Lêkolîn

​​​​​​​Kongreya Star sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan belge kir

Dewleta Tirk a dagirker di destpêka sala 2018‘an de bi êrîşên hovanê Efrîn dagirkirin. Bi taybet jin kirin hedef. Li dijî jinan sûcên revandin, tundî, êrişên cinsî û qetilkirinê pêk anîn. Dosya ku hatiye çêkirin şîdeta li ser jinên li Efrînê belge dike.

Di naveroka dosyayê de pêşgotina; Dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyê, rewşa li herêmên dagirkirî bi taybetî li herêma Efrînê, êrişên cinsî û armancên dewleta Tirk, istatistîk û rêbaz, mînakên bûyeran (jinên ku hatin revandin, zewaca bizor, jinên kuştî) dawî û encam cih digre.

Di pêşgotina dosyayê de tê gotin ku bûyerên di van du salên dawî de li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatine şopandin gelek bi fikarin. Dixwazin bi vê dosyayê şideta ku gelê Efrînê û bi taybetî jin her roj rû bi rû dimîne diyar bikin.

BEŞEK JI NAVEROKA DOSYAYÊ WIHA YE;

Bi dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê yên cîhadîst re, nêzîkî 300,000 mirov, ku piraniya wan gelê Efrînê ye, hatin koçber kirin û neçar man ku ji malên xwe derkevin. Piraniya wan, derdora 157,000 kes, biryar dane ku li nêzî Efrînê bimînin û niha li herema Şehba di kampan de dijîn. Di rewşek awarte de dijîn. Armanca dewleta Tirk avakirina hegemoniya çandî û etnîkî ye û bi riya guhertina demografîk a bi zorê, bindestkirina komên etnîkî yên herêmê, derxistina wan û şûna wan kesên din bicîh kirin dixwaze vê yekê pêk bîne. Di heman demê de, nakokî di navbera gelên heremê de didr çêkirin. Ji bo ku nehêlin ew bi hev re bijîn. Dewleta Tirk ev polîtîkaya asîmîlasyon û dagirkeriyê di şeklê xwe yê nû de, bi taybetî li dijî gelê Kurd, berdewam dike.

Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya DYE jî destnîşan dike ku deverên ji hêla Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê, di nav de Efrîn jî heyî, dagirkirî ne, bi zanebûn manipulasyonên etnîkî û olî li ser gelên herêmê pêk tînin û guhertina demografî ya armanckirî didin ferzkirin.

REWŞA LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ, BI TAYBET JÎ LI HERÊMA EFRÎNÊ

Jiyana rojane ya li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî wek Serêkaniyê û Girê Spî yên li bakurê Sûriyê ji hêla tundûtiyê ve tê nîşan kirin. Di raporek ji aliyê Komîsyona Lêpirsîna Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî li ser Komara Erebî ya Sûrî hejmarek ji bûyerên tawanên li Efrînê tê belge kirin. Girtin, kuştin, şideta fizîkî û revandin, û her wiha talan û destavêtina malên sivîlan ji hêla cûrbecûr komên çete ve ku di bin sêwana Artêşa Niştimanî ya Sûrî de kar dikin, têne ragihandin. Wekî din, gulebarankirin, teqînên otomobîl û êrişên din ên bi teqemeniyê re li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hema hema rojane qewimîn, ku bûne sedema gelek sivîl hatin kuştin.

Li Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, jiyana rojane bi girtinên kêfî derbas dibin. Ew rêbazek gelemperî ya komên cîhadîst e ku bi taybetî ciwanên jin û mêr direvînin. Piştre ji malbatên wan pereyan dixwazin.

Doza trajîk a Zeyneb 50’î salî û dayika sê zarokan, tenê yek ji gelek mînakên tên jiyîn e. Zayneb a ku dixwest vegere herêma Serêkaniyê ji aliyê komên çete ve hat revandin û du hefte girtî ma. Tenê piştî ku berdêla wê pere hate dayîn ew hat berdan. Di dema girtinê de, ew bû şahidê dîmenên kuştin û îşkenceyên hovane.

Hovitî û asta êrişan gelek dijwar in. Bi êrişên topbaranê ji hêla hêzên dagirker ên Tirk li ser taxa Til Rifaat ku roja 2’ê Kanûna 2019’an pêk hat ev yek eşkere bû. Til Rifaat bajarek li herêma Şehbayê ye. Li wir pir malbatên koçber dijîn. Hewşa dibistanek ku zarokên lê dilîstin hat armanc kirin. 11 sivîl, di nav de 8 zarok, hatin kuştin û çend kesên din jî bi giranî birîndar bûn, ku piraniya wan zarok bûn. Di heman demê de wêrankirina çandî ya herêmê jî heye. Şewitandina zeviyan û bi sedan daran, bi taybetî darên zeytûnan, ne tenê bingeha aborî hildiweşîne di heman demê girêdana gel bi xweza û axê hildiweşîne. Sazî û dibistanên gelemperi wek girtîgeh û baregehên leşkerî tên bikar anîn. Wargehên dîrokî bi zanebûn têne hilweşandin û zimanê Kurdî di dibistanan de tê qedexe kirin û li hemû sazî û cîhên gelerî zimanê Tirkî tê bi cîh kirin. Li vê derê, projeya paqijkirina etnîkî diyar dibe, ew hewl didin ku bi hilweşandina dîrokê civakê û çanda wê tune bikin.

TUNDIYA ZAYENDÎ ENCAMÊN ZIHNIYET Û ARMANCÊN DEWLETA TIRK E

Sûc û binpêkirina mafên jinên li Efrînê hatin belge kirin, rewşa bêhiqûqî û şîdeta sîstematîkî ya hovane ku her roj jin û gel li vê herêmê dijîn tê eşkerekirin. Jiyan ji bo jinan bûye mîna zindanekî, ew tên tepisandin, rûreşkirin, bizor zewicandin, îşkence kirin. Rastî êrişên cinsî û qirkirinê tên. Pir jin êdî ji tirsa ceza û şîdetê ji malê dernakevin. Jin ji hemû mafên xwe yên ku berê hatine bidestxistin bêpar mane. Di demên dawî dawî de kiryarên tundiyê zêde bûne. Di dawiya Gulanê de, hatibû eşkere kirin ku di zindanên çeteyên Tirk de, gelek jinên Kurd yên herêmê di bin şertên herî xirab de hatin girtin, destdirêjî û işkence li wan tê kirin. Hema hema her roj nûçeyên li ser revandin û kuştina jinan hene. Ev hemû binpêkirinên mafên mirovanin û ji pîvanên mirovahî dûr in. Di vê pratîka dagirkerên Tirk û komên cîhadîst de, heman zihniyeta baviksalarî tundrew tê dîtin ku zilma di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de tîne bîra mirov. Ev zihniyet qanuna Islamî, ku bingeha wî qanûnên kevneşopiya îslamî ye dixwazin. Bi hezaran çeteyên cîhadîst û malbatên wan li herêmê dibin armanca vê ideolojiye li wir bidin runiştandin tên bicih kirin. Em dikarin bibînin ku ev li hember jinê û di heman demê de hemberî civakê êrişek sîstematîk û armanckirî ye. Femisîd ango kuştina jinan, demek dirêj ji bo tunekirina civakan, komên etnîkî an civakan taktîkek bingehîn e. Mîna şîdeta li ser jinê û guhertina demografîk, ew beşên domdar ên pratîka jenosîdê ne û divê wiha jî were fam kirin.

MÎNAKÊN BÛYERAN

JINÊN KU HATINE REVANDIN

Ji destpêka dagirkirina Efrînê di sala 2018 ve, heya niha zêdetirî 1,564 ji hêla dewleta Tirk û komên çeteyên cîhadîst ve rastî êriş û şidetê. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê, ji zêdetirî 1000 revandin û wendakirinên jinan, bi kêmî ve 290 bûyerên girtina kêfî ên hem jin û hem jî zarok hatin belge kirin.

Yek ji mînaka jînên ku hatine revandin, Valentina Mustafa Hasan e. Valentina jinek 22 salî ya ji gundê Darwiş a navçeya Şeran ku bi hevjînê xwe re li Midanky jiyan dikir. Di destpêka sala 2018’an piştî herema Efrinê ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin tevî hevjînê xwe ji aliyê çeteyan ve hate revandin. Piştî revandinê, rastî êrişa cinsî û êşkencê hat. Çeteyên ku ew revandin bi wê re wêne kişandin û şandin ji malbata wê re. Di dawiya sala 2019’ an û destpêka sala 2020‘an de, bi dayika xwe re pêwendî danî. Di pêwendiyek telefonê de, malbata xwe agahdar kir ku ew hatiye revandin û li bajarê Kafr Nabl ê Idlib ê ye. Piştî vê banga dawî têkiliya wê hate qut kirin û çarenûsa wê hîn ne diyar e.

JINÊN KU BI RÊYA PARVEKIRINA DÎMENAN HATIN NASÎN

Di 29‘ê Gulana 2020‘an de li bajarê Efrînê pevçûnên dijwar di navbera çeteyên “Al-Hamzat û “Ahrar El-Şam” rû da. Di encamê de, hejmarek jin di nav de jinên Kurd ên ku ji demek dirêj ve hatine revandin di girtîgeha Al Hamzat de tazî û girêdayî hatin dîtin. Dîmenek ku li ser medyaya civakî belav bû xuya dike ku 11 jin û zarokek yek salî di zindana veşartî de ne. Hin ji jinên ku di wêneyan de tên nas kirin, hinek ji wan di destpêka bihara 2018‘an de, di dema êrişa Tirkiyê de wenda bûn. Jin di rewşek xirab de bûn, bê qanûn, adalet û nirxên civakî.

Haifa Al-Jasem, hemşîreyek Ereb ku berê li nexweşxaneya Efrînê dixebitî hatibû tawanbarkirin ku bi Rêveberiya Xweser re dixebite û hat revandin dîmenan de hat nasîn.

ZEWACA BIZORÊ

Ji destpêka avakirina pergala demokratîk li herêma Reveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, qanûnek nû ya jin li ser bingehê rizgariya jinê hatîye danîn. Ev di 22‘ê Cotmeha sala 2014‘an de ji alîyê Buroya Jinê ya Reveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê hate weşandin da ku ji bo mafên jinê di pergala nû ya sîyasî de cîhê xwe bigire. Qanûn binpêkirinên mafên jinê û pratîkên ku wekî zordar têne hesibandin qedexe dike. Qanûn ji herêmên Efrîn, Kobane û Cizîrê re derbas bû. Maf û azadiyên herî girîng ên di qanûnê de cih digirin, qedexekirina zewaca bi zorê ya ciwanan e. Bi dagirkirina Efrînê de, ev mafên jinan careke din hat pûçkirin û zewaca bi zorê ya emir piçûk dîsa yek ji pêkanînên zayindîparêz ên çeteyên cîhadîst e.

Fatima Mihemed Xelîl, zarokek 14 salî ji gûndê Shaytana Cotmeha 2019‘an, bi zorê bi leşkerekî Artêşa Sûriya ya Netewî re hate zewicandin.

Li gorî raporek rêxistina mafê mirovan – Efrîn, Sûriye ji 20’ê Çileya 2018’an heta 1’ê Hezîrana 2020‘an li Efrînê kuştina 50 jinan bi belge bûye.

Di 8‘ê Mijdara 2018‘an de, çeteyên Al Hamzar ên alîgirê Tirkiyê ketin hundurê mala Eyşe Henan ya 80 salî li gundê Burc Ebd Elo û malên wê dizîn. Wextê ku li berxweda, çeteyan bi awayekî hovane ew xeniqandin. Kurê wê jî heya sibehê hate binçavkirin.

DAXWAZÊN KU DIVÊ BÊNE BICIHKIRIN

Em wek Kongreya Star bang li sazî û aktorên navneteweyî dikin ku berpirsyarî bigirin û tevbigerin da ku pêşî li qirkirin, fêmîsîd û guhertina demografiyê bigirin.

• Bilez pêkanîna qada qedexe ya firînê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê

• Divê gavên cidî werin kirin ji bo vekişandina artêşa dagirkeriya Tirk û hemû grûbên leşkerî ku pêre girêdayî ne ji axa Sûriyê

• Bicîh kirna hêzek aştîxwaz a civaka navnetewî li ser sînorê Tirkiye-Sûriye

• Divê cezayên aborî li dijî Tirkiyê û rawestandina her bazirganiya çekan bi Tirkiyê re were kirin

• Tevirên ji bo peydakirina piştevaniya mirovahî ji bo herêma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê werin danîn

• Divê yekser rê ji bo rêxistinên mafên mirovan bêne vekirin ji bo deverên ku ji hêla Tirkiyê ve hatine dagîr kirin, da ku rewşa li erdê bişopînin

• Divê pratîkên qirkirin û femînîzm demildest were sekinandin û dewleta Tirk û komên cîhadîst ên hevalbendên wê werin dadgeh kirin.

• Damezrandina dadgehek a navneteweyî ji bo darizandina binpêkirinên mafê mirovan û sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerte.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close