pirtûkxane

Jinên di bîranên dîrokê de zindî mane

Jinên ku rûpelên dîrokî bi tekoşîn û qehremaniya xwe dane guhertin, jiyana jinan ji koletiyê ber bi îradeya azad ve anîn. Tişta herî kêm ku mirov dikare li ser wan bêje ew ku wan karîbû dîrokê bidin guhertin û navên xwe di nava rûpelên wê de zindî hiştin. Bê kêmasî mirov dikare li ser wan bêje ku jinên herî bi nirx ên demê ne.

Jinan di nava dîrokê de karîbûn dengê xwe bike minaret ku riya hemû jinan ronî bike. Jinên li pişt wan hatin li ser riya wan hêvî pêk anîn. Jin bû helbestvan, qiral, hakim, şerker û zanyar. Di nava rûpelên dîrokê de hîn jî jin hene ku heta roja me ya îro baş têne naskirin.

Ji bo em behsa berxwedana jinan a di nava dîrokê de bikein, divê em balê bikşîn in ser jinên ku bi berxwedana xwe û qehremnaiya xwe navê xwe di nava dîrokê de xêz kirine. Jinên ku berê jiyana jinan ji koletiyê ber bi azadiyê ve guhertine bibîr bixin. Jinên kurd, ereb û jinên biyanî hin ji jinên qehreman Marie Curie, Clara Zetken

, Qiralîçe Zenûbiya, Fedayînên kurd Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr in.

Tekoşer Arîn MîrkanARIN MERKAN

Arîn Mîrkan bi tekoşîna xwe navê xwe di dîrokê de xêz kir, êdî navê wê di qadên navdewletî de tê gotin, bi hezaran kes navê wê bang dikin. Di her koşeyekê de ku behsa jinan tê kirin, tê gotin ku jinan isbat kirin ku ew dikarin DAIŞ’a ku riwê erdê wêran kirin, têk bibin.

Delar Kînc (Arîn Mîrkan) li gundên Mîrkan (Hese) ya navçeya Mobata ya herêma Efrînê hate dinê. Di sala 1992’an de jidayîk bû.Hemû sîfatên ku wê bikin fermandara qadên şer di xwe de hewand. Her dem di nava hevalên xwe de bû çavkaniya jêzê û di şert û mercên herî zehmet de karîbû li dijî tundiyê tekoşînê bide meşandin.

Di 5’ê cotmeha sala 2014’ab de, dema komên çete yên DIAŞ’ê êrîşî Kobanê kirin di navbera çeteyan û şervanên YPG/YPJ’ê de şer derket. Şer li ser Girê Meştenûr a Kobanê pêk hat. Fermandara ji Efrînê Arîn Mîrkan ber bi komeke çete ve çû û bi bombeya di destê xwe çalakî lidar xist, di encamê de hejmarek komên çete hatin kuştin.

Arîn Mîrkan bi vê çalakiya xwe li dijî fikrê nijartperest û terora dîrokê tekoşîn da meşandin û bû mînaka jinên qehreman ên serdemê. Arîn ji hemû gelên heêrmê re bû mînaka fedekarî û tekoşînê.

Marie CurieMARI KURI

Yek ji jinên herî bi nav û deng in, heta roja me ya îro jî tê naskirin. Bû bingeha tekoşîna jinan û li seranserî cîhanê êdî tê naskirin. Zanyara Kîmya û Fîzyaye, Bolendî ye. Yekem jina ku bi lêkolînên yên derbarê çalakiyên jinan tê naskirin. 2 caran diyariya Nopil a aştiyê qezenc kiriye. Yekem jina ku di zanîngeha Parîsê de bû mamoste û perwede da.

Ji berhemên wê nerîna çalakiya tîrêjan danî, di heman demê de gelek nerînên derbarê tîrêjan (Şûai) de amade kir. Du madeyên kîmyawî (Bolonyom û Radyom)keşif kirin. Di bin çavdêriya wê yekem car fehsa werimandinan bi bikaraîna tîrêjan hate kirin. Du peymangeh yek li Parîs û Yek li Warso ava kirin.

Marie di sala 1934’an de di encama nexweşiya qelsiya xwînê jiyana xwe ji dest da, nexweşiya wê ji ber karê wê pêk hat.

Di sala 1995’an de Marie Curie bû yekem jina ku di gotistana kesên bi rumet a Parîsê hate definkirin. Ji bo bîranîna wê.

Ji bo bîrananîna wê peykerek li ber peymangeha Warso jê re hate çêkirin, her wiha peykerek Mariya li Sokdofoska ya Bolenda jî hate çêkirin. Li ser wê gelek pirtûk hatin nivîsandin.

Gelek cihên gitşî û sazî li ser navê wê Marie Curie hatin kirin.

Clara ZetkenGILARE ZENGEN

Tevgera Jinên karker ji beriya sed salî ve dest bi pîrozkirina cejna jinan kirin. Ev roj ji Clara Zetken hate girtin, Clara ya ku jiyana xwe ji bo bidestxist ina mafê jinan di hilbijartinan û wekheviya di navbera jin û zilam de tekoşîn kir. Xwest ku edaleta civakî di nava civakê de pêk were.

Clara Zetken di sala 1875’an de li Elmaniya hate dinê. Siyasetmedarek çepgir û parstina mafê jinan dikir. Mamosteya asta amadeyî bû. Ji sala 1875’an de tevlî xebata komên jinan a ji bo azadiya giştî ya peymana Besmark bû. Di pêşxistina zanista siyasî û çînê ya bi sedan karkerên jin ên Elman de rola wê pêşeng bû. Di sala 1878’an de ji ber polîs li pey ketin berê xwe da Ziyorix a Siwîsre.

Di sala 1891’an de Rojnameya Wekhevî saz kir, bi vê yekê di tekoşîna xwe ya civakî de bû pêşeng.

Ji ber rola Clara di tekoşîna fikirî û xebatê de pêşeng bû, yek ji damezirînerên Partiya Komunist a Elmaniya bû.

Clara di tekoşîna xwe de xwest ku tekoşîna xwe pêş bixe û mafê jinan di wekheviyê de bidest bixe. Ji ber vê yekê dema behsa Clara were kirin, divê em 8’ê Adarê bibîr bixin, ev roja ku bû roja jinan a cîhanê.

Di duyemîn semînera jinên komunist a cîhanî de ku li Coponhagin di 8’ê Adara 1910’an hate lidarxistin, Clara pêşniyar kir ku roja jinan a cîhanê were saz kirin, ew bibe roja tekoşîna ji bo mafê jinan û wekheviya di navbera herdû zayendan de.

Qiralîçe ZenûbyaZENUBIYA

Qiralîça Palmêra (Tedmur), Şam û Cizîrê ye. Qiralîçeke Sûrî bû û yek ji jinên ku navê xwe di dîrokê de qeyd kir. Ji hemû jinan re bû pêşeng.

Zenûbya (Zebai) jineke rojhilatî ye, qehremanî li ser xaka bapîrên xwe xwe saz kir, bi wêrekiya xwe dihate naskirin. Nav û dengê wê li hemû aliyên cîhanê belav bû. Bi wêrekî û qerhemaniya xwe dihate zanîn, ew qiralîça Palmîra (Tedmur e)

Piştî hevjînê wê wefet bû di temenê 14 saliyê de li sernê kurê xwe Wehib El-At Qiraltî girt. Di serdema wê de Palmêra (Tedmur) Pêş û li gelek herêmên rojihat fireh bû. Bi navê Qiralîçeke şerker dihate naskirin. Li ser wê dihate zanîn ku ew siwareke jîreke û di rêveberiya şer de hosteye.Bi artêşa xwe re şer dikir.

Ji nakokiyên di Roma de sûd wergirtin û berê xwe da Misrê, welatê ku bi genimê xwe dewlemend û ew fetih kir. Bi vê yekê cihê Palmêra ya bazirganiyê pêş xist, têkiliyên xwe yên bazirganî bi Hebeşa û Kendava Ereban re ava kir. Li Misr tenê ne sekinî, lê belê destpê kir welat fehtih kirin û Artêşên mezin têk bigirin. Wiha qiraltiya xwe mezin kir, sînorê wê heta Nîl û Derya Fosfor firh bû. Navê Impratoriya wê bû ya Rojhilat.

Yek ji jinên herî baş û bedew bû, çîroka Zenûbiya li ser destê Imbratorê Romanî Orliyan di sala 274 Z de bi dawî bû.

Avesta XabûrAVESTA XABUR

Piştî Arîm Mîrkan li kobanê…Avesta Xabûr navê xwe di nava şervanên jin de ên fedayî xêz kir. Avesta canê xwe kir mertalek bi hêz û li pêşiya teng û topên Artêaş Tirk a dagirker ên êrîşî Efrînê dikin, rawestiya.

Şervana YPJ’ê Zelûx Hemo (Avesta Xabûr) keça Çiyayê Kirmênc Efrînê, ya di 20 saliya xwe de di salên tekoşînê de di nava hevalên xwe de bibû mînak. Bi hezkirina welatê û tekoşînê dihate naskirin. Girêdana wê ya bi xakê re mezin bû. Soz dabû gelê xwe pêk anîn û karîbû li dijî zihniyeta faşist a dewleta Tirk a dagirker û teroristên wan çalakiya fedayîpêk bîne.

Avesta bi çalakiya xwe karîbû peyama jina kurd a parstina mirovahiyê û nirxên wê li beranberî teroirstan û zihineta şofinist a dewleta Tirk, bighîne cîhanê. Tekoşîna wê di dema ku hemû cîhan beranberî komkiyên li Efrînê pêk tên bê deng in, hate kirin.

Di roja 27’ê çile de, roja 8’an a Berxwedana Serdemê de li gundê Hemam a ser sînor, di dema ku gund bi balafirên Artêşa Tirk û tangên wê dihate bombebaran û topbarankirin û çeteyên Cehbhet El-Nusra di bejahî de êrîş dikirin, şervanan Yekîneyên Antî Teror Avesta bi qehremanî û wêrekî li pey riya hevala xwe Arîn Mîrkan û Rêvan Kobanê meşiya. Li dijî tanga ku berê xwe dida gund çalakî pêk anî, bi bombeya destan êrîşî tengê kir û çalakiya fedayî pêk anî.

Avesta ji jinên ku baweriya wan bi firkê Azad ê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tekoşîn kiriye. Şervanek ku ji mirinê ne ditirisiya. Berê jî li Kobanê û Reqayê şerê DAIŞ kiribû.Bi çalakiya xwe ji hemû cîhanê re isbat kir ku jina şoreşger dikare bihêza xwe li dijî hemû tundî û êrîşkaran derkeve.

Şehîd Avesta Xabûr serkeftina Berxwedana Serdemê ya Efrînê ragîhandin. Berxwedana ku hîn jî li dijîşerê êrîşên herî dijwar tekoşînê dide meşandin .Berxwedana ku li dijî dagirkeriya Tirk û alavên wê yê pêşketî û çeteyên wê li seranserî Efrînê pêk tê.

 

 

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button