pirtûkxane

Bêdangiya qada fermî û ya sivîlî li hember dîlgirtina şervana YPJ û hemwelatiya Sûriyê Çîçek koban

Di qonaxeke ku cîhan tevda bû şahidê deyndariya hemû gelên cîhanê ji ked û xwîna şervanên jin ên kurd re di hilweşandina cîhadîstên terorîst ên Daişê û têkbirina hêza wê , mixabin ku cîhan li hember wê deyna dîrokî bêwefayî da nîşan , delîla herî berbiçav a vê yekê  , bêdangiya qada fermî û ya sivîlî li hember dîlgirtina şervana YPJ û hemwelatiya Sûriyê Çîçek a ku di şerê têkbirina Daîşê de ,di mewziyên herî pêş de , şerekî bê hempa kir , dewleta tirk ji dîlgirtinê zêdetir , bi hikmê heta hetayê di derheqê şervana Ypj  a bê sûc û bê guneh ,tecawizeke xuya û mezin ji zagon navdewletî û ji hemû rêgezên ehlaqî re dike ,ji ber ji aliyekê ew hikim di derheqê hemwelatiyeke welatekî dîtir de derxistiye û ji aliyeke din ve ,ew li hember hebûna jin û mafê çarenûsa gelan ,kîn û kirêtiya xwe di şexsê Çîçek ê de , nîşan daye , em jî wek kongra Star bangî hemû hikûmet ,saziyên sivîl ,jinên cîhanê , saziyên heqûqnas ,dikin ku li hember vê cezaya bê wijdanî û bê heqî , serî rakin ,dengê xwe bilind bikin û kor û lal nemîn , em vê yekê wek xwedîderketin û berpirsyarî li hember  keda pîroz û deyna afsaneyî ya mirovahiyê ,dibînin ,em jî wek Kongra Star soza têkoşîna xwe bilind dikin û tekez dikin ku ti kiryar û ti hewldan nikare vîn û eşqa me ji azadiyê re vemrîne û em soz didin şehîdên xwe ,rêber Apo û şervana YPJ Çîçek ku emê di oxira vê dozê de ,bi hemû hêza xwe ,xewa şevan li çavên dijmin heram kin û toleke dîrokî û layiq  ji Erdoxanciyan hilînin .

Bijî berxwedana jina şerger .bijî berxwedana jina azadîxwaz ,jin jiyan azadî . .

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button