Daxwiyanî û çalakî

Jinên ciwan ên herêma Firatê piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re nîşan da

Bi dehan endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi armanca piştevaniya bi berxwedana gerîlayan a li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re li ber Keleha Kobanê kom bûn û daxuyaniyek da.

Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Nîroz Bozan daxuyanî xwend û got: “Em Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê bi beşdarbûna tevahî endamên xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê seferberiya giştî radighînin.”

Nîroz diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişên hovane şikandina îradeya gelê Kurd e û wiha domand: Em diyar dikin ku em ê têkoşîn û berxwedana li hemberî faşîzmaya dewleta Tirk bidomînin, heta ku serkeftin bi dest bixin.”

Nîroz Bozan destnîşan kir ku ciwan amade ne beşdarî şerê li hemberî dagirkeriya Tirk bibin û got: “Em dizanin ku hêza gelê me ya têkoşînê li hemberî faşîzmeya Tirkiyê heye û em teqez dikin ku heger were xwestin em amade ne beşdarî şer bibin.”

ANHA

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close