Daxwiyanî û çalakî

Zelal Ceger: Dewleta tirk Vîrusa Koronayê ji bo rantên xwe bi kar tîne

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Zelal Ceger geşedanên dawî nirxand û got: “Dewleta tirk Vîrusa Koronayê ji bo rantên xwe bi kar tîne. Ev qeyrana ku derketiye nêzikatiya pergala kapîtalîzmê ye û jiyana mirovan dike nava xeteriyê. Ji bo rêber Apo û girtiyên zindanan divê tedbîr bên girtin û hevdîtin bi wî re were çêkirin.”

Vîrûsa Korona li seranserî cîhanê belav bûye û gelek mirov di encamê de jiyana xwe ji dest dane. Heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşên nexweşiya Vîrûsa Koronayê nehatiye dîtin. Li beramberî vîrûsê gelek tedbîr ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeê ve hatin girtin. Li kêleka Vîrûsa Korona, êrîşên dewleta tirk ên li ser Gelê Kurd dewam dike, her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qadên parastina Medya, herî dawî jî êrîşî wargeha Mexmûrê kir û sê jinan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha rewşa girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de ne her ku diçe dikeve nav xeteriyê. Kiryarên dewleta tirk li dijî Gelê Kurd bi rengên cuda dewam dike, herî dawî cenazeyê Egîd Îpek ku beriya 3 salan li Dêrsîmê jiyana xwe ji dest dabû, bi rêya kargoyê ji malbatê re cenazeya wî di qutuyê de hatibû şandin. Têkîldarî van mijaran Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-dem) Zelal Ceger bersiva pirsên ajansa me da.

Di demek wiha de ku vîrûsa Korona li seranserî cîhanê belav bûye û hemû mirovahî di nava metirsiyek mezin de ye, hûn vê qirîzî çawa dinirxînin?

Em di destpêkê de ji malbatên kesên ku bi nexweşiya vîrûsê jiyana xwe ji dest dane sersaxîyê dixwazin û ji yên nexweş re jî şîfayê dixwazin. Dema Korona tê gotin, mirov dikare weke qeyrana mirovahiyê pênase bike, ji ber ku dem bi dem qirîzên wiha derdikevin holê. Lê çima di sala 2020’an de, di dema ku qeyrana şoreşê di bihara gelan de li hember pergalên desthilatdar têkoşîn dikin,ev qirîz derdikeve?Pergala kapîtalîzm dixwaze îro li ser civakê bandora xwe çêbike. Her wiha pergala kapîtalîzmê di aliyekî din de bi navê sermaye û maliye derdikeve pêş, bi xwe re jî qirîzek mezin dide jiyîn. Pergala dewletê îro xwe bi navê moderniteya kapîtalîzim bi nav dike û îro ketiye rewşek wiha ku qeyraneke mezin dijî. Lê ev qirîz ne ji îro de ye, ev çarsed salê ku dewlet pergaleke nû daye avakirin û parçekirina di navbera herêman, netew, ol û mezheban de daye çêkirin, ev yek bi xwe di nava civakê de qirîzek dide çêkirin. Her wiha herî zêde sermaye û pere derxist pêş, ev jî bi xwe re di nava civakê de di pergala kapîtalîzm û dewletên Ewropayê de, êdî dighêje asteke ku guhertinek jê re pêwist e. Vê guhertinê wê çawa bike, heremên ku tê de qirîz nîne, herêmên bêbandor û herêmên ku kapîtalîzm bi kûrahî xwe bernedaye, ev herêm jî Rojhilata Navîn e.

Em dibînin kapîtalîzm îro xwe daye Rojhilata Navîn û şerê cîhanê yê sêyemîn tê kirin, em ji vê re dibêjin şerê kapîtalîzmê yê li dijî mirovahiyê û li dijî civakbûyina mirovan e. Gelê Rojhilata Navîn li dijî pergala kapîtalîzîm orf, adet û pîvanên xwe diparêzin. Pergala dewleta desthilatdar ev sed sal in di Rojhilata Navîn de xwe bi cih kiriye, ruxmê ku ev sed sale reaksiyona civakê li hember destilatdariya dewletê nerazîbûn dide nîşandan, em ji vê re dibêjin bihara gelan. Pergala kapîtalîzimê ev çarsed sale di welatên din de xwe bi cih kiriye, em her sed salekî de dibînin qirîzek mirovahiyê derdikeve û nexweşiyek dixe di nava mirovatiyê de û bi hezaran mirov jiyana xwe ji dest didin. Ev nexweşiya Vîrûsa Korona ku di sala 2020’an de derketiye ne nexweşiyeke xwezayî ye, ev nexweşî bi zanebûn hatiye çêkirin. Pergala Kapîtalîzmê xwe li ser mal, fabrîka û pere pêş xist û qirêjiya xwe jî berda nava xwezayê. Her wiha felaketên xwezayê jî li ser mirovahiyê derbas dibin, ji ber xweza li hember qirîza ku mirov dike, reaksiyon dide nîşandan. Çeyreka nîvî ya di sedsalê de gel reaksiyonan dide nîşandan û serhildanan dikin. Ji bo bibin xwedî maf, pergala kapîtalîzmê jî li hember vê yekê bertek dide nîşandan û ji bo îradeya wan bişkîne, hebûna wan tune bike, bêdeng bike, aborî, jiyanî û siyaseta wan tasfiye bike, berê xwe dide nêzîkbûneke wisa. Di sedsala 21’an û 2020’an de derketina vê nexweşiyê ne tesaduf e û ne ji rêze ye.

Ev qirîza ku derketiye nêzîkatiya pergala kapîtalîzmê ye, li ser mirovahiyê ye û ser ziyanên nû dixebitin. Ji ber ku ev polîtîkaya wan ku ev çend salin didin meşandin û di şerê Rojhilata Navîn de li gor ku wan dixwest bi ser neket. Siyaseta ku derket di 2019’an de bi tunekirina DAIŞ’ê re, êdî hat xetimandin. Pêwîst e guhertinek ji vê pêvajoyê re were çêkirin, guhertin çawa bidin çêkirin? Ancax dikarin nexweşiyek wek Korona derxînin. Vê rastiyê her kes dibêje ‘Berî Korona çibû, wê piştî Korona çi bibe?’. Siyaseta ku piştî Korona were meşandin, ferza ku nû di cîhanê de were çêkirin, li gor wê dê nêzikbûyinek were çêkirin. Dewletên desthilatdar yên ku dixwazin hegemoniya xwe li ser sîsteman ava bikin hikmê xwe wê bidin çêkirin. Qeyraneke cidî li ser mirovahiyê tê, ancax em bikaribin xwe ji vê qirîzê biparêzin, ji ber ku sîstema tevahî civakan ketiye nava parastinê. Bi koronayê re jiyana mirovan felç bû û dixwazin îradeya mirovan bigirin dest, ji ber ku gel hewildana xwe li hember desthilatdariya ku heyî nedin nîşandan.

Dewleta tirk her roj êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, qadên parastina medya û herî dawî jî êrîşî Mexmûrê kir nêrîna we divê derbarê de çi ye?

Di van deh salan de Erdogan xwe li ser van çeteyên ku derketine dide jiyîn. Temenê hikmê xwe dide dirêjkirin û hebûna xwe dewam dike. Îro Vîrûsa Korona derketiye, hemû hikûmetên cîhanê ketine nava tevgerê ku çawa hemwelatiyên xwe biparêzin. Lê em li hikûmeta AKP’ê mêze dikin berovajî vê dixebite. Di rewşa Koronayê de civaka navneteweyî bang kir ku şer werin rawestandin û QSD’ê vê bangê pêşwazî dike, lê em mêze dikin hikûmeta AKP’ê çidike, Dewleta tirk Vîrusa Koronayê ji bo rantên xwe bi kar tîne. Ji bo wê jî êrîşî Şehba, Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn, Idlib, Mexmûr, Şengal û qadên parastina medya dike û dixwaze li ser vê Vîrûsa Koronayê çiqas feyde bibîne. Ji ber her kes di sîstema xwe ya parastinê de ye ku kes divê rewşê de nikare bikeve şerekî dijwar de. Erdogan tacirê şer, nexweşî, qetîlkirin û wêrankirinê ye. Hikûmeta AKP’ê îro tîcaretê li ser jiyana mirovan dike. Dewleta tirk nexweşxaneyên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî nexweşên Vîrûsa Korona dibe wan herêman. Her wiha her roj topan davêje û li Efrînê her roj mirovan direvîne, pere distîne û îşkence dike. Li Şehbayê jî ku gelê Efrînê koçber bûne li wir dijîn, hikûmeta AKP’ê wiha dike ku jiyana mirovên li wir dide felçkirin. Ji aliyekî din li welatê xwe tu tedbîr negirtiye û mirovên xwe belav dike. Li Idlibê jî pêwist e şer were sekinandin, lê hikûmeta AKP’ê her roj sewqiyata xwe çêdike û gelek leşker li wir bi Vîrûsa Korona ketine. Di rewşek wiha de hikûmeta AKP’ê bûye tacirê Korona.

Li dijî girtiyên siyasî yên di zindanên Tirkiyeyê de ne zextên dewletê her ku diçe zêdetir dibe, ji ber Vîrusa Koronayê jiyana wan di talûkeyê de ye hûn vê û bêdengiya qada navneteweyî çawa dinirxînin?

Me weke Tevgera Civaka Demokratîk ji bo rewşa Rêber Apo û girtiyên siyasî yên di Tirkiyeyê de daxuyaniyek da û metirsî û gumanên me hene. Hikûmeta AKP’ê biryar da ku kesên ku di zindanan de ne berde, lê siyasetmedaran bernade.Wê kî/kê berde? Kesên ku qetilkar, dizî, talankerî kirine û çeteyên DAÎŞ’ê wê berdin. Îro nêzî 15 hezar siyasetmedar di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, van mirovan bernadin û ji bo wê jî jiyana wan mirovan di xeteriyê de ye. Pêwist e hikûmeta AKP’ê tedbîrên wan ên tendurisitiyê bigire û di zûtirîn demê de girtiyên siyasî berde. Girtiyên siyasî pêşeng û rewşenbîrên vê civakê ne, pêwistiya civakê bi wan heye. Kesên ku hatine girtin bi navê HDP’ê, rojnamevan û hwd. in. Hikûmeta AKP’ê xeteriya di girtîgehan de baş dibîne, lê bi zanebûn tu tedbîran nagire, dewleta tirk dixwaze zindanan têxe goristan ji girtiyan re. Divê mirov vê rastiyê baş bibîne û kiryarên qirêj yên ku di derheqê civakê de dike. Ji bo Rêber Apo jî tedbîr werin girtin û hevdîtin bi wî re were çêkirin, heta niha tu hevdîtin bi Rêber Apo re nehatiye çêkirin. Rewşa wî ya tenduristî û ewlehiyê çi ye kes nizane. Ev hemû jî nêzikatiya siyaset ya dewleta Tirkiyeyê ye ku li dijî mirovahiyê bi kar tîne, li kesekî guhdar nake û zextê li ser dike, nexweşiya korona ku çawa li herêmên din bi kar tînê di heman demê de li ser zindanan bi kar tîne.

Dewleta tirk cenazeyê Egîd Îpek bi kargoyê ji malbata wî re şand, hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?

Mirov dema wê dîmenê ku cenazeyê Egîd Îpek di destê dayikê wê de dibîne, pir bi êş e û mirov digihêje rastiya ku hikûmeta AKP’ê pir eşkere xuya dike. Daxuyaniya Suleyman Soylu jî nîşan dide ku qîmetê mirovahiyê li gel wan tune ye. Ger wicdan bi wê hikûmetê hebûya hestiyê zarokê dayikê bi kargoyê nedişand. Hin nêzikatiyên mirovahî hene ger ku mirov bîne bîra xwe ku mirov ji nirxê civakê û ji exlaqê civakê dûr bikeve wê demê her tiştî dikare bike. Di hikûmeta AKP’ê de ne wicdan ne jî exlaq heye, nêzikbûneke bê ehlaqî li hember nirxên mirovahiyê dike. Niha pêwist bû ku li Kurdistanê û Tirkiyeyê hemû dewer niha li hember hikûmeta AKP’ê cihê isyan û serhildanê de ba. Gelê me pêwîst e vê rastiyê bibîne tu dengê xwe bikî jî tê bê tunekirin, tu dengê xwe nekijî tu tê tunekirin û di hemû hêlan de te tasfiye dike. Hikûmeta AKP’ê mirovan bê îrade, nasname, bê jiyan û bê ruh dike, wek heykelekî di ortê de dihêlîne û dibêje bijî. Niha li Kurdistanê û Tirkiyeyê jiyan ne tu jiyan e û tevahî wek zindanê lê hatiye, ji ber mirov newêre gavek ji mala xwe bavêje, mirov nikare ji bo welatpareziyê di mala xwe de du gotinan bêje, mirov nikare peyva aşitiyê li ser înternetê bibêje, ger ev hemû li ser te qedexe ye, demek ku tu di zindanê de yî. Pêwist e gel vê zindanê ji xwe re qebûl neke, hikumê AKP’ê yê ku ev bi salane dewam dike ji holê rabike. Dem hatiye ku hikûmeta AKP’ê ji holê rabe û pergala Erdogan were hilweşandin. Pêwist e gel vê rastiyê bibîne, li gor wê xwe bi rêxistin bike. Ji ber ev pergal li dijî mirovahiyê disekine.

Herî dawî peyama we ya di derbarê pêvajoyê de û ji bo gel çi ye?

Em îro rastiya ku rewşa heyî hem ya Korona hem jî krîzên ku tên jiyîn di aliyê aborî, civakî û gelek aliyan de pirsgirêkên ku tên jiyîn, pirsgirêk heta di mayindina malê de di navbera malbatan de derdike pêş. Pêwist e em alîkarî bidin hev û bizanibin em li hember dijminekî veşartî ne. Gelê me bi salên dirêj e ku li hember pergalên desthilatdar, çeteyên DAIŞ’ê şer û qehremantiyên pir mezin kir û bi hezaran pakrewan dan. Pêwist e îro jî li hember Korona ku wek dijminekî veşartî bibînin û li hember wê têkoşîn bikin û li ber xwe bidin. Tiştên ku ji me tê xwestin parastin, paqijî û mayina li mal e. Pêwîst e em bikaribin ev girêdanbûna civakî di nava civakê de derxînin pêş, ji bo ku em bikaribin vê qeyrana ku pêşiya li me heye bi saxlemî derbas bikin û bighînin serkeftinê. Piştî Korona em bikaribin gaveke nû ji bo azadiya xwe, têkoşîn û berxwedana xwe bidin diyarkirin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close