Daxwiyanî û çalakî

Nûçegihanê Çira Tv di êrîşa hovane ya dewleta Tirk de şehîd bû

Nûçegihanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo ku di êrîşa duh a balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li hemberî karwanên sivîlên Serêkaniyê de bi giranî birîndar bibû, tevî hemû mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin û şehîd bû.

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku bi taybet li ser bajarê Serêkaniyê didomîne, bi sedan welatiyên Herêma Cizîrê ya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bi karwanek mezin ê wesayitan çûbûn Serêkaniyê. Lê balafirên şerên dewleta dagirker, karwanê sivîlan bombebaran kir û 11 welatî şehîd, 74 jî birîndar bûn.

Di êrîşa hovane de nûçegihanê ANHA’yê Saed Ehmed jî şehîd bû, her wiha 7 rojnamevan birîndar bûn.

Ji rojnamevanên birîndar nûçegihanê Çira Tv Mihemed Hisên Reşo ku rewşa wî giran bû, tevî hemû mudaxeleyan jî, nehat rizgarkirin û şehîd bû.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close