Daxwiyanî û çalakî

Têkoşîna jinan hişmendiya netew-dewletê têk dibe (1)

Ji salên 1960`î heta 2019`an jin bê navber têdikoşin

Berçem Cûdî

KOBANÊ – Herçendî dewlet-netew û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike armanca desthiladariya xwe jî, jin ji berxwedan û têkoşînê gav paşde navêjin. Li tevayî Cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de tên destpêkirin. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek.

Roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin ango 25`ê Mijdarê, xwedî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye. Roja ku hersê xwîşkên Mîrabel ji bo gelek jinan bûn îlham û hêza têkoşînê. Tevî ku li dijî tundiya li ser jin gelek hevpeyman hatin mohirikirin jî, lê ji salên 1960`î û heta sala 2019`an jinên berxwedêr hîna jî dibin armanca pergala serdest û tên qetilkirin.

25’ê mijdarê roja serkeftina têkoşîn û hêza jinê ye

Ragihandina vê rojê bingehê xwe ji têkoşîna xwîşkên Mîrabel digire. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Dominik çalakvanên siyasîbûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serîhildabûn û têdikoşiyan. Di 14’ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewil da ku Minerva yê tacîz bike, loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şimaq li Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa Parêzerî li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê ‘Tevgera 14’ê Hezîranê’ ava dikin ku navê xwe ji dîroka şeqama Rafael Trujillo xwariye digire û perperîkê jî weke nîşaneya tevgerê hildibijêrin. Piştî wê bi demekê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwîşkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Paşê hersê xwîşk ji girtîgehê derdikevin û di 25’ê mijdara 1960’î de bi rengekî hov ji aliyê çekdarên Rafael Trujillo ve tên qetilkirin. Ev bûyer dawiyê li pergala Rafael tîne û ew piştî şeş mehan ji qetilkirina xwîşkên Mîrebal, tê kuştin. Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di 17’ê Kanûna yekem a sala 1999’an de biryar didin ku 25’ê Mijdarê, roja qetilkirina xwîşkên Mîrebal bibe roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jin û hemû hikûmet, rêxistinên navnetewî, rêxistinên mirovî û yên jin ji bo têkoşîna li dij tundî û parastina mafên jin rol û misyonên xwe bilîzin.

Ji salên 1960’î ve û tevî biryar û zagonên navnetewî ku qaşo mafên jin yên siyasî, leşkerî, civakî, xizmetguzarî û hwd. diparêzin, heta niha jî jinên ku li dijî pergala serdest têdikoşin û ji bo azadiya jin pêşengî dikin tên hedef girtin. Kesên sûcdar jî nayên darizandin ku ev yek dibe sedema dubarekirina heman bûyeran. Hin bûyer û rûdanên ku di van salên dawî de li dijî jinên ku pêşengî di civakê de kirine û di astên herî bilinde têkoşîn dane meşandin em dikarin wiha rêz bikin.

Hêj jî kûjerên Sakîne Cansiz, Fîdan û Leyla serbestin

Sakîne Cansiz yek ji jinên ku bi taybetmendiyên xwe yên têkoşîn û berxwedanê dihat naskirin. Sakîneyê ji bo azadiya jin û têkoşîna li dijî paşverûtiya mêrê serdest bingeh digirt. Tevî hemû zextên civak û pergalê heta kêliya dawî ya jiyana xwe dest ji doz û aramanca xwe berneda. Rêhevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi sekna xwe ya azad xwe ji pergala desthilatdar rizgakiribûn, di warê azadiya jin de bibûn xwedî zanebûn û rola xwe di pêşxistin û têkoşîna li dijî hişmendiya zayendperest de lîstin. Hersê jinên Kurd ku li paytexta Fransayê Parisê kar û xebat didan meşandin, di 9’ê çileya 2013’an de li navenda Çand û Hunera Kurdî tên qetilkirin. Ev Komkujî li seranserî cîhanê deng veda, li Kurdistanê û derveyî welat jî bertekên gelek tund derketin. Hate payîn ku îstixbarata dewleta tirk ew komkujî pêk anîne, lê hikûmeta Fransayê tu helwestên cidî û berbiçav nîşan nedan. Heft sal bi ser komkujiyê re bihurî û hîna jî qatil nehatine darizandin.

Ferînaz Xesrowanî sembola têkoşîn û berxwedanê ye

Di rejîma dewleta Îranê de pergal û hişmendiya zayendperest, dewlet-netew û paşverû li ser jinan hukim kirine ku bi tundî, qetil û bindestiyê re rojane rû bi rû bin. Di 5’ê Gûlana 2015’an de jina Kurd ya bi navê Ferînaz Xisrowanî (26) dema ku li otêla Tara ya Mihmabadê dixebite endamê îstîxbarata Îranê hewil dide ku wê tecawiz bike. Ferînaz li hemberî êrîşa tecawizê teslîm nabe, loma xwe ji qata çaran ya otêlê davêje û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Têkoşîn û berxwedana Ferînazê dibe sedem ku gelê Mihabad, Rojhilat, Îranê, Kurdên li Kurdistanê û derveyî welat jî li dijî Rêjîma Îranê serhildanan dest pê bikin. Gel bi hêrseke mezin wê otêlê dişewitînin û rêjîma Îranê rewşa awerte radighîne. Beriya vê bûyerê bi salekê jina Îranî ya bi navê Reyhane Cebariyan bi doza ku endamekî îstixbaratê qetilkiriye tê darvekirin. Di 2007’an de endamekî îstixbaratê hewildide tecawizê wê bike, loma Reyhane ji bo parastina xwe wî dikuje. Reyhane di peyama xwe de wiha ji dayika xwe re dibêje: “Heger min ew zilam nekuşta wê cenazeyê min bavêtana qûncekî bajar, piştî wê bi çend rojan wê polîs cihê min nîşanî te bidana da ku tu min nas bikî. Li wî quncî tu yê bizanî ku ez bi tecawizê re rûbirû mam. Wê qatil û tecawizkar jî neyê naskirin ji ber ku pere, desthilatdarî û hêza wan li cem me tune ye.”

Komkujiya Silopiyê, domandina plana Parîsê bû

Di 4’ê Çileya 2016’an de, ango mirov bêje di dema salvegera sêyemîn ya qetilkirina hersê çalakavanên siyasî Sakîne, Fîdan û Leyla li Parîsê, sê jinên din bi heman zîhiniyetê li Silopiyê hatin qetilkirin. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Neyir li navçeya Silopiyê ya Şirnexê di berxwedana Xwerêveberiyê de, ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Di demeke wiha de ku her kes li benda diyarkirina kûjerên Sakîne Cansiz û hevalên wê bûn, cîhan bi qetilkirina 3’ê jinên din yên siyasetmedar re rûbirû man. Mêrê serdest=dewlet-netew ji hêza jinên têkoşer ditirse. Li hemberî zihniyeta dewlet-netew û kujerê jinan, jin dibin xwedî hêza artêşbûnê û li dora bîrdoziya jinan azad tên gel hev.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de li ser bingehê artêşbûyîna jin, parastina rewa û parastina mafên jin tê damezirandin. YPJ’ê di warê herêmî û cîhanî de bû nasnameya jina şerker ku di roja îro de bi hezaran jin cihê xwe di nafa refên wê de digirin. Bi despêkirina êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li rex xwestina dagirkeriya axa wê artêşa tirk şervanên YPJ’ê armanc girtin.

Nasnameya jina şerker tê hedef girtin

Dewleta tirk û çeteyên wî di êrîşa 20’ê Çileya 2018`an de li Efrînê kiryarên dijmirovî li dijî jin bi kar anîn. Endamên komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 1’ê Sibata 2018’an de hemû pîvanên exlaqî binpê kirin û bi termê şervana YPJ’ê Barîn Kobanê lîstin. Pêsîrên wê jêkirin, nîvî bedena wê tazî kirin, bi lingên xwe pêl cinazeyê wê kirin û ew dîmen parve kirin. Çeteyên tirk piştî Barînê heman kiriyarên xwe li Kobanê jî li ser bedena şervana YPJ’ê Amara Rênas dan dubare kirin. Di 21’ê cotmeha vê salê de komên çete yên girêdayî dewleta tirk êrîşî navçeya Çelebiyê ya girêdayî Kobanê dikin ku di encama pevçûnan de şervana YPJ’ê Amara Rênas jiyana xwe ji dest dide. Çeteyên dewleta tirk bi bedena Amarayê dilîzin, paşê bi berzkirina sloganên “xwedê mezine” dîmen digrin û li ser medyaya civakî parve dikin.

Qetilkirina Hevrîn Xelef êrîşa li dijî tevahî jinên Sûriyê ye

Di pergala netewdewlet de kesên siyasetmedar her tim di nava pêşbirkê de ne û bi feraseta hevdu tunekirin desthilatdariya xwe mayînde dikin. Lê heger jineke ku siyasetê dide meşandin û li dijî zihniyeta desthildar nûnertiya bi hezaran jin dike, li ser têkçûyîna hebûna wan bibe xeter bê gûman wê bibe armanc. Hevrîn Xelef sekreterya giştî a Partiya Sûriyeyê ya Pêşeroj di 11’ê Cotmehê de ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyeyê bi rengekî hov hat qetilkirin. Rapora tenduristî ya qetilkirina Hevrînê diyar kir ku gule li bedena wê hatibûn reşandin, porê wê bi awayekî hovane hatibû kişandin û çermê serê wê ji ser rakiribûn, li ser bedena wê derbên amûrên tûj hebûn, her wiha çene û hestiyên kiloxê jî şikestibûn. Ev rêbazê işkenceyê bû sedem ku li ser mêjiyê Hevrînê xwîn çûyîna dijwar çêbibe ku di encamê de jiyana xwe ji dest bide. Çeteyan dîmenê îdamkirin û işkence kirina Hevrîn Xelef û 9 sivîlên din di hemû medyayên civakî de belavkirin.

Li dijî tundiyê berxwedana jinan

Herçendî dewlet-netew û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike armanca desthiladariya xwe jî, jin ji berxwedan û têkoşînê gav paşde navêjin. Li tevayî Cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de tên destpêkirin. Jin-dayika ku jiyan daye destpêkirin, wê civakan jî ji desthiladariya mêran xilaz bike. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek. Li dijî desthiladarî û tundiyê asta têkoşînê bilindtir dikin.

Sibêhê; Hêza jina azad civaka demokrat diafirîne

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button