe ya serweriyê bi pêş dixîne qada aboriyê digre navenda xwe, bi têkiliya xwe ya kedxwariyê ku di vê qadê de bi pêş xistiye hewl dide têkiliyên civakî bide şêwandin. Di heman demê de bi vê rêyê têkiliyeke ku berdewamkirina pergala kedxwariyê ya li ser aboriyê esas digre bi pêş dixîne.

Her kedxwarî bi naveroka zorê ye

“Danheveke-zêde ya civakî ku zorê venehewîne tune ye” (10) Bi vê re têkildar desthilatî, bi armanca kedxwariyê orê wek amûreke bingehîn dixebitîne. Em li şerên ku di domahiya dîroka şaristaniyê de hatine jiyandin  binêrin di rastiya xwe de ji bilî şerên talana ku ji bo desteserkirina bera zêdek û yên kesên ku li hember vê li ber xwe didin pê ve ne tiştek in. Ji ber vê yekê her welatî gihandina artêşên mezin û pêşikî dahina pêdiviyên şerî esas girtine. Pêvajoya şaristaniyê bi rêjeyeke mezin dîroka xesp û talanê ye. Pêvajoya şeran a wek dagirkirina xakên bêhtir berdar, şerên talanê ku ji bo desteserkirina dewlemendiya wan a sererd û binerd hatine kirin ji Akadiyan heta Asûriyan, ji Babîliyan heta seferên Xaçperestan, ji vegirtina Mogolan heta şerên cîhanê yên 1.-2. û heta şerê Dinya yê 3. ku îro em li Rojhilata Navîn dijîn bi heman armancê hatine kirin. Mixabin ku li Rojhilata Navîna ku em bûne şahidê çêbûna pêşîn a civaka aboriyê şerekî kedxwariyê ya ku bê navber di dused salên dawî de didome tê jiyandin.

Dagirkirina Rojhilata Navîn a Kapîtalîzmê

Tevgera dagirkirina Rojhilata Navîn a Modernîteya Kapîtalîst li gor hemû heyaman bêhtir zêde rûxîner û wêrankar bûye. Êrîşên Modernîteya Kapîtalîst tenê desteserkirina bera zêdek nekudirandine di heman demê de dagirkirina zîhnan jî hedef girtiye û hema hema civakê mankûrt kiriye û anîna wî ya pozîsyona ku ji hebûna xwe bireve armanc girtiye. Girêdana ku bi nirxên civakê û çanda ku hebûna civakî dabîn dike re daniye bi fikra pozîtîvîst û oryantalîzmê lawaz kiriye, bi porpagandaya takekesîtiyê lawazkirina rêxistiniya civakê ji xwe re kiriye armanc. Bi vê awayê kapîtalîzmê, hem fikra ku gel nikarin xwe bi xwe birêve bibin belav kiriye, îradeya rêvebirinê ji destê wan girtiye hem jî rêya talankirina aboriya welatî ve kiriye.

Modernîteya kapîtalîst ku bi qilfa netew dewletî hatiye ser xakên ku beriya bi hezaran salan vir ve şaristanî lê bipêş ketiye bi mebesta ku gelê herêmê ne di qabîliyeta xwerêvebirinê de ye bi rejîma dagirkerî û mandakariyê nîveka pêşîn a sedsala dawî derbas kiriye. Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi rêjeyek mezin Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî bi qismek derbas bûye îro Şerê Cîhanê yê sîyemîn bi hemû giraniya wê ve dijî. Di salên dawî de ku neteweperwerî, olperestî, zayendîparêzî di asta herî jor de tê fîtkirin û şerên navdewletî rêjeyek mezin li şerên navbera gelan, koman û baweriyan tê vegerandin, pergalên kedxwariyê bêhtir zêde kûr bûne. Dewletên emperyalîst ku bertekên li hember rûxandina ku dagirkeriya emperyalîst li herêmê çê kiriye bipêş ketine birêxistin dikin, manîpule dikin û bi vê rê dixwazin terazên herêmê di bereka armanca xwe de bidin şêwandin, bi navbeynkariya van rêxistinan li herêmê şeran didomînin. El-Kaîdeya ku li hember Yekîtiya Sovyetê hatiye pêkanîn, DAÎŞ’a ku ji bo pêkanîna PRNM’ê (Projeya Rojhilata Navîn a Mezin) di asta herî jor de nûnertiya neteweperweriyê, olperestiyê, zayendparêziyê dike tenê çend hebên ji vana ne.(11)

Reha Civakê ya Berxwedêr; Tevgerên Komunal ên Demokratîk

Bê şik li erdnîgariya Rojhilata Navîn ku şoreşa neolotîk hatiye jiyandin di domahiya pêvajoya dîrokî de, tevgerên civakî yên spartiya jiyana komunal, piştgirîtî, parvekarî û hilberînê tim hebûne. Ev tevgerên berxwedêrî jî li hember sepanên emperyalîst ku pergala kedxwarî ya bavkaniyê kiriye navendî û kûr kiriye bi awayekî berbelav der ketine. Ev tevgerên ku di pêşengtiya makeçandiyê de teşeyê girtine jiyandina taybetmendiyên civaka xwezayî, di vê tewereyê de vesazbûneke aboriyê hedef girtine û hinek ji wan bi sedan salan bi bandor bûne nabe ku bê gotin îro bandora wan li ser jiyana civakî tune ye. Her çiqas Manîzm, Mazdekîzm (12)Huremîzîm(13), Babekîsyanî(14), Xaricî, Karmatî(15), Tevgera Zenç, tevgera Şêx Bedrettîn li cihên cuda, di pêşengtiya rêbertiyên cuda de der ketibin jî hinek ji wan tevgeran in ku di esasê xwe de nirxên jiyana komunalî, azadîxwazî û wekhevîxwaziyê diparêzin. Di van tevgeran de ku di bingeha jiyana komunalî de li ser diyardeya hilberîn û mezaxa mêrebayî hatiye sekinandin, jin di civakê de rola diyarker dilîzin. Dema sazîbûniyên ku pergala bavkaniyê di vê serdemê de jiyaye were fikirîndi van tevgeran de di asta wekheviyê de li dest girtina jinê gelek pêwist e. Tevegra Huremîzmê ya di pêşengtiya jinê de û bibîranîna bi navê wê ya hê jî bi hêzdariya vê kevneşopiyê ve eleqedar e. Bê şik ya ku herî zêde pergala kedxwarîkar a bavkaniya serwer dide tirsandin helwesta azadîxwaz a di têkiliya jinê-mêrî de û şêwaza jiyana komunal dibe. Ji bo kêmkirina bandora vê ya li ser hemû civakê pergala serwer xebatên xwe yên bêîtibarkirinê wek rêbazeke şerê taybet tim xebitandiye. Ev propagandaya reş di roja me de jî bi rêbazên manend li hember parastvanên nirxên jiyana şoreşî bi heman şêweyî tê domandin.

Şerê kedxwarî ya kapîtalîst ku li sedsalan belav bûye ji ber vê berxwedana çanda civakî ye. Ev xaka ku cara pêşîn şaristanî li ser wê çê bûye hê jî di wê taybetmendiyê de ye ku nirxên civakî yên şoreşa neolotîk bide jiyandin. Ev nirx di heman demê de di çawaniya xweparstina civakê de ye û bandora Modernîteya kapîtalîst ku ji bo talankirina herêmê ya bi zagona kar a zêdetirîn serî li her cure rê-rêbazê dide dişkîne. Modernîteya kapîtalîst ji ber vê awayê ne tenê bi zora bêteşe, di heman demê de bi armanca dagirkirina zihnan bi îdeolojiya xwe jî herêmê hedef girtiye. Hay jê heye ku kedxwariya kûr, tenê dikare bi girse û rêveberên ku navendên kapîtalîst ji xwe re kirine qîblegeh bide dabînkirin. Ji ber vê yekê ne tenê dagirkirina aborî di heman demê de dagirkirina zihnan jî paralel dimeşîne.

Di Sedsala Dawî De Vesazbûna Aborî Ya Rojhilata Navîn

Erdnîgariya Rojhilata Navîn ku bi sedansalan di serweriya dewleta Osmaniyan de mahiye heta şerê cîhanê yê yekemîn bi pergala eyaletê tên birêvebirin û di hêla aborî û rêveberiyî de qadên xweser in. Di vê wateyê de derveyî ku avaniya serwerparêz a navendî dest bide ser qismek bera zêdek li ser aboriya xwecihî bandoreke wê tune, di aboriyê de polîtîkayên xwecihî diyarker in. Feraseta Bazar Neteweyî-Aboriya Milî, ku netew dewletê tekbûniyê daniye û li bingeha hemû fealiyetên aboriyê hêzdarkirina burjuvaziya milî daniye heta du sedsalên dawî jî bipêş neketibû. Li herêmê, pêvajoyeke ku fealiyeteke bazirganiyê ya zindî bê ku bi sînorên gumrikê ve asê bimîne û zindîbûna bazarên xwecihî tê jiyandin.

Di vê heyamê de qada hilberîna bingehîn a aboriyê gundewar e. Heya destpêka s.s 20. heta heya nîveka wê awayê hilberîna kevneşop a sparteyî çandinî û ajaldariyê serdestiya xwe didomîne. Di vê heyamê de “ji %70-80’yê gelheyê li derveyî bajarên mezin dijiyan û debara xwe an bi çandîniyê, an bi şivaniyê an jî bi kirina van her duyan bi hev re dabîn dikirin.”(16) Ji ber ku hêna di çandîniyê de makînedarbûn bi pêş neketiye qada ku ji çandîniyê re hatiye vekirin sînordar e û awayê hilberînê ne wêrankerê xwezayê ye. Çanda ji şûvê re hiştina axê, encama fikreke civakî ye ku xweza zindî ye û dema ji bo hilberîna zêde zor lê were kirin dê bêpertav bimîne, ev ji bo berdewamkirina ahenga bi xwezayê re sepaneke pêwist e. Derveyî axên ku tejaneya Dîcle-Firatê û çemê Nîlê ji wan derbas dibin, ji ber ku çandînî girêdayî ava baranê dihatin kirin mercên demsalê li ser hilberînê xwediyê bandoreke mezin in. Ji ber xebitandina makîneyê ya bi awayekî berbelav qada ku ji hilberînê re hatiye vekirin û hilberîna ku tê bidestxistin di asteke sînordar de ye. Hilberîn zêdetir bi armanca dahina baca xwe û mezaxa ji bo pêdiviyên xwe ye. Ax, bi rêjeyeke zêde di xwedîtiya axayên axê de ye, şixulandina wê jî di bingeha têkiliyên axa-mêrebayî de an jî bi rêbaza kirêkirinê tê kirin.

Bi sedsala 19. re di çandina cureyên bera ku madeya xam a endustriyê ye zêdebûnî tê jiyandin. Ev hilberîn ji bazara navxweyî zêdetir bi armanca pergandina pêdiviya madeya xam a welatên kapîtalîst ku endustrîbûniyê dijîn e. Mînak, li welatên wek Misir û Tirkiyeyê di hilberîna pembûyê de ku ji bo endustriya raçandeyê madeya xam a bingehîn e zêdebûneke mezin tê jiyandin. Bi wateya giştî hilberîna çandînî ya bi armanca îxracê bi awayekî berbelav tê kirin. (17)

Pîşesazîbûn di rewşeke gelek sînordar de ye. Pîşesaziya ku makîneyên ku bi hêza enerjiyê dixebitin tên bikaranîn di asta fabrîkayên (palûkeyên) biçûk de ye ku piranî berhemên arasteyî îxracatê yên wek şekir, cixare, tayê hevrîşimê hildiberînin an jî ji bo piyaseya hundir berhemên wek çîmento, arvan û bîra hildiberînin. Hilberîna sparteyê axê wek qada hilberîna bingehîniyê didomîne.

Li Rojhilata Navîn di paş de mahina jiyana aborî de şer û lêkdanan gelek bandora mezin çê kirine. Li gelek cihên herêmê ji ber lêkdanên ku di dema Şerê Cîhanê û li dû wê hatin jiyandin aborî tûşê zerarên mezin hatiye. Heta salên 1930’an herêm negihîştiye asta xwe ya beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn. Ev heyam ji ber faktorên wek mirinên ku di şerî de hatin jiyandin, ji cihê xwe mişextkirin (Rûm, Ermenî, Suryanî) di gelheya Rojhilata Navîn de ketinên mein tên jiyandin. Bi şerî re ji ber girtina mêrên gihaştî ji bo artêşê û ji ber wendabûna bi hezaran kesan a di şer de xebitîna jin û zarokan a di çandinî û kargêriyên biçûk de berbelavî çê dike. Bi hinceta pêdiviyên şerî ji hêla artêşê ve dest li ser berhemên ku hatine hilberandin tê danîn. Birçîtî, xizanî, nexweşî û mirin dibin rewşên ku bi berbelavî tên jiyandin.

Bi şerê Cîhanê yê Yekemîn re nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn bi temamî guherî. Bi felişîna împaratoriya Osmanî re bi parvekirina welatên emperyalîst a di navbera hev de gelek veavabûnên netewe dewletan der ketin holê. Ev veavabûnên netewe dewletan ne sparteyê bingehên dîrokî û civakî ne û bi rêjeyek zêde bi peymana Sykes-Pîcot wek encama parvekirina mêtingehî ya di navbera Îngilistan û Fransayê de şekil digre. Ev welat Tirkiye û Misir (her çiqas Misir ne manda be jî bi navbeynkariya Komisyona Bilind a Îngilistanê dihatin rêvebirin) ne tê de heyamek dirêj wek rêveberiya manda ji hêla Fransa û Îngilistanê ve raste rast hatin birêvebirin. Heta nîveka sedsala 20. rêveberiya manda wek awayekî rêveberiyê ya berbelav hat sepandin. Lê ji ber tevgerên gel ên ku li hember mêtingeriyê bi pêş ketin dev ji şêweya mêtingeriya klasîk hat berdan û mêtingeriya heyama nû li dewreyê hat danîn. Bi veavabûnên netewe-dewletan re avaniya aborî ya hemû welatan hat tektîpkirin û di xizmeta aboriya welatên kapîtalîs ên navendê de hat bikaranîn. Bazarên neteweyî hatin saizyîkirin û tev bi piyaseyên Londra û Parîsê ve hatin girêdan.

Rûxandinên giran ên kapîtalîzmê herî zêde di Şerê Cîhanê yê Yekemîn û pêvajoya piştî wê de tê dîtin. Zagona kar a zêdetirîn li axê, xwezayê, mirovan bi kinasî li hemû qadên ku dikare karê bidest bixîne tê sepandin. Ji bo ev bi encamgirtinî be awayê hilberîna kevneşop û di têkiliyên civakî de ferisîn tê dabînkirin û ji nû ve vesazbûn tê teşebuskirin.  Bi armanca zêdekirina hilberîna di çandîniyê de çandîniya avîn, bikaranîna makîne û gubreya sûnî tê bipêşxistin. Bendavên wek GAB’ê (Projeya Anadola Başûr-rojhilat) ku li ser çemê Firatê hatiye avakirin û ASÛAN’a ku li ser çemê Nîlê hatiye avakirin projeyên dêwasa ne ku bi armanca avdanê hatine avakirin. Her çiqas ji van bendavan di pêvajoyên pêşîn de bi rêbaza avdanê di hilberîna çandînî de zêdebûneke mezin hatibe dabînkirin jî piştî demeke şûn ve ji ber avdana rapirî di axê de xwêbûnî hatiye jiyandin û ax şorax bûne û hatine rewşa ku neyên çandin. Bendav hem di tevna dîrokî de, hem di guherîna avhewayiyê de, hem jî di koçberkirina mirovan a ji cihê wan de rê li ber gelek neyîniyan ve kirine. Bi jiyandina makînebûnê re ku di çandîniyê de pêk hat bêkarmahina mirovên ku debara xwe ji axê dabîn dikirin û bi armanca kardîtinê koçberbûna wan a li navendên bajaran bi xwe re pêvajoya karkerbûnê dahiye berbelavkirin. Li navendên bajaran ji fealiyetên pîşesaziya mezin zêdetir îmalatxane-fabrîkayên bi pîvanekên biçûk û navîn ji îstihdamkirina vê hêza kar ku bi koçê re hatiye dûr e. Du welatên mezin ên herêmê yên wek Tirkiye û Misir jî “beşa nêzê sedî 80’yê gelheya di sala 1950’yan de li qadên gundewarî dijiyan, ev rêje dema hatin sala 1990’î daketiye binya sedî 50’yî.” (18) Ji gundewaran arasteyî bajaran bûyera koçberiyeke evqas berbelav hatiye jiyandin.

Koçberkirina ji qada gundewar ber bi bajaran ve pêvajoyeke ku bi xwe re guherîna binyatî jî anî da destpêkirin. Ji hilberîna sparteyî axê veqetîn, bi pirsgirêkeke wek an karkerbûna di qada pîşesaziyê de an jî bi pirsgirêka bêkarbûnê re rû bir û mahin jî bi xwe re anî. Li qada gundewar pirsgirêkên ji ber kêmbûna hilberînê werin jiyandin jî pirsgirêka bêkarbûnê tune. Di fealiyetên ajalkarî û çandîniyê de ku bi hêza mil hilberîn tê kirin karên ku her kes li gor temena xwe bike hene. Jin di nav hilberînê de ciheke pêwist digrin. Şemitandina çavkaniyan a ji qada çandîniyê ber bi îmalatkarî û pîşesaziyê ve di heman demê de rê li ber belvabûna vesazbûn û nirxên kevneşop ên civakê ve dike. Li cihê civatên gund ku bi awayekî nîv komunalî hildiberandin, piştevaniya hev dikirin, parve dikirin, piştgirî didan civatên bajaran ku cîranê xwe yê derî jî nas nakin wekî girekan dest bi mezinbûnê dikin. Bajarbûn di heman demê de tê wateya coşbûna ferdparêziya kapîtalîzmê ku tê wateya veqetîna ji civakbûniyê. Gotinên wek “Her mih bi çîpê xwe tê daliqandin”, “masiyê mezin masiyê biçûk dadiqurtîne”, “ya/ê ku goşeyê ba bide kaptan e” wekî rêgezên bingehîn ên rênîşaner ên ferdparêziyê di jiyana perwerdehî û kar de dibe wek rêzika zêrîn. Rêgeza EXLAQ ku rêgeza pêşîn û bingehîn a civakbûniyê ye herî zêde di vê heyamê de tûşê xerabûnê hat kirin. (Ji xwe kapîtalîzmê, dizanî ku heta vê neke dê nikaribe ji xwe re qada jiyanê bibîne.) Tenê ger bi rêgeza exlaqê re ku takekesan ji rapiriyan radigre û di têkiliya hilberîn û mezaxê de rêberiyê dike bileystana “zagona gurî” dikaribû ji xwe re qada jiyanê bidîtana

Her çiqas bi salên 1930’an re qada neftê ku li Rojhilata Navîn tê dîtin qelemeke pêwist a dahatê pêk bîne jî ger were gotin ku sedema herî pêwist a şerên ku îro hê jî didomin e dê tespîtek di cih de be. Nefta ku di roja me de çavkaniya enerjî ya bingehîn e qet şik tune ku çavkaniyeke dewlemendiyê ya binerd a herêmê ye. Lê zerara ku hilberîna rapir dide xwezayê û ji her tiştî pêwistir şerê bidestxistina vê dewlemendiyê ya hêzên emperyalîst herêmê bi şerên domdarkirî re rû bi rû hiştiye. Di bin pawana malbat û rêveberên diyarkirî de mahina dahatên neftê bûye sedem ku tevahiya gel bi asteke wekhev jê sûdê wer negrin û di belavkirina dahatê de bûye sedema hendefên cidî. Li gelek welatan ên wek Erebîstana Sûûdî, Iraq, Kuweyt, Qetar, Bahreyn ku dahata wan a petrolê bilind e, hilberîna berhemên jiyanî û fealiyetên pîşesaziya xwecihî lawaz mahine, aborî ji hilberînê der ketiye, bi dahata ku ji neftê tê dispêre îtxalkirina ji derve ya malên mezaxê yên lûks û pêdiviyên jiyanî. Dahatên neftê rê li ber rewşeke dezavantaj a wek veqetîna civakê ya ji kedê û dûrketina fealiyetên aborî yên rastîn ve kiriye. Ger were ferzkirin ku çavkaniyên neftê ne bêdawî ne û di sedsala pêşiya me de danheviyên wê dê biqedin ji bo civaka Rojhilata Navîn dê ev çanda mezaxê ku civakê ji hilberîn û kedê veqetandiye bibe felaketek. Her wiha qirêjiya derdorê ku hilberîna rapirî çê kiriye û xerakirina wê ya teraza xwezayê, axên çolbûyî, hewaya qirêjbûyî di rewşa xetereyên bingehîn ku gefê li jiyanê dixwin de ye.

Sepandina polîtîkayên neo-lîberal ên piştî salên 1980’yan rûxandinên nû bi xwe re anîn. Bi taybetî ji ber ku nêzikahiyên parêzkariya bazara neteweyî ya polîtîkayên netewe-dewletê li ber tevgera sermayeya kûrewîbûyî dest bi pêkanîna astengiyê kiriye dahina şerê pratîkkirina polîtîkayên neo-lîberal û jêbihartina vesazbûnên netewe-dewletê pê hat kirin. Şerê Cîhanê yê 3. ku îro li Rojhilata Navîn didome di esasê xwe de şerê parvekirinê ya kapîtalîzma neo-lîberal û şerê jiyaneke wekhev-azad-biedalet e ku li hember wê tê meşandin. Li vê herêma ku kapîtalîzm bi rewşa xwe ya herî bi telp bi cih bûye bi hêsanî jiyandîtina polîtîkayên neo-lîberalî nayê payîn. Polîtîkayên ku bi beşeke elît/bijare yên rêveberên ji jor re tên meşandin li nirxên civakî ku gelî di çanda xwe û jiyana xwe de parastine dikeve, nikare ji xwe re bi hêsanî qadê bibîne. Rojhilata Navîn, hê jî xwediyê kapasîteya jiyan û jiyandina nirxên çanda civakî ya kokdar û jiyana komunal e. Bi rêbertiyeke rast, tevgereke hêzdar û birêxistinkirî potansiyela wê ya ku ji nû ve jiyanê bide rêgezên xweseriya civakî an jî derçûneke di tayê rola xwe ya pêşî ku di dîrokê de lîstiye pêk bîne heye.

Ji Bo Derketina Ji Kaosa Rojhilata Navîn Lêgerînên Alternatîf

Çawa ku me li jor hewl da bidin xuyakirin Rojhilaya Navîn, hê jî di hêza jiyandin û domandina nirxên pêşîn ên civakbûniyê lewma yên aboriyê de ye. Di domahiya dîrokê de lêgerînên jiyana hevpar û çanda civaka demokratîk her tim berdewam kiriye û îro din av jiyana civakî de hê jî xwediyê bandoreke diyarker e. Lê her roj di nav çerxa pergala kedxwariya kapîtalîst de kuncandina wê jî tê zanîn. Ev kevneşopiya jiyana demokratîk ku ji dîrokê tê bi destkeftina pêşengtî bi qasî ku bikaribe were birêxistinkirin, xwediyê şansê jiyandîtinê û hêza sekna li hember rûxîneriya kapîtalîzmê ye.

Rojhilata Navînê, ji bo ji vê kaosa ku pergala kedxwarî ya bavkanî-kapîtalîstê pêk aniye xelas bibe ji kevneşopiya xwe ya dîrokî jî hêzê girtiye û tecrûbeyên cihêreng bipêş xistiye. Li beşên gundewar nirxên komunal, piştgirî û di diyarkeriya rêgeza exlaqî de çanda jiyana di nav hev de hê jî rewşeke berbelav e. Taybetmendiyên jiyanê ku ji xwezayê re rêzdar û bi xwezayê re di heman terazê de tên domkirin zindî ne. Şêweya palûteyê, wek vebeyneke çanda hevparî û piştgiriyê ku li gundan serî lê tê dayîn û çanda jiyanê ye ku di roja me de hê jî tê domkirin.

Yek ji tecrûbeyên jiyana aborî komunal a hevpar jî Kîbbûtzên ku li Îsraîlê hatine damezrandin in. Kîbbûtzên ku wateya wan a peyvê;  civat an jî yekîtî ye, cara pêşîn di sala 1909’an de hatiye avakirin. Pişt re di avakirina dewleta Îsraîlê de bandorên wê yên mezin çê bûne. Her çiqas hinek cihêrengiyên wê hebin jî Kîbbûtz, gundên ku ne ya milkiyeta taybet, milkiyeta civatê, ku xebat bi hev re tên birêxistinkirin û birêvebirin, demokrasiya rasterast tê sepandin, xwediyê rêxistinbûna bi şêwaza meclisê, di nav civatê de zarok jî tê de jiyan bi hev re dihatin birêxistin in. Di roja me de bi qasî 250 Kîbbûtzên ku 1.000 kes tê de dijîn hene. Ev jî di tayê %3’yê gelheya Îsraîlê de ye. Kîbbûtzên pêşîn tenê di tewereya xebatên çandiniyê de bûn. Lê pişt re di qadên hilberîna pîşesazî û fabrîkayan de jî Kîbbûtzên manend berbelav bûn. Ev qadên ku kevneşopiya jiyana komunal afirandine û domandine bûyina xwe ya awayê hilberîna alternatîf a pêwist a bi xweseriya xwe didomînin.(19)

Qismeke ji qadên hilberîna kolektîf jî kooperatîfên ku bi salên 1950’yan re bi destê dewletê hatine bipêşxistin in. Wek Misir, Iraq, Sûriye ku hêla ji rêveberiyên ku ji tecrûbeyên welatên sosyalîst bi bandor bûne ve xebatên kooperatîfî hatine teşwîqkirin û piştgirî hatiye dayîn. Lê serkeftina ku hatiye armanckirin nîşan nedahine. Digel ku wek qadên hilberîna kollektîf a heyama nû hatine fikirandin jî, hem ji ber têra xwe girîngî nedahina nirxên jiyana komunal-demokratîk û ya herî pêwist neanîna jinê ya rewşa pêkhateya bingehîn a mekanîzmayên biryar û fealiyetên aborî nebûn xwediyê serkeftineke berdewamkirî. Bi îfadeyeke rastirîn ji ber bidestnexistina berbelaviyê veneguherîn pergala civakî û veneguherîn hîmeke ku pergala kapîtalîst derbas bikin. Lewre ev vesazbûnên ku bi destê dewletê hatine danîn li gor xwezaya xwe nikarin di wê hêz û armancê de bin ku vê pêk bînin. Di vê tecrûbeyê de gelek baş derketiye holê ku ev cure vesazbûnên aboriyê ku xebitîna burokratîkî ya hikûmatên navendî hakim e, kirariya demokratîk bi hêzdarî nayê xebitandin ji dahina bêhnê ya pergalê pê ve naçin.

Di vê mijarê de tecrûbeyeke pêwist felsefeya A. Ocalan û modela aborî ya komunal ku tevgera Azadiya Kurd bi pêş xistiye ye. A. Ocalan bi analîzkirineke dîrokî û kûr ya herêmê şîroveyeke nû ji sosyalîzmê re tîne. Modela aboriya komunal a demokratîk li ser vê teza sosyalîst bi pêş ve dibe. Tevgera Azadî ya Kurd ku nêzê çil salan e têdikoşe modeleke birêxistinbûnê ya li gor nirxên sosyalîst bi pêş xistiye. Bi şêwazeke ku rêgeza jiyana demokratîk-komunal esas tê girtin, têkiliya milkiyetê aîdê civakê ye, paradîgmaya azadîxwaziya jinê di hemû mekanîzmayên birêxistibûnê de tê xebitandin, bi birêxistinbûnên xweser-resen her hîmeke reseniya xwe diparêze û beşdarê mekanîzmayên rêveberiyê dibe, bi teraza ekolojîkî re ahengdar dijîn. Di pêvajoya pênc salên dawî de bi rêxistinbûniyên bi şêwaza meclisê re rêxistinbûnên aboriya komunal-demokratîk berbelavî bidest xistiye. Di hêla giştî ya cîhan û Rojhilata Navîn de di lêgerîna jiyana komunal-demokratîk a alternatîf de bûne tecrûbeyeke pêwist. Bi felsefe û modela birêxistinbûna xwe ku li hember kedxwariya pawanan jiyana komunal-demokratîk a gelan derpêş dike, zayendparêziya civakî hatiye derbaskirin, jin diyarkera bingehîn a aboriyê ye, hilberîna bi bingeha pêdiviyê esas digre di taybetmendiyeke alternatîfbûna li hember pergala kedxwarî ya kapîtalîst de ye.

Modela aboriyê ku jinên Kurd bi sûdwergirtina ji tecrûbeyên tevgera azadî ya Kurd bi pêş xistiye lê bi vesazbûna xwe ya ku taybetmendiyên xweser dihewîne, ji modela aborî ya tevgera azadiya Kurd re têkariyê dide tecrûbeyeke pêwist e. Bi fealiyetên xwe yên aborî yên komunal-azad ku li hember pergala çanda mêr-nêçîrvan ku ji kêliya pêşîn a avabûna pergala bavkaniyê vir ve tek alî bi pêş ketiye jinê digre navenda xwe modeleke nû pêşkêş dike. Aborî di esasê xwe de li dor jinê bi pêş ketiye û xebateke jinê ye. Tecrûbeyên ku hatine jiyandin derxistine holê ku tu modela ku jin têde cih negre nikare îdiaya parvekirina adil û azadiya civakî bike û bi ser bikeve. Jinên Kurd ku vê rewşê tespît kirine, tespît dikin ku heta keda jinê ya ku xeleka pêşîn û a dawî ya kedxwariyê ye azad nebe kedxwarî ji hol ra nabe. Bawer dikin ku modeleke azadîxwaz, bêkedxwarî, komunal û demokratîk di wateya civakî de tenê di hevgiriya ku fealiyetên aborî yên jinê di her qadê de serdest bin û tecrûbeya xwe ya resen bikaribe bi pêş bixîne dikare pêkan be. Bi vê re têkildar birêxistinbûna aborî ya resen-xweser ku jinên Kurd bi pêş xistiye tecrûbeyeke pêwsit e. Bi qasî esasgirtina birêxistinbûna di her qada hilberînê de, , bê ku zêde cih bide navbeynkaran gihandina li mezêxerê/î, torên birêxistinbûnê bi pêş dixînin. Di vê birêxistinbûna aboriyê de ku hêzdarbûna îradî ya jinê dike armanc di mekanîzmayên biryarê de jin bi aktîfî cih digrin. Di heman demê de qadên hilberînê qadên jiyana komunal in. Bi vê re têkildar dikare were destnîşankirin ku gelek mesafe girtiye. Xwediyê feraseta aboriyeke wisa ne ku xebatên xwe bi şêwaza meclisê birêxistin dikin, birêxistinbûnên kooperatîfî bi riheke komunal dixebitînin. Akademiyên ku xebatên ku hatine kirin bên nirxandin, zanista aboriyê pênase bike û zanîna wê belav bike, konferansên ku biryargirtin û tecrûbeyên hevpar der dixîne der hatine sazkirin. Gelek xebatên ku wek ji qadên jiyanê yên jinê, heta parkên jinê, kargêriyên jinê, heta qadên hilberîna çandînî dirêj dibe bi vê perspektîfê hatine birêxistinkirin.

Pergala Aborî ya Demokratîk- Komunal a Jinê

Encama ku di roniya tevahiya van tecrûbeyên ku hatine jiyandin de derketine derve, tu pergaleke aboriyê ku jin têde cih nagre û pêşengiya wê nake ne di qudreta çêkirina pergaleke komunal, demokratîk û bi tevahî ji holê rakirina kedxwariyê de ye. Bi çarçoveya teorîk û fealiyetên aboriyeke ku jinê digre navenda xwe tenê dikare ji pirsgirêkên kokdar ku pergala kedxwariyê afirandiye re çareseriyan bi pêş bixîne.

Rojhilata Navîn, erdnîgariyeke ku xwediyê kevneşopiyeke kokdar e, civakîbûnî di dorhêla jinê de bi pêş ketiye, fealiyeta pêşîn a aboriyê, nirxa bikaranînê, nirxa guherînê û bazirganî bi pêş ketiye. Digel rûxandinên kûr ku kapîtalîzmê di domdariya du sed salan de li herêmê bi pêş xistiye jî ji bo avakirina pergala aboriya komunal demokratîk ku dê derketina ji rewşa kaosê dabîn bike hê jî xwediyê potansiyeleke hêzdar e. Bi taybetî tevgerên civakî ku di pêşengtiya jinê de bi pêş ketine di vê mijarê hêviyê dide. Birêxistinbûnên jinê ku gihîştine fikra divêtiya bipêşxistina zanista jinê (jineolojî), ku birêxistinbûna jinê di her qadê de bi pêş dixîne, hêviyên di hêla ku ev dikare bi pêş bikeve hêzdar dike. Ev tecrûbe çawa ku ji tecrûbeya têkoşîna jina cîhanê xwedî dibe di heman demê de ji bo hemû jinên cîhanê hatiye rewşa çavkaniya hêviyê û tecrûbeyeke pêwist.

Ji ber vê yekê beriya her tiştî pêdivî bi pênasekirina ji nû ve ya zanista aborî û têgehên wê; ku bi şêwaza ku hêla jinê ya kedê, hêla wê ya komunal, kolektîf wer digre heye. Taybetmendiya têgehan a wergirî an jî vederkirinê di taybetmendiya ku heyiyê tune bike tuneyî heyî bike de ye. Şêwaza pênasekirinê ku keda jinê, keda kolektîf, keda kumulatîf vedihewîne an jî venahewîne diyardeya nirxê jî destnîşan dike. Ji ber vê yekê pêşikiya her lêgerîna alternatîf an jî bi îfadeyek bêhtir rast mifteya lêgerîna modela aboriyeke azadîxwaz, ji pênasekirina aboriyê derbas dibe. Aborî di esasê xwe de temamiya pêvajo û kirariyên ku hemû fealiyetên jiyanî ku civak bi hev re hildiberîne, diqedîne ye. Di vê wateyê de xebateke ku hemû ferdên civakê-civatê eleqedar dike ye. Azadîxwazbûna wê li gor xwezaya kar nebe nabe ye, jiyanî ye. Ev jî ancax bi sepandina demokrasiya beşdarî pêkan e.

Rêgeza bingehîn a aboriyê berevajiyê wekî tê zanîn ne hiqûq e, exlaqa ku nirxên hevpar ên civakê îfade dike ye. Pêdivî bi vesazbûneke aboriyê ku rêgeza exlaqî ji nû ve bîne rewşa diyarkera bingehîn a fealiyeta aboriyê heye. Pergala aborî ya jinê, dikare ji nû ve rêgeza exlaqî têxîne bingeha aboriyê.

Aborî di esasê xwe de fealiyeteke civakî ye û birêxistinbûniyê dixwaze. Atomîzekirina civakê ya ji hêla kapîtalîzmê ve bi armanca kûrkirina kedxwariyê ye. Kapîtalîzm ji hêlekî ve ferdparêziyê tîne rewşa dirûşmeya bingehîn a azadiyê û civakiyê û hêza ku ji civakiyê tê belav dike, ew bi xwe ji bo kedxwariyê bêhtir kûr bike heta dawiyê birêxistin dibe. Ji ber vê yekê aboriya komunal demokratîk a jinê berbelav û bi kûrbûniyê xwe dispêre birêxistinbûna civakê.

Di xwezayê de tu hebûnek-pêkhateyek ne bê xweparêziyê ye. De îcar li cîhaneke wisa ku bi armanca kedxwariyê teknîkên zorê ewqas tên bikaranîn aborî bê xweparêziyê nayê fikirandin. Lazim e aborî bighîje mekanîzmayên xwe yên parastin û xwehêvişandinê. Fealiyetên aboriyê bi xwe jî di esasê xwe de xebateke xweparêzî ya bi armanca hêvişandina hebûnê ye. Bi vê re têkildar tevî birêxistinbûnê divê teqez fealiyeta aboriyê bi mekanîzmayên xweparêziyê werin arastin.

Bipêşxistina vesazbûnên saziyî yên aboriya komunal demokratîk û feraseta Bazarê di birêxistinkirina pergala alternatîf de pêwist e. Di vesazbûneke aboriyê de ku Bazar nirxa kedê diyar dike heta feraseta Bazarê neyê bipêşxistin, bipêşxitina pergala alternatîf zêde ne pêkan e. Feraseta Bazareke ku nirxa bikaranînê raçav dike dikare di teqdîrkirina rast a nirxa kedê de rolê bilîze. Bi feraseta Bazara sosyal ku pêşî li rahijmendiyên bi armanca karê pirtirîn digre, pêkanîna ya herî xweşik, piştgiriyê û parvekirinê teşwîq dike aboriya komunal demokratîk dikare bi pêş bikeve.

Li hember rûxandina xwezayê ku pîşesaziyîbûniyê afirandiye esasgirtina bipêşxistina xebateke hilberînê ku bikaranîna teknîkên ekolojîk esas digre lazim e bibe pêşikiya aboriya komunal demokratîk. Tevî ku hêlên hêsankirinê yên teknolojiya pêşketî ya di têkiliya hilberînê de neyê redkirin divê dûrmahina ji teknolojî û hemû awayên hilberînê ku zerarê dide xwezayê, derdorê dirûxîne, armanca aboriya komunal demokratîk be. Bi vê re têkildar feraseteke ku li hemberbûna çêkirina HES’an, santralên nukleerî, berên GDO’yî û berpêbûna qadên hilberînê ku alternatîfên xebatên bi vî awayî ne esas digre dipejirîne û jiyandar dike.

Wek encam ev kaosa ku Rojhilata Navîn dijî bi asta pergala bavkanî ku tek alî pêş ketiye ve girêdayî ye. Derketina ji vê bi pergaleke civakî ku vê çerxa pergala kedxwar a bavkanî bide sekinandin û ji nirxên civakî re can bide, bi derbaskirina rolên zayendiya civakî û paşve dahina rola serdest a jinê ya di civakbûnî û aboriyê de pêkan e. Di vê wateyê de tevgerên civakî yên demokratîk, dikarin di pêşengtiya têkoşînên azadiyê ya jinan vê bi ser bixînin. Di vê heyama ku li Rojhilata Navîn qeyrana şaristaniyê kûr bûye de, hêz û potansiyela ku vê derketinê pêk bîne heye. Hêvî li gor hemû deman bêhtir mezin û nêz e.

 

Zeynep Esengul

 

ÇAVKANÎ:

1-         Li Rojhilata Navîn qeyrana şaristanî û çareseriya şaristaniya demokratîk -Abdullah Ocalan

2-         F.Braûdle hilhatina aboriyê bi pêvajoya pêşveçûyîna Bazarê dide destpêkirin. A. Ocalan jî bi heyama aboriya diyariyê ku nirxa bikaranînê tekane pîvana nirxê ye bera zêdek wek pîvaneke nirxdahina hev dihatin pêşkêşkirin dide destpêkirin. (Serdema xwedayên bê rûpoş qralên tazî)

3-         Ger were destnîşankirin ku nêzikahiya pergala bavkanî ku afirandinên jinê bê nirx dike an jî wek tune dihesibîne vebeyna vê qadê ye dê ne fişalî be.

4-         Şaristaniya Maddî – F.Braûdle.

5-         Li Rojhilata Navîn qeyrana şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk -Abdullah Ocalan

6-            Koka Malbatê, Milkiyeta Taybet Û Dewletê -Frîedrîch Engels

7-         Jin mêtingehên dawî – Marîa Mîes(Nêzikahiya rexneyî ji teoriya nirxa kedê ya K. Marksî re)

8-         Xwedîbûn an jî xwedînebûn – ErîchFrom

9-         Li Rojhilata Navîn qeyrana şaristanî û çareseriya şaristaniya demokratîk -Abdullah Ocalan

10-       Li Rojhilata Navîn qeyrana şaristanî û çareseriya şaristaniya demokratîk -Abdullah Ocalan

11-       Ji belgeyên Wîkkîleks ku di pêvajoya hilbijartina 2016’yan a DYE’yê de hatin daxuyandin. Ji hesaba hackbûyî ya H. Clîntona ku wezîra karên derve ya DYE ya wê heyamê bû di hevnivîsandinên aîdê 2012’yan de di derbarê DAÎŞ’ê de ku çawa hatiye avakirin têra xwe agahiyên aşkeraker hene.

12-       Mazdek, ji Hamedanê ye û rêberekî gel ê reformxwaz e ku di dîroka 499’an hatiye qetilkirin. Mazdekî, li hember pergala desthilatiya mêr û dewletparêziyê pergaleke wekhevî, mêrebayî û azadîxwaz parastiye. Di vê bingehê de jî;

a-Mêrebatiya di wateya parvekirina mal û serwetê de

b-Wekheviya navbera jin-mêrî

c-Tevgereke fikra ku li ser mirovan desthilatî û tehakûm nayê danîn dike navenda felsefeya xwe bi pêş xistiye.

13-       Ji hêla Hurrema hevjîna Mazdekî ve Mazdekîzm hatiye domandin û pişt re ji tevgera ku navê Hurremîzmê girtiye re çavkanîtiyê kiriye. Hurremîzm, xêzeke têkoşînê ya komunal ku kokên wê dispêrin felsefeya Zerduştî ye.

14-       Dema di ss 9. de Cavîdana rêbera Hurremiyan dimre Babek dikeve şûna wê. Li hember Ebbasiyan tevgereke gel a hêdar dide destpêkirin. Pişt re di 837’an de dîl dikeve destê Ebbasiyan, bi îşkenceyên hovane tê kuştin.

15-       Tevgereke gel a berbelav e ku li başûrê Iraqa îro di dawiya ss 9. de di pêşengtiya Hamdan û Abdanî de bi pêş ketiye. Hamdanî pergaleke aboriyê ya tekûz, gelek nêzê modela komunîstê bi pêş xist.

16-       Di ss 20. de Dîroka Aboriyên Rojhilata Navîn – Robert Owen rpl:9

17-       Di ss 20. de Dîroka Aboriyên Rojhilata Navîn – Robert Owen. rpl;10

18-       Di ss 20. de Dîroka Aboriyên Rojhilata Navîn- Robert Owen. rpl;134

19-       Aboriya Komunal Demokratîk – Abdullah Ocalan Weşanên Sosyal Bîlîmler Akademîsî

 

 

 

Ferhengok:

Arastin – Donatmak-

Averêbûn – Sapma-

Berdewamkirin – Olagelmek-

Bigerew – Karşilikli-

Binyatî – Yapisal-

Bi tenê, tek, sirf, sade, mutleq – Salt-

Dahat – Gelîr-

Danhevî – Rezerv-

Derçûn – Çikiş-

Dêmanî – Yerleşîk-

Diviyatî, mecbûrîtî – Zorunlûlûk-

Diyarde – Olgû-

Diyarker – Belîrleyîcî-

Ezmûn, tecrûbe – Deneyîm-

Ferisîn – Çozulme-

Gelhe – Nufûs-

Geşebûyîn, pêşveçûn – Gelîşîm-

Gundewar – Kirsal-

Hendef – Ûçûrûm-

Heyam – Donem-

Hilberîn – Uretîm-

Îzole – Yalitim-

Ji ber vê yekê, loma, lewma – Dolayisiyla-

Ji bo, bi şertê – Uzere-

Karîger – Etkîn-

Kirarî – Îşlem-

Kudirandin – Gutmek-

Kuncandin – Orseleme-

Lê vegerandin – Îndîrgemek-

Meleke – Yetî-

Mezax – Tuketîm-

Mêreba – Ortakçi, maraba-

Nîşander – Gosterge-

Palûte – Îmece-

Pawan – Tekel-

Pawankirin – Tekelleştîrme-

Payîn – Beklemek-

Pergandin – Karşilama-

Pevguhartin – Takas-

Pêker, faktor, lebatî – Etken-

Pêwendî, têkilî – Baglam-

Rabûna pêdarê – Şahlaniş-

Ragirtin – Alikoymak-

Rahijmendî – Gîrîşîm-

Rapirî – Aşirilik-

Rêgez – Îlke-

Serdest – Başat-

Seyr, çûyîn – Seyîr-

Şelpîner – Yanıltıcı-

Şêwegirtin, şekilgirtin – Şekîllenmek-

Şorax – Çorak-

Spartî – Dayali-

Şûv – Nadas-

Tellp – Tortû-

Tengavî – Bûnalim-

Teraz – Denge-

Teşe, şêwe – Bîçîm, şekîl-

Teşebuskirin – Gîrîşmek-

Tewere – Eksen-

Têgeh – Kavram-

Tûşandin – Ûgratmak-

Vesazbûn – Yapilanma-

Xislet – Karakter-

ev nivîs ji kovara jineolojî hejmara 16 ê hatiye girtin

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button