pirtûkxane

Kongreya Star dayika Ûweyş bi bîr anî

Koordînasyona Kongreya Star – Rojava dayika Rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş di salvegera wefata wê ya 27‘an de bi bîr anî û got: “Dayika Ûweyş dê weke nimûneya lehengiyê û serferaziyê bimîne, bi saya wê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bû.”

Koordînasyona Kongreya Star – Rojava bi wesîleya salvagera 27‘an a wefata dayika Rêber Abdullah Ocalan, Ûweyş daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Dayika Ûweyş mînaka jina azad a berxwedêr e, ku li hemberî şert û mercên jiyanî yên zehmet û astengiyên mezin ên di her aliyên jiyana malbatî, civakî û aborî de sekinî, teslîm nebû û zarokên xwe li ser giyanê berxwedanê mezin kir.

Dayika Ûweyş mîna dibistanekê bû, jiyana wê bi gelek mînakan, wekî sebir, întîqam, redkirina teslîmbûyînê, jiyana birûmet û azadîxwaziyê tijî bû. Ev taybetmendî û xisûs zemîna avakirina kesayetek fermandar û leheng mîna Rêber Abdullah Ocalan danî, yê ku ji zarokatiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Dayika Ûweyş tevî ku xwendin û nivîsandin nedizanî, lê helwesta wê di jiyanê de, mîna îrade û îsrara li hemberî jiyanê hebû.

Dayika Ûweyş îsbat kir ku azadî ji zarokatiyê ve destpê dike, ev yek di perwerdekirina durist a Rêbertî û piştgiriya wî de diyar bû.

Serkeftinên mezin ên ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet serkeftinên jinê, avakirina netewa demokratîk keda Rêbertî ne. Rêbertî li hemberî xeta şofenîst, netewperestî û sîstema kapîtalîst, netewa demokratik da avakirin.

Di dawiyê de em dibêjin ku dayika Ûweyş wê mînaka lehengî û serferaziyê bimîne. Ji ber ku bi saya wê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bû. Dayika Ûweyş rêberê mezin xwedî kir, em bi saya wî azad dijîn.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button