Daxwiyanî û çalakî

Malbatên berxwedêran li hemberî êrîşan meşiyan

KOBANÊ – Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya Kongreya Star de Meclisa Malbatên Şehîdan bi dirûşma “Ax û rumeta xwe biparêze DAIŞ û dagirkeriyê têk bibe” meşek li dar xist.

Hemleya Kongreya Star ku ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê di 8’ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê li Kantona Kobanê hat destpêkirin didome. Bi armanca hemleya Kongreya Star bi pêşengtiya hevjînên têkoşerên azadiyê û Meclîsa Malbatên Şêhîdan meşek girseyî li Kobanê hat lidarxistin. Meş ji mizgefta Mehmud Şamliyan li ser riya Helebê dest pê kir heta goristana Şehîd Dicle berdewam kir. Di meşê de dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Na ji dagirkeriyê re” hat berzkirin. Her wiha di meşê de wêneyên têkoşerên azadiyê û alên Saziya Malbatên Şêhîdan hatin hildan.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Emel Mistefa axivî û êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê şermezar kir û wiha got: “Em êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Suriyeyê qebûl nakin. Em bi vê meşê peyama xwe ji hemû dewletan re dişînin û bi taybet dewleta tirk re. Em nahêlin ku dijmin xaka me dagir bike. Ev ax bi xwîna zarokên me hatiye avdan, em ê li ser riya cangoriyên azadiyê bimeşin. Em li Kobanê bi hemû pêkhateyan dijîn û em ê bi yekbûna xwe dawî li dagirkeriyê bînin.”

Piştî axaftinan gel berê xwe da Goristana Şehîd Dîcle û li ser gora têkoşerên azadiyê find hate pêxistin û têkoşerên meha îlonê hatin bibîranîn.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close