Daxwiyanî û çalakî

Bêrîkirinên bê dawî

Di dilê her mirovekê de hin birînên ku tu çaran qamûşk nagirin hene. Birîna dilê min jî ya ku ev bû 5 sal ku qet qamûşk nagire û qet jî wê negire jana bêrîkirina Denizê ye. Tu di şevên dirêj ên zivistana sar de ji min re bûyî germahiya dilê dayikek ku zaroka xwe di nava pêsîrên xwe yên buhuştî de dipoşîne. Tu bûyî rêhevala min a rêyên bedewiya azadiyê. Min bi te re ji wan şîverêyên dirêj, dûr û bê dawî hez dikir. Piştî çûyîna te êdî ez di şevên dirêj ên zivistan û havînê de dicemidim. Şîverêyên ku ez û tu bi evîna azadiyê tê de weke zarokek li pey dayika xwe dibeziyan û me behsa bedewiyên jiyanê dikirin û em bê westan û rawesant dimeşiyan. Êdî ji min re bûne rêyên herî dirêj û bê dawî. Ji xwe piştî çûyîna te min carek din berê xwe neda wan rêyan û bi kesekî re rêwîtiya bê dawî nekir.

Min gelek caran ceriband ku ez bi hinek kesê din re di wan şîverêyan de bimeşim û behsa bedewiya dilê te yê zarokane bikim. Lê min nikarî, min ew hêz û wêrektî di xwe de nedît ku piştî te berê xwe bidim warên bedewiya dilê te. Dizanim bê ka tu çiqas evîndarê wan warên bedewbûyî ye. Piştî çûyîna te min carekê berê xwe da ciyê zaroktiya me, ez çûm gundê Cinetê yê ku dikeve navbera çiyayê Şekîf û Karkerda. Li wê derê min berê xwe da ber bi rêwîtiya zaroktiya me ve. Li ciyê ku ez, tu û Sarya lê bi heriyê dileyîstin rûniştim û bi te re bûm rêwiyek windabûyî. Li çend ciya li zaroktiya me geriyam, lê min ne zaroktiya me dît û ne jî ew der weke xwe yê berê mabûn.

Her tişt hatibûn gûherîn. Hin dever ji ber karesatên xwezayî, hin dever jî ji ber lêdana balefirên dewleta Tirkan xirab bûbûn. Ji xwe ez jî gelek hatibûm gûherîn, êdî ez mezin bûbûm. Li kêleka min tu û Sarya jî tûnebûn. Ez bi tena xwe li bin darên guzê, sêvan û guhîşkan geriyam. Lê min nikarî yek ji wana kom bikim û bixwim, dara sêvê ya ku em her roj di bin de rûdiniştin û me bi hev re dest bi lîstokên jiyanek nû dikir û me bi hev re behsa bêrîkirinên xwe yên ji Binevşê re dikir. Ez li wir çend lehzeyekî rûniştim, ji çavên min çed rondikên bêrîkirin û tunebûna we hatin xwarê. Baş dizanim ku girî ne çareserî ye û bi rondikê çavan kesên ku çûne wê tu carî venagerin. Lê dîsa jî weke zarokek ku li pey dayika xwe digrî û li benda dayika xwe dimîne. Min jî wisa hêvî dikir ku dibe ez we bi rondikên çava vegerînim wan rojên zaroktiya me lê mixabin ku kesê diçin carek din venagerin.

Her dema ku ez hewil didim çend kêliyan bi te re bijîm û behsa bedewiya dilê te bikim, rondik rê nadin ku çavên min sernivîsê bibînin û ez terîfa bedewiya dilê te bikim. Piştî çûyîna te bi salan şevên min hemû bi rondikên bêrîkirin û tunebûna te bihurîn. Di her kêliyê de min bi hesreta carek din dîtina dilê te yê nazenîn jiyam û ez hîna jî bi bêrîkirina wê delaliya te dijîm. Çiqas xweş bû dema ku em bi hev re li wan warên bedew digeriyan. Di her hevdîtinek me de te porê min yê dirêj şeh dikir, dihûnand û ji min re digot porê xwe jê neke. Ew tiliyê te yên narîn weke keçek nazenîn di nava porê min de dans dikirin. Min ji wan destan hezkirina dayik, xwişk û rêhevaltî hîs dikir.

Dema ku te ez hembêz dikirim, di wê kêliyê de min hemû jan, birîn û xemên xwe ji bîra dikirin. Di her kêliya hembêzkirina te de, ez dibûm zarokek ku nû bi ser piyan ketiye û tu derd kulên wê tune ne. Yan jî qet rastî êşên jiyanê nehatiye. Her roj dema ji xew radibim hezarê caran dibêjim xweziya ku niha Denîz li ba min bûya û me bi hev re carek din ji dengê Sezenê stirana biçûka min guhdar kiribûya, ku her carê te bi wê dengê xwe yê xweş ji min re digot biçûka min û sitiran Sezen a bi zimanê tirkî ‘Biçûka min’ digot. Dizanim, baş dizanim delala dilê min kes bi xweziyan nagîje baqê keziyan. Lê çibikim gelek caran mirov bi xweziyan dijî. Berê min ji xwe re digot qet xweziyên min tune ne. Lê piştî çûyîna te her rojê min bi xweziya vegera te dibihûre. Di her kêliyê de ez dibêjim xweziya ku niha Denîz li vir bûya.

Her cara ku li ser mijarekê nûçeyek an jî nivîsekê dinivîsim ji xwe re dibêjim ger Denîz hebûya gelo wê ev nivîs an jî nûçeya min çawa binirxanda. Gelek caran dema ku min ji te re name dinivîsandin te ji min re digot tu dikarî nivîsên xwe hinek din bi zimanê edebî binivîsî û zêdetir pirtûkên edebî bixwînî. Min jî her carê hewil dida ku ez ji cara din hîn baştir û xweştir binivîsim. Ji bo dilê te nemîne û tu aciz nebî min di hemû kêliyên jiyana xwe de hewildanên pêşketinê didan. Tu di jiyana min de her ji bo min mamoste, dayîk, xwişk û heval bû. Dema ku cara yekê piştî salên dirêj di 1999 de me hevdû li Dola Kokê dît û em herduk jî mezin bûbûn, hatibûn guhertin ji ber wê me hevdû nas nekir. Piştî silavek hevaltî û çend kêliyan me hevdû nas kir, bi bêrîkirin û piştî windakirina Saryayê hevdû bi hezkirin û êşek mezin hembêz kir. Di wê kêliyê de hembêza te ji min re bûbû dergeha bihûştê û ez ji nû de ji dayîk bûbûm. Her çendî jana tunebûna Sarya û Binevşê dilê me birîndar kiribû jî û janên me mezin bûn jî, lê li kêleka wê dîtina te ji min re bûbû soz û biryara jiyanek nû.

Niha jî piştî çûyîna we hersêyan her roj dilê min xwîn digirî, lê ez bi biryar im ku bi hevalên we yên dozê re xeyalên we em ê pêk bînin. Denîza min a dil derya ye baş dizanim ez ê carek din nikaribim te bibînin û wî dilê te yê narîn hembêz bikim û ji çavên te yên tijî hêvî maç bikim. Lê delala min ez baş dizanim ku emê pênûs, kamere û xeyalên te yên welatekî azad li erdê nehêlin. Ez û hemû hevalên te bi têkoşîna te bawer in û wê xeyalên te, Nûjiyanan, Dilîşanan, Saryayan û Rizgaran pêk werin. Wê zarokên me jî weke zarokên cîhanê li ser axa welatê xwe bi awayekî ewlehî bijîn û xeyalên xwe yên zaroktiyê pêk bînin. Wê pênûs û kamerayên me bibin şahidê bedewiya dilê zarokên vî welatî.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close