Daxwiyanî û çalakî

​​​​​​​Foza Yûsif: 2020 dê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan

Ajansa me ANHA`yê der barê pêşketin û xebatên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sala 2019`an de bi endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif re hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvîn wiha ye:

Xebatên di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de ku jinan di sala 2019`an de kirine, hûn çawa dinirxînin?

Di 8 salên borî yên aloziya Sûriyê de, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her di rewşeke şoreşê de bûn. Her salê ji bo bilindkirina asta têkoşîna jinan gavên nû dihatin avêtin. Bi nêrîna min yek ji deskeftiyên herî girîng ên jinan di sala 2019`an de avakirina Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Ev gaveke dîrokî bû, ji ber ku ev meclîs ji bo avakirina nêrîneke hevbeş a jinan ji bo karibin di çalakiya guhertina civakî de rol bilîzin, kar dike. Helbet tevlêbûna piraniya rêxistinên jinan di vê meclîsê de dê şûna parlemana jinan bigire. Ji ber ku dê hemû dozên jinan û dozên din bi nêrîneke din werin dîtin û nîqaşkirin. Her wiha dê jin karibin ku di çalakiya avakirina civakî, siyasî û çandî de bibin hêzeke aktîf.

Ji ber vê, tevlêbûna jinên pêkhateyên herêmê berbiçav e. Ev yek jî ji bo pêkanîna hevkariyê û sûdwergirtina ji tecrubeyên hev û du, girîng e.

Deskeftiya din serkeftina dîrokî ku Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di şerê li dijî DAIŞ`ê de pêk aniye. Tevlêbûna jinan di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de ji bo jinan serkeftineke girîng bû. YPJ`ê tola hemû jinên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî tecawiz, firotin û tundiyê hatine, rakir. Ji ber vê yekê em serkeftina jinan di şerê li dijî terorê de ku zîhniyeta baviksalariyê ya hezaran salan temsîl dike û tunekirina wê, serkeftineke girîng dibînin.

Helbet, berxwedana şervanên jin di nava refên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Berxwedana Rûmetê de li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê girîng û pîroz bû. Her wiha berxwedana Ronahî, Zîn û bi dehan hevrêyên wan cîhan hejand. Şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û dayika Aqîde bandoreke mezin li wijdanê mirovahiyê kir û careke din ji cîhanê tekez kir ku Erdogan dijminê jinan e û ew DAIŞ`î ye, her wiha li dijî her tevgereke rizgariyê ya demokratîk e.

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek pêngav bi rê ve birin, hûn van pêngavan çawa dinirxînin?

Pir girîng e ku pêngavên hişmendiya civakê bi hemû pêkhateyên wê werin pêşxistin. Der barê rewşa malbat, jin û mêran de, belê, civak ji du zayendan pêk tê. Her ku jin û mêrên civakekê zana, demokratîk û kesayetên têgihiştî bin, ew qasî civakeke saxlem û tendurist derdikeve holê.

Malbat ji bo avakirina mirov girîng e û dibistana yekemîn e ku tê de mirov perwerdeya xwe dibîne. Ev dibistan divê bi awayekî domdar were pêşxistin ji ber ku dayik û bav mamosteyên wê ne. Mamosteyên ne serkeftî nikarin nifşekî serkeftî biafirînin, ji ber vê yekê pêngavên têgihîştinê ku rêxistinên jinan pê radibin, girîng û pêwîst in. Divê bê zanîn em çawa bijîn, bi hev re didin û distînin û em çawa jiyaneke malbatî ya pêşketî ava bikin. Her wiha divê em têkiliyên xwe yên malbatî ji nû ve bi rêxistin bikin. Weke hemû saziyên din, ji ber paşketina di mêjiyê me de malbat jî xwedî aloziyeke ruhî ya mezin e. Gelek sedemên din jî hene. Ji ber vê di têkiliya jin û mêran de pêwîstiya me bi pîvanên nû heye. Divê em li dijî diyardeya tundiya di malbatê de li dijî jinan, têkoşînê bikin. Her wiha divê em bizanin ku doza rizgariya jinan doza mêran jî. Ji ber ku mêrê ku rêzê li hemberî xwe digire û deyerê dide jiyana xwe, divê bi jineke xwedî îrade, azad û têgihîştî re bijî. An jî jiyana bi xizmetkarekê re nayê wateya hevaltiyê, lê belê dê di çarçoveya têkiliya di navbera kole û xwediyê wê de bimîne. Ev jî sedema bingehîn a paşketina civakên me ye.

Her wiha di çalakî û xwepêşandanên gel ên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de, beşdarbûneke balkêş hebû. Bi vê boneyê em dibêjin dayikên şehîdan bi helwestên xwe yên wêrek û xweragirtina li dijî dagirkeriyê, bûn nîşana şeref û rûmetê. Pêşwazîkirina zarokên xwe yên şehîd bi tilîliyan hêzeke mezin da berxwedêrên Berxwedana Rûmetê û careke din îspat kir ku ew lehengên ku leheng afirandine.

Ji destpêka şoreşa li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dewleta Tirk û çeteyên xwe bi taybet jin kirin hedefa xwe. Sûcê kuştina siyasetmedar Hevrîn Xelef vê yekê bi rengekî zelal radixe pêş çavan. Bi nêrîna we çima jin bi vê rengî tên hedefgirtin?

Belê, Erdogan û çeteyên xwe ji jina azad, wêrek û zana ditirsin. Ji ber ku li ser sîstema wan a paşketî ku jina bê îrade û kole û mêrê zordar esas digire, gefan çêdike. Ew ne tenê ji hêza me weke jin ditirsin, lê belê heta ji cenazeyên me jî ditirstin û tola xwe ji cenazeyên şehîdên me hiltînin û bi wan dilîzin. Weke ku bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê lîstin û Hevrîn Xelef bi rengekî hovane qetil kirin.

Kîna wan li dijî jinan pir mezin e. Ji ber ku jina şoreşger împaratoriya wan a ku li ser tundî, zilm û paşketinê ava bûyî, dihejîne. Ew wek perçemekê ne, ji ronahiyê ditirsin, di tariyê de dijîn û di tariyê de dimirin. Dixwazin bi rêya jinan tola xwe ji sîstema me ya demokratîk hilînin. Dizanin ku jin bingeha sîstema me ya civakî ye û kolekirina jinan rêya dûrxistina civakan e. Ji ber vê hedefgirtina jinan ne tesadûf e, lê belê xwe dispêre îdeolojî û siyaseta ku partiya AKP`ê esas digire.

Hêza jinan li tevahiya cîhanê bandor kir û bû meşaleyeke ku hemî azadîxwaz li dorê kom dibin. Ji ber yekê dixwazin vê meşaleyê vemirînin û hêviya jinan bişikînin. Lê belê şoreşa jinan bi israra mayîn û pêşketinê dewam dike, her wiha hedefgirtina jinan îradeya me têk nabe û tekez dike ku em di rêya rast de ne.

Ji bo sala nû ya 2020’an nameya we ji jinan re çi ye?

Bi rêveberiya jinan re me şoreşeke civakî pêk anî. Tu hêz nikare ku hêviyên me yên jiyana azad û birûmet têk bibe. Ji ber vê tecawiz û lîstina bi cenazeyên jinên me, nikare me paşve vegerîne. Lê belê dê hêzeke mezintir bide me ku em rêya xwe dewam bikin. Sala 2020`an dê bibe sala pêşxistin û mayîndekirina şoreşa jinan.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close