Daxuyanî

‘Pênûsa min dengê êşa dilê jinê ye û dîroka wê ye rast şîrove dike ‘

Jina ku êş, kul, dîrok û hezkirinên xwe bi pênûsa xwe tîne ziman di heman demê de têkoşîna parastina çand û hunerê dide. Hindê Abdulqadir a ku li Kobanê dijî pirtûkan li ser çîrok, dîroka jinan û jiyana jinana dinivîse. Nivîsên min dîroka jinan a rast şîrove dike. Min jiyan ji nû de dest pê kir û afirand. Di heman demê de têkoşîna min li dijî zîhniyeta baviksalarî berdewam e. Pênûsa min dengê êşa dilê jinê ye û dîroka wê ye rast şîrove dike .”

Jina bi navê Hindê Abdulqadir a 80 salî ye bi eslê xwe ji Kobanê ye. Hindê bi destên xwe yên ku ji keda jiyanê westiyane, îro careke din bi pênûsê serpêhatiya jiyana xwe ya di nava 80’ê salî de û ya tevahî jinan dinvîsîne. Dayika temen mezin, dema behsa serpêhatiya jiyana xwe dike, mirov rastî dîrokekê tê. Di çîroka dayika Hindê de, jiyana hemû jinên ku rastî kevneşopiyên civaka baviksalarî hatine mirov dibîne. Dayika Hindê li dijî zihniyeta baviksalarî bê rawestan, têkoşîn daye meşandin û îro jî bê ku temenê wê jê re bibe asteng, jiyana xwe bi azweriyek mezin dinivîsîne. Armanca dayika Hindê ew e ku serpêhatiya xwe ji nifşên nû re weke pirtukekê li peyê xwe bihêle. Hindê ji me re behsa çîroka jiyan û nivîsandina xwe kir.

‘Ez ji çanda xwe ya Kurdî dûr mezin bûm’

Hindê behsa salên xwe yên dibistan û jiyana xwe ya zarokatiyê dike û wiha çîroka xwe dibêjê: “Em bi eslê xwe ji gundên Goktepe yê bajarê Kobanê ne. Bavê min ji ber zoriya rêjîma Sûriyeyê em birin bajarên ereban. Me zaroktiya xwe li wan bajaran derbas kir û em diçûn dibistanê wan jî. Ez dikarim bêjim em li ser çanda ereban mezin bûn. Ez ji çanda xwe ya kurdewariyê dûr ketim , zimanê xwe yê rast min nas nedikir. Heta refa 9’an min zimanê erebî xwend, paşê dayika min jiyana xwe ji dest da û bavê min nehişt ez xwendina xwe bidomînim.”

‘Bi sûcekî bêbext ez hatim xapandin û bi zorê hatim zewicandin’

Hindayê di berdewamiya gotinên xwe de qala jiyana xwe ya bi êş û zewaca xwe ya bi zorê dike ku apê wê bi zorê ew bi lawê xwe re zewicand û wiha axaftina xwe domand: “Bavê min ez şandim mala apê min ê li Helebê. Her ez ji xwe dihizirîm ku ez ê jiyaneke asayî li mala apê xwe bijîm. Ez zarok bûm tenê xeyalên min xwendin û leyîstok bûn. Ez bi sûcekî mezin hatim xapandin. Di 17 saliya min de apê min bi zorê ez bi lawê xwe re zewicandim. Piştî dilovaniya dayika min bavê min dev ji min berda û bi jiyana bêbext re ez rû bi rû mam. Piştî biryara apê min jiyan li gel min rawestiya. Tenê min dixwest ez bibim bijîşjk.”

‘Min buhara jiyaneke nû ji xwe re afirand’

Hindê di dewamiya axaftinên xwe de balê dikşîne ser têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî zîhniyeta ku zaroktiya wê çewisand û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ez zewicîm û şûnde êdî min dizanîbû ku divê ez li hember zehmetiyên jiyanê bi hêz bim û ji nû de ez li ser piyan bimînim. Zarokên min mezin bûn, xwendin û zewicîn. Min jî biryara xwe da ku ez ê ji nû de bibim jineke avaker û têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî nedim sekinandin. Wê demê Rêber Apo li Sûriyeyê bû û herêmên Kurdan bi rêxistin dikir. Min jî weke jinek Kurd dest bi xebatê kir. Di wê demê de min nivîsên bi zimanê Erebî ji Dengê Kurdistan re dinvîsandin. Di heman demê de min cihê xwe di nava Dayikên Aştiyê de digirt û di tabûrên cewhewî de cih digirt. Min ji nû de dest bi jiyanekê kir. Ez dikarim bêjim min bihara jiyana xwe di dema serokatî de dît.”

‘Pênûsa min dengê dil û êşa tevahî jinan e’

Hindayê derbarê xebatên xwe yên nivîsandina çîrokan de wiha dibêjê: “Di destpêka xebatê min ên nivîsandinê de, min çîroka jiyana xwe ji Radyoya Dengê Kurdistanê re nivîsand. Piştî ku min çîroka xwe di radyoyê de guhdar kir, min biryar da ku ez serpêhatiyê jiyana jinan jî ji radyoyê re binivîsîm. Di destpêkê de jinan ev yek qebûl nekir, lê dema min bi wan re nîqaş kir em gihaştin biryara rast û min nivîsên jiyana wan nivîsî. Berê dema ku min dinivîsand min nedikarî nivîsên xwe li ciyekê biweşînim, lê piştî derketina Rêber Apo êdî em jin dikarin bi dilekî rihet xebat bikin û ji xwe re rehet binivîsim. Pênûsa min dengê dil û êşa tevahî jinan e.”

‘Nivîsên min dîroka bi êş a jinan şîrove dike’

Hindê wiha dawî li gotinên xwe anî: “Di van salên dawiyê de min biryar girt ku ez serpêhatiya jiyana xwe weke pirtûk binivîsim. Ji xwe ez niha li mala lawê xwe yê mezin dimînim û li vê derê pirtûka jiyana xwe dinivîsim. Min dixwest ku ez bi zaravayê Kurmancî gotinên xwe bêjim , lê mixabin Kurdiya min têra gotin û nivîsa pirtukê nake. Di sala 1993’an de min dest bi nivîsa çîroka jiyana xwe kir, li kêleka wê jî min helbest dinivîsand. Niha jî pirtûkê li ser çanda jinên Kobanê dinivîsim. Heya niha min pirtûkên xwe nedane çapkirin. Hemû tiştên ku min nivîsandine dîroka bi êş a jinan şîrove dike. Ez bi hêvî me ku hemû jin bikaribin xwedî li ked û jiyana xwe derkevin.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button