Siyaset

Bi dayîka Çîçek Kobanê re hevpeyvînek hat çêkirin

Ew piştî ku 7 sal li Tirkiyê dijî, vegeriyaye Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Di dema êrîşa ku ji hêla dewleta Tirkiyê ve li Bakûr û Rojhilatê Sûrî di 9’ê Cotmeha 2019’an de hat destpêkirin , komên cîhadîstan di bin ala Artêşa Niştimanî ya Sûrî (SNA) ya ku wek Artêşa Sûriy Azad (FSA) jî nav de, êrîşî navçeyên SerêKaniyê û Girê Spî kirin.
Bajarê Serêkaniyê , ku ji hêla terorîstên Cebhet el-Nusra ve hat êrîşkirin di sala 2013 de ji hêla YPG û YPJ ve hate rizgarkirin, hate dagirkirin û niha di bin kontrola dewleta Tirkiyê û Artêşa Niştimanî Sûriye de ye .
Ev jî ji hêla rojnamegerê herêmî Diyar Ahmed ve jî hate piştrast kirin: “[Faraksyona AAS] xwedî avahiyeke baş ya rêxistinî nînin. Li bajêr 20 komên çekdar li dijî hev şer dikin. Pergala ku li wêderê heye ji hêlaTirkiyeyê ve hat damezrandin û bi zorê da qebul kirin “.
Bandora şer di aliyê mirovahî de pir giran bûn. 250,000 mirov ji malên xwe hatin koçber kirin, bi dehan tax û sazî û binesazî hatin topbaran kirin û rûxandin. Gelek kes hatin kuştin.

17’ê Cotmeha 2019 an , piştî dan û standinên DYE û Tirkiyê , “peymana agirbestê” hate îmzekirin û hat ragihandin. Pênc roj şûnda jî peymanek din a di navberaTirkiyê û Rusya de hat ragihandin û bi vî rengî “herêma ewleh” xist bin kontrola wan.
Dîsa jî êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî nehatin rawestan din. Tawan û zordarî li ser gel berdewam dikin. Gund her roj tên bombebaran kirin û bi hezaran hêktar zevî tên şewitandin . Gelek sivîlên birîndar û kuştî hene, di nav de gelek zarok jî hene . Li herêmên dagirkirî de malan tên talan kirin, jin tên revandin, destdirêjî û kuştin wek polîtîkayek tên bikaranîn.
Bi pêkanînên xwe yên paqijkirina etnîkî, dewleta Tirk û hevalbendên wê cîhadîstan paqijkirina etnîkî û bi zorê guhertina demografîk li herêmê pêktînin, bi vî rengî hêz dide komên terorîst ku berfireh û xurtbibin.
Di dema vê dagirkeriyê ku dewleta Tirk erîşî Girî Spî kir de şervanê YPJ Çîçek Kobanê li Rojava welatê xwe bu. Ew di 21’ê Mijdara 2019’an de ji hêla yek ji komên cîhadîst ve hate birîndarkirin û dîl hate girtin û ew birin zîndanê Tirkiyê.
Ev buyer jî îspat dike ku têkiliya rasterast a navbera dewleta Tirk û komên cîhadîst hene. Dîmenên girtina Çîçek Kobanî rasterast ji malbata wê re hat şandin û li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Dayika Çîçek Kobane: “Keça me di bin rewşa ne mirovî de di zindana Tirkiyê de tê girtin.
Hûn dikarin çi ji me re bêjin li ser rewşa keça xwe ya a niha û ew çawa birine zindanaTirkiyê?
Dayika Çîçek Kobanî: 4 rojên destpêke me tu agahî derbarê wê negirt. Dema ew wenda bû me fikir kir ku ew hatiye şehît xistin. Piştî çar (4) rojan dîmenek ji hevjîna min re li ser telefona wî şandin. Me di cih de her kesê ku em nasdikin li Rojava de agahdar kir û dest bi lêgerîna wê kir.
Wê demê em hîn li Tirkiye’yê dijiyan û me li wê derê parêzerekî Kurd dît û bi wî re em çûn saziyek hukûmetê bi wêneyekê Çîçek. Em jî ji girtinê ditirsiyan, lê me xwest ku em fêr bibin ku ew li kû ye û ka ew hîn jiyan dike an na. ”
Piştî çend rojan li nexweşxanê û hefteyek din jî li zindana Rihayê (Urfa) de ma û piştre jî Çîçek birin Girtîgeha Hîlwan a ku navçeya Riha.
Ji xwe Gelê Kurd û mafên wan di hundurê Dewleta Tirk de hîn têne binpêkirin û bindestkirin. Kurd gelê yek ji wan e ku herî zêde zordarî dibîne di roja me îro de. Pêşeroja wan bi taybet li Tirkiye’yê zêdetir di metirsiyê de ye.

Rewşa tenduristî û psîkolojî ya Çîçek çawaye ? Derfeta wê heye ku hûn bi wê re bikevin pêvendîyê?

Dayîka Çîçek Kobanî: Lingê wê di rewşek xirab de ye. Ew nikare lingê xwe bilivîne, bimeşe an an jî cilê xwe biguherîne. Ew bi rastî ji bo tenduristiya xwe ditirse. Em 6 meh e hewldidin ku ew dermankirina tenduristî ji bo lingê xwe bibîne, lê ew hîn jî tedawî nedît. Ew nikare xwe serbixwe mêze bike û ev yek bandorê li psîkolojiya wê dike. Tedawiya lingê wê niha herî giringe.
Di dema pandemiya corona de gelek girtî serbest hatin berdan, lê ew û girtiyên din ên siyasî nehatin berdan. Çîçek birîndar bû, dive ku ew serbest hatiba berdan div ê demê de hemû serdan hate sekinandin û tu tedbîrên li dijî virusê nehatine girtin, ne jî kontrola bijîşkî çêbuye.
Tirkiye di heman demê de pêkanînên cûr be cûr li hemberî Corona di hundurê girtîgehên li seranserê Welêt de pêktîne, di nav de qanuna taybet ya amnesty ku destûr dide serbestberdana derdora 90,000 mehkûman.
Li gorî raporên sazî û dezgehên mafên mirovan, yên ku çavdêriya rewşa girtiyan dikin, di zindanan de rewşa ji berpandemiya corana xirabtir bûye.
Dewleta Tirk ji prensîp û rêgezên ku ji hêla Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê, Komîteya pêşîlêgirtina êşkence û cezakirina nemirovî (CPT) piçûkxistin û rêgezên ên ji Neteweyên Yekbûyî û Komîsyona Ewropî ya Komîsyonên Mafên Mirovan ve hatî pejirandin re tevnagerin.
We çend caran Çîçek dîtiye? Nêzîkatî jib o malbata we çawa bû?

Dayika Çîçek Kobanî: Me dikarîbû mehê carekê serdana wê bikira û bi heftê carekê 10 deqa bi telephone wê re bipeyivin. Em di bin zexta domdar a polîsên Tirk de dijiyan ku her meh dihatin mala me. Me tehdîdkirin û rûreşiyê li ser me meşandin. Hevjînê min û du kurên min hatin girtin û işkencekirin. Wan tiliyên hevjînê min jî şikandin.
Parêzerê me jî hat girtin û heman nêzîkatî li hemberî wî jî hat raberkirin.
Ji ber vê zext û metirsiya domdar, me sê meh berê biryar da ku ji Tirkiye’yê birevin û vegerin
Rojava, cihê ku em bi eslê xwe ji wê derê ne. Ji wê hingê me keça xwe nedît.
Hikûmeta Tirkiyê di şert û mercên pandemiyê cîhanî de, polîtîkayên xwe yên dijî Kurdan betal nekir. Berovajî hukûmeta Tirk vê rewşa pandemic wekî firsendekê dît ku êrîşî saziyên demokratîk ên Kurdî û taybet civakê bike.

Hûn çi peyamê dixwazin bi seranserê cîhanê re parvebikin?
Saziyên mafên mirovan pêwîste bê deng nemîne. Ji ber ku dewleta Tirkiyê zagonên navnetewî binpêdike. Çîçek li Tirkiyê nehatiye girtin li axa xwe hatiye dîlgirtin û revandin. Ber çavê cîhanê bi destê çeteyên cîhadîst hate revandin û radestî dewleta Tirkî kirin. Ew yek jî diyar dike ku dewleta Tirk bi gel çeteyên cîhadîst kar dike û piştgirî dide wan çeteyan. Dadgehkirin li dijî keça me 28’ê Tîrmeha 2020’an e. Em dixwazin saziyên mafên mirovan li ser rewşa wê agahdar bin û piştgiri bidin da ku ew vegere malbata xwe.”

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close