pirtûkxane

Amedekariyên Kevana Zêrîn ji bo şahiya 8`ê Adarê

Jinên Efrînê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li kantona Şehbayê di sala duyemîn de dûrî warên xwe pêşwazî dikin. Tevgera Kevana Zêrîn amadekariyên xwe ji bo wê dike.

Komên şehîd Berçem, şehîd Hîva yên stran yên ku ji 17 endaman pêk tên û komên dîlanê yên şehîd Viyan Soran û şehîd Mizgîn ên ku ji 16 endaman pêk tên, perwerdeyên xwe dimeşînin ji bo ku tev li şahiyên 8`ê Adarê bibin û berhemên xwe yên hunerî pêşkêş bikin.

Ji aliyê xwe ve koma şehîd Barîn a şano wê şanoyên girêdayî berxwedana jinê û tundiya li dijî wê pêşkêş bikin.

Girêdayî mijarê endama Tevgera Kevana Zêrîn Zîlan Sîdo destnîşan kir ku komên dîlan û stranê ji du mehan ve dest bi perwerdeyên xwe kirine û bi awayekî baş berdewam in û got: “Em ê hewl bidin di wê rojê de berhemên hunerî xweşik pêşkêş bikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button