Daxwiyanî û çalakî

‘Bi pêşengtiya jina azad em ê dagirkeiyê têk bibin û civakeke demokratîk ava bikin’

Jinên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî, di serî de dewleta Almanya kir ku binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên terorîst der heqê şênî û jinan de li Efrînê rawestînin. Jinan gotin: “Bi rêveberiya jina azad em ê dagirkeriyê têk bibin û civakek demokratîk ava bikin.”
 

Kongreya Star a Kantona Efrînê têkildarî serdana seroka Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan ji Almanya re daxuyanî da.  Bi dehan jin li qada Kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê kom bûn û pankartên ‘Binpêkirinên li Efrînê rawestînin’ bi  zimanên Erebî, Kurdî û inglîzî hatibû nivîsandin hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Kongera Star a Kantona Efrînê Fatme Lekto ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

Ji bo raya giştî û jinên cîhanê, em weke jinên Efrînê binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê gel, dîrok û şaristaniya Efrînê şermezar dikin. Mirov, dar û kevir jî ji êrîşên Tirkiyeyê nefilitîn.

Artêşa Tirk di êrîşên xwe de li dijî Efrînê çekên Almanî bi kar anî. Bi sedan jin, zarok hatin kuştin û heta niha şênî ji ber keraseta koçberbûnê azaran dikşînin. Ji aliyê din jî artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê der heqê sivîlên ku li Efrînê mane de hovantirîn bipêkirinên zilum û çewsandinê pêk tînin. ArtêşaTirk bi zanabûn demografiya herêmê diguhere, şêniyan koçber dike û mal û milkên wan talan dike. Roj bi roj kirinên xwe der heqê jinan de zêde dike.

Ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve û heta niha bi dehan civîn di bin nave çarseriya aloziya Sûriyeyê tên li darxistin. Lê piştî her civînek êrîş zêde dibin û planên dagirkirina xaka Sûriyeyê mezin dibin.

Em weke jinên Efrînê serdana Erdogan ji Almanya re di vê demê de qebûl nakin. Em bang li jinên civaka alman û cîhanê dikin, zêdekirina azarên sivîlan li Sûriyeyê qebûl nekin û hewl bidin bi awayekî cidî bipêkirin û êrîşên dagirkera Tirk li Efrînê rawestînin.

Em ji tevahiya cîhanê re tekez dikin ku bi rêveberiya jina azad û demokratîk em ê zihniyeta faşîst û dagiker tune bikin û em ê civakek demokratîk ava bikin(biafrînin).”

(ANHA)

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close