Daxuyanî

Koordînasyona Jinan ji bo sala 2020`an biryara projeyên xurtkirina aboriya jinan da

Îro Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane ya yekemîn li dar xist. Di civînê de kar û xebatên sala borî hatin nîqaşkirin. Her wiha plan û projeyên kar ji bo sala 2020`an hatin danîn.

Hevseroka Meclîsa Giştî Sîham Qeryo, hevseroka Meclîsa Rêveber Bêrîvan Xalid û cîgirên wan, her wiha hemû hevserokên deste û buroyên Rêveberiya Xweser di civînê de amade bûn.

Beşdaran raporên salane yên girêdayî jinan û pirsgirêkên sereke ku di sala borî de di nava saziyên Rêveberiya Xweser û civakê de derketine, hatin nîqaşkirin û ji bo çareseriyên guncaw pêşniyar hatin kirin.

Her wiha jinan tekezî bi girîngiya piştgiriya projeyên aborî û peydakirina derfetên kar ji bo jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha avakirina projeyên mezin ên piştgiriya jinan di sala 2020`an de û avêtina gavên pêwîst di vê der barê de, hatin nîqaşkirin.

Koordînasyona Jinan di civîna xwe de tekez kir ku divê rola jinan di saziyên Rêveberiya Xweser, navendên biryardayînê, aliyê rêvebirin, siyasî û rêxistinî de bê aktîfkirin. Her wiha semîner û perwerde bên zêdekirin. Tê payîn ku perspektîfên girêdayî jinan di civînên bê de, bên dayîn.

Piştgiriya jinan di aliyê aborî de û avakirina projeyên taybet ji bo aboriya jinan, her wiha aktîfkirina rola wan di hemû qadên jiyanê de, mijarên sereke yên civîna koordînasyonê bûn. Beşdaran li ser vekirina akademiyên taybet ji bo xurtkirina aliyê rêvebirina jinan ku hemî rêveberiyên xweser û sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de cih digirin, li hev kir.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button