Daxwiyanî û çalakî

Li Şehbayê navenda Jineolojî hat vekirin

Bi dehan endamên saziyên sivîl ên herêma Efrînê beşdarî şahiya vekirina navenda nû ya Zanista Jinê (Jineolojiyê) ya li kantona Şehbayê bûn

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre ser navê Meclisa Jinan a Kantona Şehbayê, Kongreya Star a herêma Efrînê, Navenda Jineolojiya û Desteya Rêveber a PYD`ê axaftin hatin vegotin.

Kesên axivîne vekirina navendê li gelê Efrîn û Şehbayê pîroz kir û şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn.

Piştre şanoyek der barê hejmareke têkoşer û fîlesofên li cîhanê hate pêşandin û koma Şehîd Hêva ya Tevgera Kevana Zêrîn stran pêşkêş kirin.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close