Daxwiyanî û çalakî

Jinên Reqayê ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê amade ne

Beriya hatina demsala zivistanê jinên herêmên Bakurê Sûriyeyê amadekariyên dagirtina zexîreyên zivistanê dikin.

Jinên bajarê Reqayê wekî jinên hemû herêmên Sûriyeyê her sal di van deman de û bi nêzîkbûna zivistanê re amadekariyên dagirtina zexîreyên zivistanê dikin. Jin ji bo peydakirina pêdiviyên malê û ji ber buhayê madeyên xwarinê di zivistanê de gelek cureyên sebze wekî dan, baqulî û tirşî depo dikin.

Ji ber ku çêja wê ji ya ji qutikirî xweştir e, jin bamî, dimsa bacanên sor û îsotan, mekdûs, hemû cureyên rîçalan, milûxiyê, tirşî û hwd. ji bo zivistanê depo dikin.

Dayika Ewş El-Safî yek ji jinên Reqayê ye û têkildarî vê mijarê wiha got: “Di van mehan de û ji ber buhabûna nirxên sebzeyan, em hemû cureyên sebze, dan û tirşî dadigirin. Niha ew wek kevneşopî tê hesbandin.”

Ji aliyê xwe ve welatiya bi navê Necah Abdulselam diyar kir ku hebûna van zexîreyan gelekî girîng e û zirarê nagihîne tenduristiya mirov.

(ANHA)

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close