Siyaset

Zêdebûna Tundî Li Efrîna Dagirkirî

Zêdabûna Tundî li Efrina Dagirkirî
Di Gulana 2018‘an de, herêma Efrînê ya bakurê rojavayê Sûriyê bi darê zorê ji hêla dewleta Tirk û
çeteyên wan ve, ku beşek ji komên cîhadîst in û di nav de gelek endamên DAIŞ‘ê ne, hat dagirkirin.
Ew dagirkirna bi şîdet bi navê „Kaniya aşitiyê“ bi hinceta avakirina Herema Ewle pêkanîn û pir û pir
qurbaniyên sîvîl ku jiyana xwe ji dest dan bi xwe re anî. Lê di rastiyê de Efrin yek ji heremên herî bi
ewle bû li Sûriye, pistî destpêka şerê navxweyî kocberên ji heremên cûda berê xwe dan Efrin ê. Heta
di dema dagirkeriyê de jî Efrin ji civakekî cihêreng pêk dihat û heta 7 salên borî beriya dagirkirinê xwe
bixwe bi şewazekî demokratîk rêvedibirin.
Du sal û nîv piştî ku Tirkiye û hevalbendên wê yên cîhadîs herêma kevneşop a Kurd li bakurê rojavayê
Sûryê dagir kir, tundûtûjî, talan û koçberî zêde di kanton ku berê xweser bû de berdewam dike. Hema
bêje rojane revandin, girtinên keyfî, îşkence, destavêtin û kuştinên li herêmên dagirkirî tên ragihandin.
Bûyer meh bi meh zêde dibin û her dijwartir dibin, ji ber ev çalakiyên cîhadî dibin parçeyek jiyana
rojane. Di meha Tebaxê de jî pir sûcên tûnd hatin belge kirin. Jêrîn tawanên wekî kuştin û revandin
di mehaTebaxê de werin destnişan kirin. Wekî din jimarên komkirî ya sûcên wek kuştin, îşkence,
revandin û tecawîz ji destpêka dagirkirina Efrin heta îro werin tomar kirin.
Ji ber ku rê tune ji bo çavdêr û rêxistinên mafên mirovan biçin deverên dagirkirî (piştî dagirkirina
Efrînê di sala 2018 de, Serê Kaniye û Gire Spî di Cotmeha 2019‘an de hatin dagirkirin), xwe gihandina
agahiyan li ser binpêkirina mafên mirovan li wan deveran pir dzaxmete e. Rêxistinên mafên mirovan û
çalakvan ji bo gelê ku li Efrînê dimîne nexe xeteriyê lêkolînên xwe veşartî dike. Dîsa jî, dozên ku li vir
hatine belgekirin, bi alîkariya wan rêxistin û çalakvanan hatin zelalkirin; jimara bûyerên binpêkirina
mafên mirovan ku nehatin ragihandin ihtîmalek pir zêde ne.
Statistîka kuştin û revandin di meha Tebaxa 2020
Revandin
Revandin li herêmên dagirkirî bûne amûrek ji bo çeteyên cîhadîst ku pere ji berdêlê bixwazin û tirs û
terorê di nav gel de belav bikin. Gor Saziya Mafên Mirovan a Efrinê di Meha Tebaxê de 58 sîvîl hatin revandin. Piranî ew kes tên revandin ku ne gor fikirê baviksalar û îslamî yên çeteyên Tirkiyê ne.
Weke Ridwan Muhammad Xiristiyanê 40 salî ku li gundê Jaqmaq Kirbir yê Raco ku ji aliyê grûba
îslamî Failaq Al-Sham ya ku Tirkiyê piştgirî dike hat revandin û bi hinceta bêdînî yê hat darizandin.
Di 9’ê Tebaxa 2020’an de, sê kesên bi navê Mihemed Sebrî (58), Fewzî Sebrî (56) û Hesen Sebrî
(49) ji gundê Hêkiçê ya navçeya Cindirêsê hatin revandin. Fatmê Kinê, dayika wan sê kesên ku hatin
revandin, di meha Nîsana heman salê de ji hêla çeteyên cîhadîst ên Tirkiyê ve bi zilm û zordarî hat
fetisandin.
Di 15’ê Tebaxê de pênc sivîlên din, di nav de sê jin ji gundê Hêkiçê yê navçeya Cindirêsê hatin
revandin. Navê wan: Hannan Sabri Tana, Malak Sobhi Jalabi, Zahida Xelîl ikhêx Mistefa, Maqboola
Abdo Tana, Fawzi Mihemed Tana. Çarenûsa wan heta îro ne diyar e.
Xelîl Menan Seydo (45), Kamîran Xelîl Seydo (22) û Ferdî Xelîl Seydo (40), sê Kurdên ji Efrînê di
roja 16’ê Tebaxê de ji hêla îstiqbaratê MIT a Tirk ve hatine revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.
Kuştin
Tenê di meha Tebaxê de, çar jin çar zarok û bi giştî 17 kes hatin kuştin. Du Zarok li ser sînorê
Efrînê dema ku dixwestin ji Efrîna dagirkirî birevin hatin kuştin. Du zarok ji aliyê şexsekî nenas ve
ji avahiyên bilind hatin avêtin. Di çend mehên borî de li Efrînê zarok, taybetî jî zarokên biçûk, ji hêla
kesek nenas ve hatine revandin û ji avahiyên bilind hatine avêtin. Du ji wan sê jinên ku hatine kuştin
jî ji hêla mêrên xwe ve hatine kuştin. Yek mêr jî bi xwe endamê yek ji komên çete ên cîhadîst e ku ji
hêla Tirkiyeyê ve tê piştgirî kirin e.
Kuştina jinan ji hêla hevjînên wan ve encamek eşkere ya dagirkeriyê ye. Şîdeta rojane ya ku komên
cîhadîst ên Tirkiyê li dijî gel bikar tîne, û zîhniyet û polîtîkayên şaş ên nijetparêziya Tirkiyê şideta
li dijî jinan li herêmên dagirkirî xurtir dike. Ev siyaset û şîdeta rojane ji hêla dagirkeriya Tirk ve
hişmendiyê li ser civakê ferz dikin û dihêlin ku şîdeta baviksalarî di civakê de bicîh dibe.
Xelil Sheikho Zarzour ê 15 salî di 3’ê Tebaxê dema ku hewil dida derbasî sînorê Sûrî-Tirkiyê bibe
nêzî gundê Werkanah ê navçeya aranaran a herêma Efrînê ji aliyê cerdevanên Tirk ve hat kuştin û
sê kesên din jî birîndar bûn. Piştî ku ew hat gulebarankirin, cenazê wî rakirin nexweşxaneyek bajarê
Kilîsê ya Tirkiyê. Li wir organên wî dizîn û piştre jî laşê wî radestî malbatê kirin.
Estarvan Baker a 20 salî ji gundê Qude yê herêma Raco di 8‘ê Tebaxê de dema ku hewil dida ji Efrîna dagirkirî bireve ji aliyê hevjînê xwe Abdulqadir Cemîl Qarmaz ve hat kuştin.
Di 13’ê Tebaxê de, Nuri Jamo Omar aferîf, êzîdiyek ji gundê Şadêrê, ji hêla fraksiyona Faylaq al-Sham ve hate kuştin. Agahî hebû ku ew di destpêka havîna 2019’an de jî hatibû revandin û îşkence lê
hatbû kirin û 12,000 dolar ji derbêla serbestberdana wî hat xwestin. Piştî serbestberdana wî, zordarî û
tehdîdên ji hêla komên çekdar berdewam kirin heta ku ew di Tebaxê de hat kuşt.
Goli Faraj Xelîl Hammo yê 23-salî û xizmê wê ya 14-salî ji aliyê hevjîna Goli Faraj Xelîl Hammo
yê li ser sînorê Tirkiyê ve hatin kuştin dema ku wan hewl dan ku ji Efrina dagirkirî birevin. Hevjîna
Goli Faraj Xelîl Hammo endamê yek ji wan komên ku ji hêla Tirkiyê ve tê piştgirî kirin.
Belge û hejmarên li ser bandora dagirkeriyê ji sala 2018‘an û
vir ve
Ji destpêka dagirkirina Efrînê di sala 2018 de ji hêla dewleta Tirki û hevalbendên wê ve, Rêxistina
Mafê Mirovan a Efrînê van tawanan berhev kiriye û bi qasî ku pêkan bû wan belge kiriye. Gelek
bûyerên din jî hene ku tên ragihandin, lê hejmarên ku li vir hatine destnîşankirin tenê ew dozin ku bi
delîl hatine piştrast kirin.
Kuştin
Ji destpêka dagirkeriya Efrin ve bi giştî 565 sîvîl hatin kuştin. 500 ji wan di dema êrîşên dagirkirinê de
ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wî hatin kuştin, 65 kes ji wan ji ber îşkence û îdamkirina ne hiquqî hatin
kuştin. Ji 565 kuştî, 55 zarok û 65 jin in.
Revandin
Heta niha, bi giştî 6.000 revandinên sivîlan hatine belge kirin, 1.000 ji wan jin in. Ji 6.000 mirovên
revandî, çarenûsa 3.500 ne diyar e. Hîn ne diyarê ku ew di yek ji girtîgehên çeteyên ên ku ji hêla
Tirkiyê ve tên piştgirî kirin an ew hatine kuştin.
Van revandin û girtinên keyfî, her wiha îşkenceyan jî, ji hêla fraksiyonên çekdar ên dagirkeriya tirk ve
wekî amûrek ji bo tirsandina gel, boyî daxwaza pereyan, an jî tecwaîz kirna jinan tê kar anîn.
Di Gulana 2020‘an de, vîdyoyek li ser torên civakî hat belav kirin ku çeteyên Al Hamza nîşan dan ku
herî kêm li Efrînê 11 jin wenda bûne. Li ser wê videyo diyar bû ku ew jin ji zindanê hatine veguheztina
cîhekî din, jiber ku pevçûnên navxweyî di navbera komên çekdar ên cûda de pêk hatin. Hinek ji wan
jinan wexta şerê dagirkeriyê di buhara 2018‘an de hatin revandin, hinek ji wan destpêka sala 2020‘an.
Wexta ew hatin dîtin, di rewşekî ne însanî hatin girtin ku ne qanun û ne nirxên cîvakî qebûl dike.
Tecawiz
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrin 65 bûyerên tecwaizê belge kirin. Tenê bûyerên ku dikarin werin
îspat kirn tên belge kirin. Pir nûçe û gotin hene ku mirov dikaribe texmîn bike hejmara jin ên ku hatin
tecawiz kirin pir zêdetire. Dezgeha ewlehiyê li herêma Firatê li bakur-rojhilata Sûrîyê ajanek ku ji
alîyê îstiqbarata Tirk MIT ve hatibû perwerde kirin û bi çeteyên cîhadîst û MIT re dixebitî girtin.
Piştî girtina wî, ew mikur hat ku ji wî re ferman hate dayîn ku jin û zarok birevîne ji ber ku we wê
herêmê baş nas dikir. Li xwe mikur hat ku di hinek rojan de 20 heta 50 jin û zarok revandin. Dûvre ew
li ser komên çûda yên çetan hatin belavkirin û rastî tecawîzê hatin. Wî bixwe îtîrafê tecawizkirina 20
jinên kurd kiriye.
Birîndar û qurbaniyên îşkencê
Di êrîşên dagirkeriyê û êrişên rojane yên li ser sivîlan tên kirin de 680 kes birîndar bûn, di nav de 325
zarok û 203 jin. Wekî din, 700 bûyerên işkence piştî revandin û di dema êrişên rojane de belge bûn.
Xwekuştin
Ji destpêka dagrikeriye virve 5 xwekuştin hatin belge kirin. Li vir girînge ku em intîhar jî bînin ziman
ji ber ku ew girêdayî şîdeta ji hêla dagirkerên ku milet rojane bandor û nexweş dike ye. Xwekuştin
encama zilmê pergala terora ku hatiye ava kirn.
and children in some days. These were then distributed among different groups of mercenaries and
raped. He himself raped 20 Kurdish women.
,
Dagirkeriya Tirk li Efrînê civakê dike hedef
Rewşa li Efrînê û her wiha li deverên din ên dagirkirî yên wekî Serê Kaniye û Gire Spî her ku diçe
xirabtir dibe. Tirkiye hewl dide li van herêman rejîmek dagirkeriya demdirêj saz bike. Gelek kiryarên
şîdetê têne kirin û mafên mirovan û mafên navneteweyî têne binpêkirin.Di vê dosyê de tenê li ser kuştin,
revandin û şideta bedenî û cinsî ya tê bal kişandin, lê sûcên ku ji hêla dewleta tirk û komên çeteyên wan
yên li herêmên dagirkirî ve hatine kirin gelek berfireh in. Wek xera kirina xwezayê, talankirina milkê
gelan, destavêtina axê, bi zorê guhertina demografiya û binpêkirina azadiya olî her wiha qedexekirina
zimanê kurdî li dibistanan jî, her çend piraniya nifûsa Efrînê bi gelemperî kurdî be jî.
Wekî din, dewleta Tirk stasyona avê ya Alouk di Serê Kaniya dagirkirî de di bin kontrola xwe de girt û
bi vî rengî şerê xwe li dijî tevahiya gelan li bakur û rojhilatê Sûriyê berdewam dike. Makineyên avê ji
stasyona ava Alouk, ku avê ji bo tevahiya herêma Hesekê re peyda dike, gelek caran hat qut kirin. Ev ji
zêdetirî nîv mîlyon mirov bê av dimîne, ji ber ku dewleta Tirk avê wekî çeka şer bikar tîne.
Rapora destê we de bi alîkariya agahiyên ku ji hêla Saziya Mafên Mirovan
Efrin yê ku binpêkirinên mafên mirovan dişopînin û belge dikin hate amade
kirin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close