Daxwiyanî û çalakî

Jinên Efrînê: Efrîn hêviya siberoja me ye

Jinên Efrînê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê ku bê navber didome de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Efrîn warê lehengên şoreşger in û ew ê nekeve.”
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hem ji bejayî hem jî ji hewayê berdewam dike. Di encama êrîşên ku bi balafir û tankan dihat kirin de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Jinên Efrînê derbarê êrîşên li ser Efrînê de anîn ziman ku ew ê axa xwe heta dawiyê biparêzin û hustê xwe li dijî zilmê netewînin.
Jina bi navê Dîmehan Ereb diyar kir ku ew ê nehêlin Efrîn bikeve û wiha got: ” Artêşa  tirk êrîşî sîvîlan dike lê YPG-YPJ me diparêze. Em ê jî li axa xwe xwedî derkevin û xwe biparêzin. Bila ew nebêjin qey bi hêsanî em ê Efrînê radestî wan bikin. Serkeftin a me ye. Bijî berxwedana Efrînê.”
‘Serkeftin a me ye’
Her wiha Dayika Hûriya Muslim diyar kir ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha got:” Axa em şerefa me ye, em ê heta dawî li şerefa xwedî derkevin. Em dev ji axa xwe bernadin ger em bimirin jî em ê li ser axa xwe bimirin. Em ji tank û topên wan natirsin. Serkeftin a me ye. Efrîn hêviya siberoja me ye.”

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Close
Close